”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 45

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 45

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ” TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ”. Em îro beşa pêşin çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

K. V. Vêrtyayev

TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ -1

Perçekirina Kurdistanê, ku gorî Peymana Sevrê a sala 1920î şansê wê hebû bibe dewleteke serbixwe, hîsên welatparêzîyê yên piranîya kurdan şîyar kir.

 

Pirsa kurdan hetanî niha jî li Îraqê, Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê bûye beşeke pirsgirêkên wan welatan û gelek caran ew pirs wek alet tê bikaranînê bona bigihîjine pêkanîna armancên xwe yên sîyasî. Hêzên kurdan yên miletîyê di hêlekê va hewil didin otonomî an serxwebûna xwe bi dest bixin, wek ku ew yek li Îraqê bûye, di hêleke din va jî berjewendîyên desthilatên wan welatan rê li ber van daxwezan digirin. Gorî taybetmendîyên her welatekî, ku xerîta kurdan ya êtnîkîyê perçe kirine, tevgera kurdan ya gelêrî bona bidestxistina mafên xwe carina dibe sebebê wêrankirinê û bedbextîyan.

Di salên 20î yên sedsala 20an beşa a kurdan li ser axa Tirkîya Komarîyê dijît, piranî jî li herêmên başûr-rohilatê. Dû ra beşeke wan sirgûnî deverên welêt yên merkezî kirin, gelek jî bi reza dilê xwe bo kar berê xwe dane Stembolê – ev megapolis heta niha jî bajarekî ku niştecîyên kurd herî pir lê dijîn e. Di wan deman da li Tirkîyê zêdeyî sê mîlyon kurd hebûn, û 85 % ji wan karê malhebûna gund dikin. Li Îranê jî jimara kurdan dikir weke sê mîlyon kes, li Îraqê weke mîlyonek, lê li Sûrîyê 300 hezar.

Wek ku me di beşa berê da destnîşan kiribû, heta nîveka salên 1920î statuya kurdan a miletîyê û sîyasî di bin sîbera minaqeşeyên di navbera Tirkîyê û Brîtanîya Mezin da derheqa wê yekê da, ka wilayeta Mûsilê gerekê bibe a kê (London dixwest wê bi fermî bike beşeke Îraqa di bin hukumê xwe da) wek berê ne zelal ma. Wê demê taybetmendîyeke tevgera kurdan a miletîyê di Sûrî û Îraqa binmandat da (lê ne li Tirkîyê) rêça wan a dijî împêrîalîstîyê bû, ku bi awayekî zelal xuya dibû. Nimûneyeke wê yekê ya geş tevgera miletîyê ya hukumdarê Suleymanîyê Şêx Mehmûd Barzincî ye, yê ku bi temamîya hêza xwe va derdikete dijî wê yekê, ku bikevin bin parastina Brîtanîyayê, lê bi tu awahî nikaribû bûbûya qiralê Kurdistana serbixwe, ew jî wê demê ku bi awayekî aktîv piştgirî digerîya, herwiha ji hukumeta Sovyetî jî.

Îngilîsan di hindava Şêxê serî hildayî da metoda rêvebirîyê ya bi navê Malîkîyê bi kar dianî, dema wana ew metod bi awayekî serketî li Bêlûcîstana bin hukumê xwe da pêk anî, ango desthilata zevtkar bi rû va desthilata hukumdar nas dikir, lê di eynî wextê da rê li ber pêwendîyên wî bi cihana derva ra dibirî. Ango, desthilata Brîtanîyayê li Îraqê her tişt kir bona dengê Mehmûd Barzincî di dema amadekirina Peymana Sevrê a aşîtîyê ya sala 1920î neyê bihîstinê. Di encamê da beşeke mezin ji Kurdistana Başûr, ku bi neftê va dewlemend e, nekete nava axa Kurdistana serbixwe ya xeyalî.

 

Li Îranê di salên 20î û 30î yên sedsala 20an desthilata Şah sîyaseta merkezkirinê dida derbazkirinê: tevaya desthilata li Kurdistana Îranê kete destê karmendên Tehranê.

 

Piranîya derebegên kurdan derketin dijî desthilata merkezî, ji ber ku bi biryara desthilatê ji vir şûnda xeberdana bi zimanê kurdî an jî wergirtina cilên kurdî yên gelêrî li Îranê dihate qîmetkirinê wek dîyarkirina ”newelatparêzîyê”. Wek ku lêkolînera Rûsîyayê O. Î. Jîgalîna destnîşan dike, di salên 1930î Şah Riza Pehlewî hewil da pêşî li daxwezên cudaxwezîyê yên serekeşîrên kurdan bigire, lê daxwezên wisa xwezayî bûn, ji ber ku eşîretên mezin yên binavûdeng Şikakî, Celalî û Xerkî ser dirêjaya sînorên Îranê bi Tirkîyê ra dijîyan. Û tenê ji pêwendîyên van serekeşîran yên di nav hev da ra girêdayî bû, ka gelo wê serhildaneke yekgirtî destpê bike û gelo wê ”Kurdistana Mezin” a xeyalî bê îlankirinê…

Serekê eşîra Şikakan Îsmaîl axayê (xan) Simko (1887-1930) jî hereketên mezin xerc kir bo testîqkirina hukumê xwe li Kurdistana Îranê (Rohilatê). Lê şerê wî bi aşûrîyên xaçparêz ra li ser riya pêkanîna armancên wî bûne asteng, dema wî di adara sala 1918an da metranê aşûrîyan Mar-Şîmûnê  Benyemînê 21ê bi bêbextî kuşt. Havîna sala 1919an leşkerên Simko Ûrmîye zevt kirin û sala 1922an li wir derheqa sazkirina “Hukumeta Kurdistana Serbixwe” hate îlankirinê. Di nav demeke kurt da xênji Ûrmîyê  herwiha Selmas, Kermanşah, Erdelan jî ketine bin desthilata hukumeta Simko da, ku xwe wek paşa îlan kiribû. Sala 1923an artêşa Îranê Ûrmîye li xwe vegerand, û Simko vekişîya, berê xwe da Tirkîyê. Ewî tevaya hêza eşîra xwe derxiste meydana şêr bo rizgarîya Kurdistanê, lê sala 1930î kete nava dorgirtinê û hate kuştin.

Simko merivekî bêbext û bawermendê dînî bû, lê di eynî wextê da jî hewil dida cem kurdan hîsên miletîyê bide şîyarkirinê û perwerdekirinê. Bo nimûne, bi tevgelîya wî ya aktîv dibistanên kurdî yên pêşin hatine sazkirinê: sala 1990an li Soûcbûlakê (Mehabadê), sala 1913an li Xoyê. Simko bi awayekî ciddî amadekarîya pêkanîna plana xwe ya damezirandina Kurdistana serbixwe dikir: sala 1921ê ewî barêgeha leşkerên xwe cîguhastî Soûcbûlakê kir. Li vir wî weşandina rojnameya ”Kurdistana Serbixwe” (”Roja Kurd”) organîze kir. Ewî destpê kir artêşa xwe ya fêodalî bike artêşeke hemdemî. Lê, wek ku dîrok wê bide xuyakirin, sebebê têkçûna kurdan xênji wê yekê, ku hêzên wan û dijmin ne wekehev in, herwiha tunebûna yekîtîyê ye di nava hemû tevgerên wan da.

Hema ew yek bû sebebê têkçûna serhildana bi serokatîya Şêx Seîd ya sala 1925an li Tirkîyê, ku serhildana kurdan ya here mezin bû di nîveka pêşin a sedsala 20î da û bi hêzbûna xwe û paşmayînên xwe va yeke wek wê tunebûye. Ewê rêçeke kûr di dîrokê da hîşt û di nava edebîyet û zargotina kurdan da cîyê xwe girtîye.

Şêx Seîd (1865-1925) bi esilê xwe va musulmanê Neqişbendî bû. Ew li gundê Palu, li Elazigê ji diya xwe bûye, xwendina ruhanî-dînî li gundê Kolhîserê stendîye, ku dikeve devera Erzurumê. Piştî hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê ew kete nava rêxistina kurdan ”Azadî”, ku nûnerên civaka kurdan yên cuda cuda di nav da hebûn: karmendên leşkerî, avûqat, nivîskar. Şêx Seîd wek rêberê dînî û wek mirov, ku xwedî qedir û hurmeteke mezin bû, serokatî li serhildana kurdan ya sala 1925an li Tirkîyê ya dijî desthilata kemalîstan kir. Şervan daxweza careke din avakirina Xelîfatê kirin, ku rêvebirîya gorî dînê îslamê bû, ku di demên Împêratorîya Osmanîyê û Tirkîya Komarîyê da hebûn. Bangawazîyên derheqa sazkirina dewleta kurdan ya serbixwe da tunebûn jî, lê gelek kurdên civaka Tirkîyê tevî serhildanê bûn. Hurmeta Şêx ewqas pir bû, ku kurdên ji 35 eşîretan bûne terefdarên “Azadî”yê. Serhildan di navbera 8 û 16ê sibatê sala 1925an bi zevtkirina gundê Derxanî destpê bû û ew hate îlankirinê wek paytextê demkî yê serhildêran. Opêrasyona artêşa leşkerên Tirkîyê dijî serhildêran bi sirgûnkirina kurdan ya bi destî zorê ber bi herêmên merkezî yên welêt destpê bû. Çil heft teşkîldarên serhildanê, di nav wan da herwiha Şêx Seîd jî, hatine girtin û bi fermana mehkemeya leşkerî hatine dardakirinê. Berî dardakirinê Şêx Seîd got: ”Ez bi misqalekê va jî ber xwe nakevim, ku bo gelê xwe şehîd dibim. Em ji wê yekê razî ne, ku nevîyên me wê ber dijminan şermî nemînin, serî netewînin”1.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev