Kurdistan li ku der e?

Kurdistan li ku der e?

Şemsettin Işıklı

 

Dijmin baş, hem jî baştir dizane ka Kurdistan li ku der e.

 

Lê mixabin hin ji me û bi giştî siyaseta kurd, bersîva vê pirsê digemirînin, digevizînin, şilo dikin û dinixûmînin.

 

Peyva ”Kurdistan”ê ne xeyalî ye, ne razber (neberbiçav) e, ne folklorîk û ne nostaljîk e. Ne peyvek e ku bê îstismarkirin.

 

Navê welatekî ye, navê axekê ye. Ew welat yê miletê kurd e.

 

Kurdistan heqîqeteke şênber (berbiçav) e, ax û milk e, nav e, dil e, mejî ye, dîrok û civat e.

Kurdistan ziman e, bi zimanê kurdî neqişandî ye û ew ziman yê miletê kurd e.

 

Kurdistan xwedîyê nexşeyekê ye û cihê wê di nav nexşeya dinyayê de diyar e. Kurdistan wek xencerekê di nav dilê Rojhilata Nêzîk û Navîn de daçikandî ye.

 

Kurdistan wek her welatekî xwediyê sînoran e. Ev sînor axa Kurdistanê kifş û berbiçav dikin.

 

Hişmendiya neteweyî bi vê axê, bi vê erdnigariyê û bi sînorên wê ve bilind dibe û dikemile.

 

Hişmendiya neteweyî bi helwêstgirtina li dij dagiriya vî welatî çêdibe û digihîje.

 

Hişmendiya neteweyî bi redkirina hemû sazî û dezgehên dagirkeran, yên li ser vê axê, di dil û mejî de cî digire.

 

Hişmendiya neteweyî bi armanca serxwebûn û cudaxwaziyê di laş û giyanê de zil dide û hêşîn dibe.

 

Pêlkurd li dû vê hişmendiyê ye.

 

Bijî serxwebûna Kurdistanê!

 

Wêne: Bakurê Kurdistanê (Abdurrahman Onen)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev