Dengbêj û helbestvanê Kurd: Mecîdê Silêman

Dengbêj û helbestvanê Kurd: Mecîdê Silêman

Îkram Oguz

Dengbêj di zimanê kurdî da peyveka watedar e.

Jiber ku dengbêj kurd, deng û sewta dengbêj jî kurdî ye.

Dengbêj evîndar e.

Evîna xwe bi hestên ji kûrahîya dilê xwe dihûne, bi peyv û sewta xwe dixemilîne û jîndar dike.

Evîna dengbêj carcaran çîya û zozanên Kurdistanê, ew çîya û zozanên bi gul û sosinên rengîn xemilandî, carcaran mêranî û mêrxasîya lehengên kurd a ji bo wê xemlê, carcaran jî kul û keserên ji bindestî û koçberîyê ye.

Ji wan dengbêjan yek jî Mecîdê Silêman e, ku ew qasî dengbejîya xwe bi helbestvanîya xwe jî tê naskirin.

 

Mecîdê Silêman kî ye?

Mecîdê Silêman ya jî Mecîdê Mihemedê Silo di sala 1937an de li gundê Semekaşê ya li ser nehîya Şahûmyanê, ji dayik bûye. Malbata Mecîdê Silêman yek ji wan malbatan e, ku di destpêka Şerê Cîhanî ya Yekemîn da û ji ber zilma Roma Reş (Osmanîyan) neçar mane, ji cih û warê bav û kalan koçber bûne û berê xwe dane Ermenîstanê.

Mecîdê Silêman kurê Mihemedê Siloyê Miho û ji eşîra Birûka ye. Mihemedê Siloyê Miho dema ku ji Wanê koçberî Naxçivana Ermenîstanê dibe, tere li kêleka Çemê Erez bi cîh dibe. Mihemedê Siloyê Miho bixwe jî dengbêj e. Loma ew tu car li cîhê xwe nasekine, digere, derbasî Rojhlatê Kurdistanê dibe, distirê û di nav berxwedanên kurdan da cîhê xwe digre. Di nav Kurdên Rojhilatê da bi navê Îsa Begê Rewanî tê bi nav kirin û naskirin.

Mihemedê Silo di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn da diçe çeperê şer û careke din venagere. Dema ku bavê wî diçe şer, Mecîdê Silêman hê heft, heyşt salî bûye û bi birayê xwe sêwî dimîne. Bi birayê xwe li cem dapîr û bapîrê xwe, Sîsê û Silo dijî. Çend sal şûnda, piştî mirina wan Mecîd û birayê xwe li ber destê apê xwe, Evdoyê Îsa mezin dibin. Zarokatîya Mecîd di nav xizanîyê da û bi belengazî derbas dibe. Mecîd dema ku diçe dibistanê di heman demê da karê şivantîyê jî dike. Di dibistanê da bi zimanê azerîkî perwerde dibe, ji ber ku wê demê li Naxçivanê zimanê perwerdeyîyê azerkî ye.

Lawê Mecîd, Semedînê Mecîdê Silêman di derbarê jîyana bavê xwe ya wê demê da wiha dibêje; „Bavê min di zaroktiya xwe da şivantî kiriye û di ber ra jî çûye dibistanê. Wî hergav ji min ra digot ‘dema ez diçûm ber pez min bixwe ra pirtûk dibirin û dixwendin. Wî çaxî ne tenê hal û hewalê Kurdan, yên Ermeniyan bi xwe jî gelek xirab bû. Ji ber ku rayedarên Sovyeta Sosyalîst ji Kurdan û Ermeniyan gelek mêr dibirin çeperên şer û piraniya wan jî venedigeriyan. Lewra gelek kes wek min sêwî man.

Bavê min kîngê qala dema zarokatîya xwe bikira, xemgîn dibû, dengê xwe dibirî û diket nav xewn û xeyalan.”

Piştî kutakirina dibistana navîn Mecîdê Silêman ji bo Texnîkûma Êrîvanê, di malhebûnîya gundîtîyê da tê qebûlkirin

 

Dengbêjîya wî

Mecîdê Silêman ji dema zarokatîya xwe da ji kilam û stranan hezdike. Jiber ku bavê wî dengbêj bûye. Ew jî di dema xortanîya xwe da, beşdarî dawetan dibe û distirê.

Li Ermenîstanê di sala 1955an da Radyoya Rewanê dest bi weşana kurdî dike. Pişt ra rojek Mecîdê Silêman jî wek gelek Kurdên ji Qafkasyayê destê qîza xwe Sîsa Mecîd digre, ji bo ku tevlî xebata radyoyê bibin, berê xwe didin Êrîvanê bi rê dikevin. Piştî wê rêwîtîyê, ji sala 1961ê hetanî sala 1980î ew di radyoya Rewanê da karê dengbêjîyê dike. Di radyoyê da bi pirranî kilamên ku bi xwe ji ber xwe derxistine, distirê. Tê gotin ku qasî 100 kilamên Mecîdê Silêman û herwiha bi kasî 40-50 kilam jî ji yên keça wî Sîsê di arşîvên radyoyê da hatine qeyd kirin.

Kilamên wî yên ku di Radyoya Rewanê da, bi Zadîna Şekir ra stiraye, ji wan 20 heb ji alî Kom Muzîkê va hatine berhevkirin û di sala 2018an da jî di di nav albûmek da hatine belavkirin. Ew albûm ji van kilaman pêk tê:

1-Sêmlo, 2-Wez Teyr im, 3-Berbenî, 4-Gazî Dikim, 5-Lé Gidiyê, 6-Tencorê, 7-Bejinê, 8-Sînê, 9-Ax Lê Eman, 10-Diyarbekir, 11-Gidîno, 12-Dilê Min, 13-Domam, 14-De Lê Zeriyê, 15-Gozê, 16-Lur Şivano, 17-Leylê Xanê, 18-Nermê, 19-Fetoyê Ûso, 20-Heyran.

Mecîdê Silêman bi malbata xwe ra heta sala 1988an li Bajarê Naxçivanê dijî. Piştî ku şerê di navbera Ermen û Azerîyan da derdikeve, ew jî bi malbatî neçar dimînin û careke din rû bi rû koçberîyê dibin. Kurê wî Semedîn di derbarê wê demê da wiha dibêje; „1988’an şerê Azerî û Ermeniyan dest pê kir. Wî çaxî ez 13 salî bûm. Ermeniyan bera me didan. Ji me ra digotin, ‚di dema qirkirinê da Kurdan jî em qir kirin’. Ji ber vê dixwestin Kurd herin. Ji xwe hemû Kurdan jî dixwastin herin Kurdistan Sor. Jiber ku wê demê her miletek vedigerîya welatê xwe. Lê ji alîkî va jî hemû Kurd ditirsiyan û digotin xelkê here têkeve nava şerê Ermenî û Azeriyan û qir bibe. Tu kesî jî alîkariya Kurdan nedikir ku rêyek ji bo wan vebe. Ji ber vê jî herkes bela bû û bi deverekê da çû.”

Malbata Mecîdê Silêman jî berê xwe dide bajarê Krasnodorê, ku nêzikî Soçîya Rûsyayê ye. Di rê da rû bi rû gelek êş û zehmetîyan dibin. Di derbarê wê demê da jî Semedînê lawê Mecîdê Silêman wiha dibêje: ”Me mal û milkê xwe li pey xwe hişt û me berê xwe da Krasnodarê ku ew der nêzî Soçîya Rûsyayê bû. Di rê de dîsa me gelek êş kişand. Em hatin Krasnodorê ji ber ku apê min li wir bû. Lê sed heyf li wir xwîşkeke min çû rehmetê. Bi vê yekê me xwe kar kir ku em xwîşka min bispêrin axa sar. Lê rayedarên Rûs rê nedan, ji ber ku go wan em bê nasname bûn û loma mafê me nebû ku em li wir kesekî bispêrin axê. Ji ber vê yekê jî bavê min got ‚cihê ku ez nikaribim keça xwe lê defin bikim ez lê namînim’. Sedem vê yekê me ji wir jî bar kir û berê xwe da Qazaxistanê. Dema ku em hatin Qazaxistanê ji xwe hin Kurd li vir hebûn. Ew jî Kurdên di sala 1944’an bi fermana Stalîn hatibûn sirgûn kirin ku piranî li bajarê Alma Ata ya Qazaxistanê bi cih bûbûn.“

Piştî bicîhbûnê hêdî hêdî rewşa wan pêşve diçe û di nasname û pasaportên wan da neteweya Kurd tê nivîsandin. Li Alma Atayê di dibistanan da dersên bi zimanê kurdî tê dayîn. Di wan salan da kovara Nûbar û rojnameya Jîyana Kurd tê weşandin. Lê di sala 2009an da bi hewldanên dewleta Tirk ew dersên bi zimanê kurdî li Qazaxîstanê tên rawestandin, lê niha dîsa hene”

Mecîdê Silêman ne tenê dengbêj, di heman demê da helbestvanekî Kurd e jî. Helbestên wî di rojname û kovarên Rûsyayê, Qazaxistanê û Ermenistanê da hatine weşandin.

Mirov wek dengbêjîya wî, di helbestên wî da jî hestên bi dilkêşîya kurd û kurdayetîyê va kemilîne, dibîne. Helbestên wî di xeml û forma helbestên kurdî yên klasîk da hatine nivîsandin. Di helbestên Mecîdê Silêman da, rêz kurt, lê ji alîyê naverokê va dewlemend û dagirtî ne, ku wî helbestên xwe bi form û bîçima kilaman da hûnandîye.

Gelek kilamên ku ji helbestên xwe çêkirîye, di radyoya Rewanê da bi dengê xwe stiraye. Ji wan helbestan yek jî ya bi navê „Heta kîngê“ ye, ku beşek ji wê helbestê wisa ye:

 

Heta kîngê em rûreşbin hey felek,
heta kîngê reş û heşbin hey felek,
destûr bide em kêfxweşbin hey felek,
weke xelqê xudan rewşbin hey felek.

(…)

Ez Mecîdê Silêman im hey felek,
ez xweyî barê giran im hey felek,
dawekarê Kurdistan im hey felek,
ezî bêeşq, bêdewran im hey felek.

Herçiqas qasî 100 kilamên wî di Radyoya Rewanê da hatibe qeydkirin jî, Mecîdê Silêman herî zêde bi helbesta xwe ya bi navê Kurdistanê va tê nasîn. Ev helbest hem ji alîyê wî bi xwe va û him jî ji alîyê gelek dengbêjên va hatîye gotin.

 

Kurdistan

Welatê me Kurdistan e,
cî meskenê me kurda ne,
welat me ra rûh û can e,
milet tê da bira ne.

 

Welatê me pir şîrîn e,
temam mêrg in û zevî ne,
qîz xortê wê tev cindî ne,
eslê xwe va Horî ne.

 

Kurdistana me zeynet e,
cimaeta wê pir hurmet e,
temam qedir û qîmet e,
welat me ra cinnet e.

 

Kurdistana me rengîn e,
karxana va ew zengin e,
şaîr Mecidê Silêmîn e,
ev xeber hev anîne.

 

Ez kîngê vê kilamê, bi taybetî bi dengê hunermenda hêja Aslîka Qadir guhdarî bikim, li kû dibim bila bibim, xwe di nav xewn û xeyalên dema zarokatîya xwe da dibînim.

Li gund… li ser banê xanîyê mala apê xwe… guhê min li ber devê kulekê û dengê Aslîka Qadir, qasî ku ji dûr, ewqas jî nêzîk û ji dil dibihîsim.

Mixabin îro ne Radyoya Rewanê ma, ne jî Mecîdê Silêman dijî. Ew di sala 2018an da koça xwe ya dawîyê kir û çû…

Lêbelê helbestên wî, deng û sewta wî ji me ra wek dîyarîyên mayînde man, heta ku li rû dinê kurdek hebe dê ew wenda nebin û bi deng û rengên nû va bixemilin…

 

Bi dengê Aslîka Qadir strana Welatê me Kurdistan e:

 

 

Çavkanî:

  • Wikipedia Kurdî
  • Riataza, Dengbêj û helbestvan MECÎDÊ SİLÊMAN çû ser dilovaniya xwe
  • Yeni Özgür Politika, “Welat ji me re ruh û can e“, Argeş Kaya

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev