Romana li ser şêr di meydana şêr da tê nivîsar

Romana li ser şêr di meydana şêr da tê nivîsar

Memê Miksî

 

Şerê Qirîmê (1853 -1856) di dîrokê da ji wan şerên herrî giran û bi xwîn tê zanîn. Di vî şerî da nîv mîlyon kesan jiyana xwe ji dest da.

 

Dema şerê Qirîmê dest pê dike, nivîskarê navdar Lev Tolstoy wek serbazekî rûsî tê da cih digire. Tolstoyî di vî şerî da dest bi nivîsara berhema xwe ya pêşîn dike. Ev berhem jî ”Sêwaztopol”  e (bi tirkî ”Sivastopol”,  bi rûsî ”Sevastopol”). Di şûna qehremaniya leşker û serbazan, meth û pesnê şerê ew têda bike, tam berevajî neyêniyên şerî dike mijara berhema xwe.

 

Di qada şer da vizzîna fîşengan, gurmegurma topan, cendekên girêl dibine xendekan, leşkerên di bin topên hilweşiyayî da candayî, ling û serên jêbûyî, singûyên di singan da daçikandî, cendekên li ser hev bûyî gindêz û mêşandayî, qarîna birîndarên li ber destê cerrahan, bêhna xwîn û birînan, hestên leşker û qumandaran wisa spehî aniye ziman, mirov dema dest bi xwendinê dike, bê guman xwe di nava wî şerî da dibîne.

 

Roman hêja ye lê ji ber berhema Tolstoyî ya pêşîn e, ji aliyê edebiyatê ve ne wekî romanên wî yên din serketî ye; her wiha em dikarin bibêjin, “roja xweş di sibê da kifş e” yanê nivîskar xwe di vê romanê da kifş kiriye wê roj bê di edebiyata cîhanê da çi qiyametê ras bike. Hekî we jî bivê serekî li qada şer bidin, ev roman tam li gorî we ye.

 

Belê, romana cengê di cengê da tê nivîsîn, ne wekî nivîskarê me li Almanyayê jina wî jê ra çayê dagire, ew jî li ser maseya xwe romana xwe a ser şêr binivîse.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev