Li bakur kurdî çawa têk çû? -2

Li bakur kurdî çawa têk çû? -2

Necat Ayaz

Piştî rêvebiriya lokal a şaredariyên kurd a zêdetirî 20 salan, li Amedê/Diyarbekir bi tenê bedenên qedîm li ser piya ma. Di vê demê de zimanê kurdî şikestinek wisa xwar ku êdî daxwaza civakeke kurdîaxêf bi tevahî bû xeyalek.

Çîna navîn a siyasî, hevkariya asîmîlasyonê kir !

Ji destpêka pêkhatina siyaseta legal a li bakur derdorên elît li pêş in. Ji HEPê bigire heta HADEPê û HDPê rewş wiha ye. Heta di destpêkê de di nava dilê vê siyasetê de hebûna kesên maldar balê dikişîne ser xwe. Wekî li gelek aliyên cîhanê, derfeta xizanên hejar tuneye bi siyasetê re eleqedar bibin. Îcar armanca çîna navîn ku li ser wê jî hin derdorên ji çîna bilind hene, di dema legalbûna siyaseta kurd de derket pêş. Ligel sempatiya wan a ji bo doza kurd, armanca wan bidestxistina derfetên siyasî û aboriyê bû. Bilindbûna dengên siyasetê di hilbijartinan de û bi taybetî bidestxistina şaredariyan têra xwe van derfetan derxistin holê. Digel sempatiya wan a me niha qal kir, ev derdor ne xwedî bernameyeke diyarkirî ya ji bo doza kurd bûn û formasyona wan a siyasî û entelektuelî têra vê yekê nedikir.

Lewma ji bo bidestxistina derfetên siyasî û aborî ew bi tevahî mecbûrî tevgera kurd bûn. Yanî ez dixwazim bêjim, têkiliya wan a bi tevgera kurd re ne li ser hevkariyê bû lê li ser bîatê bû. Helbet ne proje an fikrek ji bo parastina ziman û ne jî ji bo meseleyên din ên bi problema kurdan re eleqeder hebû. Eger rewş ne wiha bûya, derfetên mezin ên têkoşîna kurd derxist holê dikaribû bibûna bingeha ronesanseke kurd. Ji ber ku piştî 70 salên înkar û asîmîlasyonê polîtîkayên dewletê şikestinek mezin xwaribû. Li ser vê serfiraziya tevgera kurd bernameyên neteweyî yên di meseleya ziman, akademî, wesangerî û çand û huner dikaribûn bihatana bi peşxistin. Le hêz û formasyona çîna navîn tunebu ku bikaribe bi tevgera kurd re rûne û ji bo van mijarên stratejik nîqaş bike. Û di dewsa vê de wan ji bo berjewendiyên xwe, ji wan çi hat xwestin gotin erê û em di encam de gihîştin roja îro ku ji bo zimanê kurdî tiştekî kerhatî nehate kirin.

Dewleta tirk bi Navendên Desteka ji bo Malbatan bi dehezaran malbatan xist bin kontrola xwe.

Nêzîkî 20 salan bi dehan saredarî li ser navê tevgera kurd di destê çîna navîn de ma. Heta ne durî rastiyê ye ku mirov bêje çîna navîn herî zêde di vê demê de bi derfetên şaredariyan mezin bû. Di vê demê de bajar du qat, sê qat mezin bûn û di serî de avahisazî û kirîn u firotina erdên ji îmarê re hatin vekirin, hebûna çîna navîn di gelek sektoran zedetir bû. Helbet ev pêşketina aboriyê tevli bikaranîna zimanê jiyana bajaran ango tirkî pek dihat. Û jixwe tevgerê jî di mijara ziman de tiştekî cuda ne dikir û ne ji vê derdore dixwest. Bi taybetî rola şaredariyên bajaran û şaredariyên navçeyên navendî ya di bilindkirina prestîja civakî ya kurdî de mijareke heyatî bû. Rêvebiriyên şaredariyan dikaribûn zimanê naxweyî yê xebata şaredariyê bikira kurdî. Ji bo vê ne hewce bû li benda reformeke hiquqî an destûra dewletê bisekiniyana. Ev yek bi awayekî fiîlî dikarîbû pêk bihata. Bo nimûne li gorî lêkolîneke wê demê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zanîna kurdî di nava xebatkaran de ji % 98 bû! Têkiliyên bi gel re û hemû xebatên şaredariyê yên di nava gel de dikarîbû bi kurdi bihatana kirin. Ji bo hemû namzetên şaredar û endamên meclîsa şaredariyê û heta ji bo personelan şertê zanîna yek ji zaravayên kurdî dikarîbu bihata ferzkirin. Helbet yek ji van jî nehat kirin û rabûn di ser de jî hin şaredarên bi kurdî nizanin heta yên tirk li bajarên kurdan anîn ser kar. Bo nimûne li Baxleran ku piraniya welatiyên wê koçberên ji gundan bûn, Yurdusev Ozsokmenler kirin şaredar! Û di dema wê de Şaredariya Baxleran şerm nekir li ser navê xizmeta ji jinan re dest bi qursa tirkî kir!

Ez berpirsiyariya çîna navin a di windabûna zimanê kurdî de nîqaş nakim û nabêjim tenê rola wê heye. Ez dibêjim ew bi vê sekna xwe ya li dijî kurdî, bi politikaya asîmîlasyonîst a dewleta tirk re hevkariyê kiriye. Elîtên kurd di siyaseta gişt û şaredariyan de, zimanê kurdî kirin qurbana berjewendiyen xwe. Eger hûn bêjin ‘Ma qet tiştekî nekirin?’ ez ê ji bêjim belê hin qursên ziman vekirin û tabelayên xwe kirin kurdî-tirkî. Evqasî guhê ga jî nake û nayê wê wateyê ku şaredarî xwedî polîtîkaya parastina kurdî ye.

Qeymeqamiyên tirk ji bo asîmîlasyona zarokan karên pir mezin kirin. Cî bi cî şaredariyên kurd jî tevlî van projeyan bûn.

 

Eger em rastiya ji vê ji tahltir bibêjin; li bakurê Kurdistanê di warê ziman de întîxarek kolektif pêk tê, di nava vê proseye de hemû elîtên kurd cî digirin. Êdî kurdî wateya xwe ya ji bo nasnameya kurdîtiyê bi lez winda dike. Ev tê wê wateyê ku beyî kurdî jî nasnameyeke kurdbûnê mimkun e. 

Bangewazî êdî mijareke mîzahê ye   

Min jî berê hinek serê xwe bi modelan diêşand. Mixabin êdî mesele ne model e lê ev helwesta li dijî parastina zimanê kurdî ye. Hûn modela herî baş a cîhanê jî bînin, ev girseya asîmîlêbûyî ya bajaran ku em wekî çîna navîn pênase dikin û helbet girseyên din ên bajaran ku êdî ji bo wan prestîja kurdî nemaye, wê li hember bibin asteng. Eger em rastiya ji vê ji tahltir bibêjin; li bakurê Kurdistanê di warê ziman de întîxarek kolektif pêk tê, di nava vê proseye de hemû elîtên kurd cî digirin. Êdî kurdî wateya xwe ya ji bo nasnameya kurdîtiyê bi lez winda dike. Ev tê wê wateyê ku beyî kurdî jî nasnameyeke kurdbûnê mimkun e. Eger em mînakek ji cîhane bidin; proseya ku li Îrlandayê di 150 salan de bûye, li bakurê Kurdistanê di 20 salan de pêk hatiye. Herwiha heta niha tevgera kurd ne li ser dekolonîzasyon û rola ziman a di vê mijarê de nîqaş kiriye û ne bûye xwedî sekneke diyarkirî. Bangewaziyên sazî û dezgeyan jî bi ya min êdî mijareke mîzahê ye. Hemû kesên ku li ser navê parastina kurdî bûn sebeb ku 10-15 salên zêrîn bêyî têkoşîneke ziman pêk were derbas bibe, va ye careke din daketine meydanê.  Ev derdora ku ji bo berjewendiyên xwe derfetên siyaseta kurd li ser navê parastin û perwerdeya ziman bi kar anî û nehişt tevgereke li ser ruhekî sivîl û demokratîk a gel derkeve hole, niha şerm nake û derdikeve pêş kamerayan û ji bo kurdî careke din bang dike.

Li aliyekî din, êdî tevgera kurd û hemû elîtên kurd ji dil biryara parastina kurdî bidin jî ev yek wê têrî parastina kurdî neke. Bakur nêzîkî 40 sal in bûye qadeke şer û di encama vê de derfeta îstikrareke siyasî û aborî ji holê rabûye. Piştî şerê 2015an ku li keleyên klasîk ên kurdî pêk hatin, pê re koça bi sedhezaran kesên kurdiaxêf, desteserkirina şaredariyên kurd û zilma giran a li her aliyê bakur derket asta herî bilind, êdî hebûn û tunebûna kurdî ne girêdayî biryarên nênerên kurdan e. Lêbele ev nayê wê wateyê ku tiştekî nikare bê kirin. Lê êdî tu rexistin û derdor nikare di van şert û mercan de bi tena serê xwe encamekê bigire. Ya herî baş hem realîteya niha û hem ji li ser van salên dawî yên min qal kir, divê bi bêhneke fireh nîqaşên serbest bên meşandin û piştî ronîkirina vê dîroka reş a tevli aktorên wê divê ji bo rewşa nû hin formulasyonên realîst bên bipêşxistin.

Jêder: “Ev nivîs ji hejmara 16an a Kovara Dilopê de bi sernivîsa “Statuya aborî ya zimanekî û asîmîlasyon” hatiye weşandin. Nivîs ji bersivên pirsên hevpeyvîna bi nivîskar re hatiye kirin pêk tê.

 

Di wêne da: Dibistanek li navçeya Peyas (Kayapinar) a Amedê/Diyarbekir. Siyaseta kurd ji bo perwerdeya zarokên kurd tu projeyek pêşnexist û sedhezaran zarok bi tevahî teslîmê sîstema asîmîlasyonîst a dewleta tirk hatin kirin.

Çavkanî : http://infowelat.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev