
Ronakbîrekî meyî navûdeng, nivîskar û rojnamevanê navdar Vanîkê Elîxan serê xwe danî ax û berên sar. Bo bîranîna wî guh bidine vê bernameyê bona zêdetir wî nas bikin.
Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA serxweşîyê dide malbeta Vanîkê Elîxan, hemû hezkirîyên wî, ku yek ji wan em bûn.
Guhdarên hêja wek her rojên pêncşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û çend helbestên Vanîkê Elîxan bikin, ku çend salan di redaksyona rojnameya Rya teze da kar kirîye, herwiha yek ji endamên Yekîtîya Rewşenbîrên Kurd bû li Ermenîstanê.
Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê Têmûrê Xelîl e.
Ezîzê Gerdenzerî derheqa Vanîkê Elîxan da
Sed heyf, ku ez di demeke wisan da derheqa Vanîkê Elîxan da dinivîsim, ku em herdu jî îdî ne li welatê xwe ne, lê li Awropayê, di mihacirîyê da nin. Lê çi xweş bû, dema me li Rewanê (li Ermenîstanê) bi Têmûrê Xelîl, Çerkezê Reş û gelek kurdên welatparêz yên din ra di Komela ”Ro” da gelek kar û barên ji bo gelê xwe dikir û ji karê xwe lezet didît. Dimîne em tenê bêjin: ”Sed mixabin û xwezî li wan rojan”.
Vanîkê Elîxan yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenîstanê ye ku xizmetkirina ji bo gel karê xwe yê yekemîn dihesiband.
Ew di sala 1942an da li gundê Rya Teze da (li Ermenîstanê) ji diya xwe bûye. Piştî xwendina di dibistana gund da, ew li zanîngeha mamostatîyê ya zman û edebîyeta kurdî da tê qebûlkirin. Piştî temamkirina wê xwendinê ra, ew di dibistana gundê xwe da dibe mamostayê kurdî. Pişt ra, di salên 1961-65an da li eskerîyê da qulix kirîye û dû wê ra jî xwendina xwe li Înstîtûta Mamostatîyê xilaz kirîye. Ewî di dayîrên dewletê da çi kar jî kiribe, kurdeyatî ji xwe ra kirîye karê xwe yê yekemîn. Ji ber wê jî her karên xwe hîşt û derbazî redaksyona rojnama kurdî ya ”Rya teze” bû û li wir du salan (1993-94) rojnamevanî kir. Di wan salan da ew herwiha endamê komîtêya Yekîtîya Rewşenbîrên Kurd bû li Ermenîstanê.
Vanîkê Elîxan niha li Almanîyayê dimîne û ji bo kêrî miletê xwe bê, helbestên awa dinivîse, ku em li jêr raberî we dikin. Em binhêrin çika kesera dilê wî û xewnên şevan di van helbestan da çawa xuya dibin.
Niha jî çend helbestên wî bixwînin û guhdarî bikin.:
Pîrozayî
Ez dilê xwe pîroz dikim
Wan tifalên gelên kurd ra
Yên ku hema dema pêşin
Çawa Xweda bîn da ber wan
Diqîrin û bi zarê dê
Kurdîtî ya xwe eyan dikin…
Roj-salên xwe pîroz dikim
Wan ciwanên kurd-madan ra
Yên ku şev-ro, bê tirs-minet
Bin tofana sur û serma
Şipûka bomb-fîşekan da
Welatê xwe diparêzin…
Ez ruhê xwe pîroz dikim
Wan zerî û dotmaman ra
Yên ku mîna mêran-şêran
Bûne pêşmêrgên şorişvan
Bo azadîya Kurdistanê
Bo rizgariya welatê dê…
Dil ruhê xwe bi temamî
Bi armanc û gumana zor
Bê xemsarî, bi fikrên kûr
Pîrozî wan şêran dikim
Sihet-qewat, emirê dirêj
Xweşmêrê kurd ra dixwezim…
Pîroz dikim bi daxwezî
Wekî huba dil-ruhê min
Wan ra bibe qurban, heyran
Bibe done arê şemdan
Alava agirê Newrozê
Ser oxira serfirazîyê…
Banga xerîbîyê
Min ra dibên dijmin-neyar
Neke xeyban, dew û dozan
Werê şad be tu emirê xwe
Kilam-destanan ser çê ke.
Dibên xweş e welatê te
Havîngeh e ew daristan
Çiyayên bilind û heçên sîs
Werê koçera ne û teyran.
Min got axir min ne dîtîye
Ezê çawa bidim pesnan
Çawa bikim kilam-destan
Wextê ew xewn e ji bo min?
Hemû alîyan gul in, gupik
Seyrangehê erd-warê we
Dor û ber tev xemilî ne
Pir çeleng e ew gulistan
Min got axir min ne dîtîye
Ezê çawa bidim pesnan
Yan jî bikim kilam-destan
Wextê ew xewn e ji bo min?
Dibên sar e avên kanîyan
Kesera dilan dertîne
Zozanên wê mêrg, çolistan
Temam, temam cinetî ne
Min got axir min ne dîtîye
Ezê çawa bidim pesnan
Yan jî bikim kilam-destan
Wextê ew xewn e ji bo min?
Ew dibêjin, lê dilê min
Dibê bindest e Kurdistan
Dor û berê wê cinetîyê
Şer û ceng e, zulma giran
Dîsa dibên dijmin-neyar
Bide pesnan, bike destan
Lê tev dilê xweyî kovan
Ez bûme yek û min got wan:
Na xêr, ezê dewsa pesnan
Kilam-destan û xweşkêlman
Bêjim hewar, lawên Medan
Rabin azakin Kurdistan
Bikim kilam, yan jî destan
Bidim pesinê azakaran
Bi xêr, xweşî û dilşadî
Bêjim: –Bijîn Kurd û Kurdistan…
Êlêgîya serbestîyê
Bi hub, dil û rez
Bi şabûna geş
Ez ketime nav reng
Ristên cihanê
Û bûme aşiq
Bûme kilamkêş
Min hûnand kilam
Beyt û serhatî
Ku bi te şa bim
Kubar-firnax bim
Kurdistana min…
Lê wextê min dît
Ev bêzarîya te
Ev bindestbûn û
Ev parçekirin
Hêja dilê min
Bi derd û kulan
Bi axîn-oxîn
Têr û tije bû…
Lehma jî dewsa
Saz û tembûrê
Defa hewarê
Min da destê xwe
Ku bilûbînim
Biqîrim, bêjim
Derdê dilê xwe
Bighînime dinê
Bêjime cîrana
Xêrxwez û bira
Ku miletê min
Hêsîrîyê da ye
Zar-zmanê min
Qedexe kirî
Wekî cî-warên
Kurde nav-nîşan
Cizîra Botan
Li ku Mem û Zîn
Bi evîna geş
Hev bûbûn maşoq…
Şengal-Lalişa
Meye Nûranî
Çiyayên Zagrosê
Colanga emir
Jîyana kurdan
Mêrg-zozanên me
Ku bi çavkanîyên
Lazûre bi hêz
Û gul-gupikên
Hezar rengî va
Tev xemilî ne
Îro bindest in
Bin zor û zulma
Giran da mane…
Ezê biqîrim
Û bilobînim
Hewarzê daxim
Cîhana şên da
Ku her ro kurdan
Ev erd û esman
Bûne qetlame
Bela kim, bêjim
Wekî lawên kurd
Her bo azadîya
Welatê kurda
Emirê xwe didin
Wekî keçên me
Dewsa dewat û
Govendên giran
Tevî hevalan
Ketine dîlana
Doza azadîyê
Wekî aza bin
Kurdistan saz be…
Û hema hatin
Rojên dilxweşîyê
Em bûne xwedîyê
Welatê serbest
Hêja evîna
Memê û Zînê
Alava dilê
Mîrê Botanê
Nav-deng, kirinên
Mêrxas Barzanî
Bangîna ruhê
Mehemed Qadî
Wê bibin kilam
Bibine roman
Dîroka Madî
Wê bêne dayîn
Ser dika aza
Ku kurd-Kurdistan
Bi hub û dilşa
Bîr bînin mêrxas
Û şehîdên xwe
Pêşmergên heval
Dost û xêrxazan
Dewata bikin
Zaran terbet kin
Bibin xwey-xudan
Ser erd-warên xwe…
Û ezê hêja
Bi hub, dil û rez
Bi şabûna geş
Bikevime nav gund
Bajarên kurda
Bibim kilamkêş
Yan jî tembûrvan
Yanê qet na-na
Şivan û gavan
Ku bi te şa bim
Kubar-firnax bim
Kurdistana min…
Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemên Vanîkê Elîxan kir, ku çend salan di redaksyona rojnameya Rya teze da kar kirîye, herwiha yek ji endamên Yekîtîya Rewşenbîrên Kurd bû li Ermenîstanê.
Berpirsyara radyoya Riataza Bêlla Stûrkî bername bi sazbendîyê xemilandîye.
Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.