Pirsa we û bersiva me – 194

Pirsa we û bersiva me – 194

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersîva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî-2

1-

Mirovê bêkêmasî:

– Di 5ê sibehê de şiyar bibe

– Her roj sporê bike

– Nivînan hilîne

– Alkolê venexwe

– Di midbexê de bibe alîkar

– Her dem di wextê xwe de amade be

– Pirtûkan bixwîne

– Di 9ê êvarê de rakeve.

Hûn dikarin li ku derê zilamek wusa bibînin?

– L I  G I R T Î G E H Ê !…

 

2-

-Çima tu naçî malê?

-Jina min hêrs bûye.

-Sedema hêrsbûna wê çi ye?

-Ji ber ku ez ne li malê me.

 

3-

Dema ku Şêxo trampêl dajot, ew di kontrola polîs de asê ma.

Polîs: Weke kevneşopiyek, em 10 hezar lîra wekî diyarî didin ew kesê 1000-mîn ku em radiwestînin.

Şêxo qîriya, got Alaaaahhh, û dest bi dîlanê kir.

Polîs pirsî: Tû yê bi vî pereyê ku me da te çi bike?

Şêxo: Ez dê xwe li dibistana trafîkê qeyd bikim û ajokarta xwe bistînim.

 

4-

Ji bo ku me di ezmûnê de kopya dikişand mamoste em dîtin û em birin odeya midûr. Di wê navberê de qaymeqamê navçeyê hat dibistanê û midûrê me em wekî xwendekarên berbiçav ên herî jêhatî di dibistanê da dan nasandin û me li gel qaymeqam wêneyek kişand.

 

5-

Zengilê telefona mamoste lêxist.

-Silav, tu mamoste Selman î?

-Belê

-Wele kurê min nexweş e û îro nikare were dibistanê.

-Naaa!.. Ez bi kê re diaxivim?

-Bi bavê min re!…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev