Ji edebîyata cîhanê -1

Ji edebîyata cîhanê -1

Oscar Wilde û Serdema Victoriyayê

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Oscar Wilde di warê ziman û edebiyata Îngilîzî da, nivîskarekî gelekî hêja û bi qedr e. Ev şanoger, romannivîs, şayîr û gotarbêjê Îrlandî di 16ê Cotmeha 1854an da li Dublinê, Îrlanda, hatiye dinê.

Wilde di malbatek dewlemend da, ji hêla dê û bavên zana û rewşenbîr ve tê mezinkirin. Ji zarokatiya xwe da, xwendevanekî jîr û zîrek bû, ku ji bilî zanîna îtalî û yewnaniya kevin, bi fransî û almanî baş dizanibû.

Oscar Wilde, weke nivîskarekî di edebiyata cîhanê da şopeke mezin li dû xwe hîşt. Lîstikên wî yên gelekî tên zanîn, ên wek “Giringîya Jidilîyê”, “Mêrekî îdeal” û hîn jî li çaraliyê cîhanê têne lîstin.

Romana wî ya yekem ya bi nave “Wêneyê Dorian Grey”, yek ji girîngtirîn beşên edebî yên serdema Vîktoryayê ye. Her wiha kurteçîrok, gotar û helbest jî nivîsandine.

Piraniya mijarên wî li ser rexnekirina civaka Viktoryîyayê, edetên derewîn û durûtî, zewac, nirxên exlaqî, hwd. Di civaka wê demê da, Oscar Wilde wekî çîrokbêjekî jêhatî, zilamekî qeşeng û narîn, sosyetîkekî serqeda dihat naskirin, ku ger ew hemdemê me bûya, wê nikarîbûya pêsîra xwe ji paparazîyan xilas bikira.

Wilde di xortanîya xwe da bû birîndarê dil, birîndarê evînê. Dilşikestî bû, lewma delaliya ber dilê wî bi nivîskarekî din ra, bi Bram Stoker ra zewicî bû. Oscar Wilde jî di talîyê da, ji xwe ra Constance Lloyd xwest; lê belê, di jiyana xwe ya tevlihev ya evînê da tu car zelalî nedît, ku heta ji ber homoseksueliyê ket girtîgehê jî.

Piştî ku ji girtîgehê derket, berê xwe da Fransayê û jiyana xwe ya mayî li sirgûnê derbas kir. Di 30ê Mijdara 1900î da, di 46 saliya xwe de ji ber nexweşiya îltihaba mêjî ji vê dinê koç kir.

Serdema Victorîyayê ya salên ji 1837 heta 1901î ye, ku ev nav ji şahbanûya brîtanî, qralîçe Vîktoryayê wergirtîye.

Lê gelek pirsgirêk wê demê jî hebûn, wek bêedaletiya di nav civakê da, karkerîya zarokan, tade û zilma li ser jinan û hwd. Ev jî mijarên edebiyata vê serdemê ne. Forma edebiyata serdema Vîktorîyayê ya herî girîng roman e, û hin nivîskarên herî girîng Oscar Wilde, Lewis Carroll û Charles Dickens in.

Werger ji : Introduction to Oscar Wilde’s “The Happy Prince” 

 Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev