
Zewac-mêrkirin
Werger: Nura Şane
Bo xwedê çiqas zehmet e qerarekî bidim.
Yek an du heb bûna dîsa dibû, lê çar heb…
De were ji nav wan yekî hilbijêre.
Nikanor İvanoviç hinek zeîf e, lê têra xwe baş e.
İvan Kuzmiç jî hinek qelew e, lê ji bavê xwe quretir e.
Ka bêjin ji min ra çi bikim?
Baltazar Baltazaroviç jî mêrekî ezîz e.
Axx çi zor e biryarekî bidim…
Lêvên Nikonor İvanoviç, pozê İvan Kuzmiç û hal û hereketên Baltazar Baltazaroviç… Ser da jî hijmetkariya İvan Pavloviç zêde bibûna. Ew wext hilbijartin rehettir dibû.
Lê anha bifikre, bifikre, bifikre..
Bi Xwedê êş kete serê min. Bi ya min rêya herî baş kura bikşînim. Zewac karê qismetê yê. Siwarê hespê xwe bibim û bêjim ya Elah ya Xwedê.
Êdî ji kurayê kê derkeve ewê bibe mêrê min.
Ezê navê wan yeko yeko binivîsînim ser kaxizê û bavêjim. Êdî kê ket destê min. Qismetê min kê be, dîyar dibe.
Riataza