Baran bibare jî, nebare jî dê halê me ne tu hal be

Baran bibare jî, nebare jî dê halê me ne tu hal be

Şemsettin Işıklı

Li herêmeke Kurdistanê, li gundekî malbatek hebûye. Du qîzên mêrkirî yên vê malbatê hebûne. Yek li gundekî cînar ya mayîn jî li gundekî din bi mêr bûne.

Zivistan derbas bûye, bihar hatiye û hinek jî bihar pê de çûye, rojekê ji malbatê jinik, dêya qîzan ji mêrê xwe re gotiye:

– Mêrik, ka here serekî li qîzên me bide ka gelo halê wan çi ye û çi nîn e.

Mêrik rabûye çûye gundê pêşîn ku qîza wî ya mezin li wir bi mêr bûye. Bûye mêvan li mala qîza xwe. Ji qîza xwe pirs kiriye:

– Qîza min, ez û dêya te, em pir meraqa halê we dikin. Ka gelo halê te çi ye, ji min re hal û hewalê xwe bêje.

– Wele babo, min hinek tenûr, cêr, kûp û sewîl çêkirine da ku em wan bifiroşin. Lê divê ku heta ew ziwa bibin tav hebe û baran nebare. Heke baran bibare, wila dê halê me ne tu hal be, em ê pir gune bibin.

Mêrik dibêje:

– Baş e, ez ê dia bikim ku bila baran nebare.

Camêr radibe diçe gundê din û dibe mêvanê keça xwe ya biçûk. Heman pirsê ji vê qîza xwe jî dike:

– Qîza min, ez û dêya te, em pir meraqa halê we dikin. Ka gelo halê te çi ye, ji min re hal û hewalê xwe bêje.

– Wele, babo, me genim çandiye. Heke baraneke xweş bê, genimê me hişîn be û çêbe, dê halê me pir xweş be. Lê heke baran nebare, dê halê me pir xirab bibe. Ka dia bike bila baran bibare!

Camêr bi xemgînî û medeke tirş vedigere tê gund û mala xwe. Jina wî tê pêşiya wî û pirsa hal û hewalên qîzên xwe dike.

Mêrê wî dibêje:

– Jinik, baran bibare jî, nebare jî dê halê me ne tu hal be!

 

Vê êvarê, min û Kek Abdullah Beyaz, me li ser meseleyên milet û welatê xwe sohbet dikir. Wî di navê de ev meselok got. Min jê pirsî ka wî ev meselok li ku û ji kê bihîstiye. Got, berî 20-30 salî, li gundê Bilîsê, Ûleka Jorê, ji kalekî 110 salî. Kek Abdulah ji wî gundî ye.

Û bi destura wî, min xwest ku bi we re jî parve bikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev