Pirtûka nû ya helbestvan Hinara Tajdîn hat weşandin

Pirtûka nû ya helbestvan Hinara Tajdîn hat weşandin

Hozan Efrînî

Berhemeke nû a nivîskar û helbestvana naskirî a kurdên Ermensitanê Hinara Tajdîn ronahî dît.

Ev jî nivîsa wê ye di dema weşandina pirtûka xwe ya bi navê Rojava…

 

”Gelî heval-hogirên mine dilovan!
Îro 20-ê îlonê neşirxana Êrmenîstanê, paytexta Êrêvanê da pirtûka mine helbestaye 7-a ronayî dît, ez ewê pirtûkê pêşkêşî netewa xweye herçar perçê Kurdistanê dikim.
Û wisa jî razîbûna xwe didime serkarê neşirxanê maqûl Vahram Xaraxanyan, wekî anegora xwesteka dilê min bê qisûr pirtûk hate ber weşanê.
Sipasîya xwe didime We hemîya”.
 

Em jî wek stafa beşa kurmancî li PUKmedia`yê germtirîn pîrozbahiyan li nivîskar û helbestvana kurd Hinara Tajdîn dikin û hêviya serkeftinên mezintir bo wê dikin. 

Çavkanî: PUKmedia

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev