ROJ Bİ HERÎYÊ NAYÊ SEWAX KİRİN, NAVÊ WELATÊ KURDAN KURDİSTAN E

ROJ Bİ HERÎYÊ NAYÊ SEWAX KİRİN, NAVÊ WELATÊ KURDAN KURDİSTAN E

Latif Epözdemir,

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

 

Di van rojên dawî de gengeşîyên nû li ser çend bûyerên Kurdên hestîyar û helwestkar qewîmîn. Cemil Taşkesen û Hifzulla Kutum bi sedem bilêvkirina navê ”Kurdistan”ê bûn amanca tedehîya desthilata Turk. Mixabin ku îro, pergala sîyaset û rayedariya Turk li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatîye ava kirin. Va ye sed sal e navê Kurd û Kurdistanê li Turkîyê qedexe ye.

 

Sosyolog İsmail Beşikçi, akademisyen Bekir Tank û akademisyen Hifzullan Kutum her yek ji wan pispor û lêkolînerên Kurd bûn. Bi sedema ku di gotar û nivîsarên xwe de qala Kurdistanê kirin ceza dîtin û ji karên xwe yên zankoyê hatin dûrxistin. Beşikçî bi salan hepis xwar; Hifzullah jî li ser gilîkirina zankoya Firatê hate radest kirin. Di halek de ku zanko, bingeh û wargeh û navenda afîrandin û hilberîna zanîyarîyan û lêkolînên serbixwe ye, lê mixabin zankoyên ku di bin esareta fereseta Turkayetî da mane asê, îro ew jî navê Kurdistanê qedexe dikin. Ev şerm û qebehetek gelek mezin e.

 

Di rastîyê de, Kurdistan navekî dîrokî û erdnîgarî ye. Kurdistan ew cî ye ku bi hezaran sal e Kurd li wir cînişîn û niştecî ne. Kurdistan ew aqar e ku Kurd li ser xwedî çand û dîrok û kelepûr û ax û milk û mal in.

 

Hal ku wihayê:

 

1-Mistefa Kemal di 21 gotarên xweyên fermî de navê Kutdistanê dubare kirîye, 

2-Şemseddîn Samî di kîtêba xwe a bi navê “Kamusul Alem” de behsa Kurdistanê dike û sînorê Kurdistanê dide nîşandan, 

3-Ferhengzanê Turk Kaşgarli Mehmud behsa Kurdistanê dike û wek axa Kurdistanê dibêje “Erdul Ekrad” Kurdistan e. 

4-Kanunî Siltan Sulêman ji erda me re gotîye Kurdistan, 

5- Evlîya Çelebî jî ji erdê me re gotîye: ev der Kutdistan e,

6- Gelek rayedarên cîhanê û bi hezaran dîrokzanên cîhanî ji erda me re gotine navê vî erdî Kutdistan e, 

7-Heta dewletên dagirkerên wekî Îran û Îraq jî ji vê axa pîroz re îro êdî dibêjin Kurdistan, 

8- Navê Kurdistanê herî zêde di dema Osmanîyan de hate bikar anîn. Paşa û Siltanên Osmanî ji Fatîh hetanî Siltan Yawuz û Siltan Silêman heta Siltan Evdilhemid tu kesek navê Kurdistanê qedexe nekirîye. Bereks, Siltan Selim bi Beglerbegê Kurdistanê Mewlana Îdris re federasyonek Osmanî û Kurdistanê pê anîye. Şêwirmendên Fatih Kurdistanî bûne û Fatih sê gundên Kurdan li Stenbolê ava kirîye da ku Stenbol bibe bajarekî mislimanan. Siltan Silêman di hemû Fermannameyên xwe de navê Kurdistanê bilêv kirîye. Siltan Evdilhemîd bi navê “Kurdistan” keştîyek daye çêkirin û spartîye şaredarîya Stenbolê. Dîsa Siltan Evdilhemîd di sala 1847’yan de; bi navê Kurdistan çar madalyon (Zêr û Zîv û Tunc) daye çêkirin û wek xelata serkevtinê li leşkeran belav kirîye. Nexşeyên li ser van madalyonan raste rast nexşeya Kurdistanê bû ku bi fermana Evdilhemîd hatibû çêkirin. 

9-Bediûzzeman di nivîsarên xwe de gelek caran qala Kurd û Kurdistanê kirîye. Ku bêguman Seîdê Kurdî serwerê rêbaza nûranî ye ku piranîya Turkan her niha jî pêroyên wê rêbazê ne.

 

Dewleta Turk îro bi fermi hikumeta Kurdistanê a federal nas dike, di çûyîn û hatinên fermî de alaya Kurdistanê tê kêşandin û navçe wekî ku di destûra giştî a Iraqê de hatîye binav kirin, tê qebûl kirin.

 

Serokkomarê Turkîyê Erdoxan di sala 2003’yan de, di bernameyeke televizyonê de (Kanal D) ragehand ku “ceddên me Osmanî ne û ewan her tim gotine Lazistan û Kurdistan. Divê mirov ji van navan netirse.”

 

Hemu zana û aqilmendên cihanê vê axa pîroz weke erdê afirênerê mirovantîyê nas kirine ku gotine: “medenîyet û jiyana şarezahîyê li Kurdistanê, yanî li ser erda Kurda dest pê kirîye.”

 

Ya herî balkêş ew e ku bab û bapîr û ceddên Turka Kurdistanê naskirine, bilêv kirine, lê nevî û nevîçirkên Turk vî navê dîrokî qedexe dikin. Kurda jîyana hunerî û çandîya Turkan dewlemend kirine, jîyana derûnî û rûhîya Turkan xemilandinê, lê Turk di cîyê rêzgirtinê de hebûna Kurdan û welatê wan înkar dikin. Damêzrênerên musîka hûnerî a Turkan (TSM) Haci Arif Beg û Dede Efendî û Delalîzade û İtrî bi eslê xwe Kurd in. Zanîyar û rênîşanderên İslamî pirani Kurd in. Danerên tarîqatên mezin yên li navçe hemu Kurd in (Şahê Nexşebend, Mewlana Xalid, Şêx Evdilqadirê Gêylanî, Seîdê Kurdî). Piranîya Turkên misilman rêwengîyên rêbazên van zanayên Kurd in, lê eslê Kurdan û van kesayetan înkar dikin.

 

Lewraye ku:

 

1- Tenê Kurd navê welatê xwe dema ku anîne zimên; tedahî û zordarîyê dîtine, 

2-Mezinê Turkan jî, ji vê axê re gotine Kurdistan, lê sîyaseta bêesil a Pergala sîyasî a Turk navê Kurdistanê qedexe kirîye. 

3- Ya herî giring, yekem car înkara navê Kurdistanê di pirtûk û rîsaleyên Seîdê Kurdî de ji alîyê Fethulla Gülen ve hatîye kirin. Îro fereseta Turkan di halek de ku hemû kiryar û xebat û lebatên FETO red dike; lê tenya qedexebûna navê Kurdistanê bicih dihêle.

 

Ku beramber bi van rastîyan:

 

-Ev feraseta Turkan a “ tekane” û “Turkane” hebûna Kurd û Kurdistanê ji bo xwe wek xeter yanî “tehdît” qebûl dike û ji vê rastîyê ditirse. 

-Bi vê sedemê eşkere ye ku pirsa Kurdayeti ne tenê pirsek miletî ye; ew di heman hal de pirsa erd û aqarê û axa “Kurdistanê” ye jî. Yanî pirsa Kurdan pirsa welatekî qedexekirî û dagirkirî ye.

Pirsa Kurdan pirsa azadî û serxwebûna milet û welatekî bindest e ku îro bê riza me hatîye dabeş kirin.

Lewra ye îro hemû Kurd li her warekî ku lê dijîn, lazim e dengê xwe bilind bikin û ji civaka navnetewî re rabigênin ku êdî vê rewşa dabeşkirî a Kurdistanê qebûl nakin.

Bi kurtasi ev pirsgirek ya Turkan e. Ya divê xwe ji van şerm û şermezarîyan rizgar bikin, yan jî wê heta hetayê wisan sernizim û şermezar bimînin.

Û careke din ser û dilê şaire Kurd Xal Eskerê Boyîk xweş be ku çiqas delal nivsandîye;

 

“Ez dizanim wê Kurdistan çê be

Tavê qelema wê be,

Azadî beyreqa wê be;

Ez dizanim wê Kurdistan çê be

Çavê aleme lê be,

Lawê Kurd egîdê wê be,

Îro be, yan jî sibê be

Ez dizanim wê Kurdistan çê be.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev