Nameyek Derengmayî – 2

Nameyek Derengmayî – 2

Nivîskarê malpera me bi vê sernivîsê nivîsek ji du beşan bo malpera me şandîye,

ku tê da evîna warê wî, welatê wî, evîndara wî ketine hev

û di hiş û mejûyê xwendevanan da bêrîkirineke dilgerm disêwirînin.

Kerem bikin, îro beşa wê a duduyan bixwînin. Beşa pêşin me duh çap kiribû.

 

Mela Mihyedîn

 

“Hub di qelban kimîya ye”

Cizîrî

Belê dotmama delal…

Me cara pêşî li Amedê hev nasî. Belkî sê an jî çar caran me hevdu dîtibe. Piştî qedandina mektebê neçarbûm vegerim mala xwe û min xatir ji Amedê xwest. Ji xeynî bajêr min ji kesekî/e din xatir nexwest û keyfa min jî ji xatirxwestinan qet nayê. Dema yek xatira dixwaze hîssek dijwar li min musallat dibe, wek heta ebedê ez ê wî/wê qet nebînim… lewma min xatir ji mirovan qet nexwest û li paş xwe jî qet nemeyzand.

Belê dotmam wext wekî cinawirekî ye. Me bi saxî, tevlî çerm, goşt û hestîyan diavêje devê xwe û me dicû. Wijdan û hîssên wextê qet nîn e, bi dilgermî qet nêzî me candaran nabe. Wext mîna zaroka ye. Wekî pêlîstoka di destê zarokan de bi me dilîze û dema karê wê bi me qedîya dîsa wekî zarokan me diavêje û me li bin guhê erdê dixe.

Mixabin di ezmûnê de bi ser neketibûm, ji ber vê yekê jî bi awayekî fermî neketibûm ser karê xwe. Ji ber vê yekê jî hema çi kar diket ber destê min, min dikir. Min karê kulîlka kir serê pêşî, ji wir derbasî karê lokanteyê bûm û li wir bûme garson, ji wir jî derbasî karê reklamê bûm û herî dawî jî li mektebek taybet min dest bi mamostetîyê kir. Gelek kar, gelek xwendekar, gelek insan û gelek serpêhatî di van salan de bûne para min û hemûyan jî bi awayekî kêm an jî zêde bandorek li jîyana min kirin.

Belê dotmam, piştî şeş an jî heft sal şûn de te peyamek şand. Peyama te nazik û bi dilgermî hatibû nivîsandin. Te helbestek Arjen Arî şandibû û di hundirê helbestê de te peyvek ji min pirsî bû. Piştî peyama te hê hêdî wekî çawa pîrepind tefna xwe vedide me jî wisa hêdî hêdî hevaltîya xwe, sohbeta xwe û parvekirinên xwe zêdekir û me hevaltîya xwe wekî pîrebindê hêdî hêdî honand. Hema di carekî de tu tevlî jîyana min bûyî û wekî heyva li ezman te jîyana min bi hebûna xwe ronîdar kir.

Her tişt bi gavek piçûk dest pê dike. Gava me jî piçûk û gavên xurt bûn. Bi gavên biçûk û xurt mirov pêşerojek xurt ava dikin. Bi gavên biçûk û xurt mirov tiştên xweş ava dikin. Me jî bi gavên biçûk û xurt xwe nêzî hev kir û me hevaltîyek xweş ava kir.

Spînoza dibêje: “Tişta dest pê dike dê teqez biqede.” Belê her çiqasî dil û mejî li hemberî vê yekê derkeve jî bêçare xwe teslîmî vê rastîyê dikin. Her çiqasî bixwazin li ber xwe jî bidin ev berxwedan bê feyde ye û tiştek jî naguhere. Rastîya jîyanê wisa ye dotmîra delal, her tişt bi awayekî nîvî dimîne û divê bimîne jî. Xeyal di xeyalan de pêkan e, ne di rastîyê de, jîyana rastî xeyalan qebûl nake. Lewma di qirika me de gotin nîvco dimîne, di mejîyê me de xeyal nivî û ziman jî lal.

Le her kesek li pey xwe şopekê dihêle. Dibe ku ev şop şopeke bihuştî be an jî şopeke dojehî. Belê dotmîra delal şopa te li pey xwe hêla şopek bihuştî bû. Çawa Beatrîce ji bihuştê hat û bi destê Dante girt û ew bir bihuştê, te jî wisa destê min girt û bi peyvên xwe, bi nêzîkbûna xwe te ez hilkişandim baxê bihuştê.

Çawa Amed tevlî jîyana min bû û bi demê re ez guherandim, tu jî wisa tevlî jîyana min bûyî û te ez guherandim. Çawa min ji Amedê xatir xwest û vegerîyam cihê xwe yê pêşîn, te jî wisa xatir ji min xwest. Lê xatirxwestina te û peyvên te yê delal hîn jî di dil û mejîyê min de olan didin. Eynî mîna Şêrko Bêkes “Te li pey xwe helbestek gelek delal hişt” û tu çûyî.

Belê dotmîra delal te jî li pey xwe nameyek gelek delal hişt û tu çûyî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev