Meşa Bêdawî: Mistefa Barzanî

Meşa Bêdawî: Mistefa Barzanî

Ser Rêberê gelê kurd yê hemû deman gelek nivîs, berhem, fîlm, reportaj, hevpeyvîn

çap bûne û hatine belavkirin, ew karê pîroz heta îro jî berdewam e.

Yek ji wan ev pirtûka delal e, ku Weşanxaneya ”Nûbihar”ê çap kirîye.  

Ji bo xwendevanên me zêde ser jîyana wî rêberê gelê kurd bihesin,

pirtûkeke din a profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan ji alîyê weşanxaneya Dozê da çap bûye

û eynî ew pirtûk wê li Hewlêrê û Dihokê jî bi tîpên erebî û bi zaravê behdînî çap bibe.

 

”Nûbihar”ê berhemeke delal a Mihemed Seîd Temel çap kir

Mistefa Barzanî di zindanê de çavên xwe li jiyanê vekirî ye. Jiyana wî bi giştî li ser çiya derbas bûye, li welatekî dûr jiyan terk kiriye. Heta roja ku miriye, 75 sal temenê xwe di ber doza gelê xwe de derbas kiriye. Serokekî pêşketî, zanayekî bêhempa, qehremanekî jêhatî, umîda gelekî, lê li dinyayê ji bilî cilên li ser bejna xwe û mawîzera di destê xwe de, nebûye xwediyê tiştekî.

Ji Mistefa Barzanî pirsîn welatê Kurdan ku der e, got: “Cihê ku kewê gozel lê birêse (bixwîne), cihê ku dara berûyê lê hêşîn bibe, ew der welatê Kurdan e.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev