Rêzehevpeyvînê Jina: Hinara Tajdîn

Rêzehevpeyvînê Jina: Hinara Tajdîn

Hevpeyvîn: Lokman Polat

 

  • Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Hinara Tajdîn – Ez li dewleta Êrmenîstanê ji dayîkê hatime rû dinê.

 

  • Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Hinara Tajdîn – 13-14 salîya xweda min dest bi nivîsandinê kirîye lêbelê bi tîpên ermenî, lê fikir û mitalên min bi kurmancîbû, ez zû derbasî ser alfabêya zimanê dê bûm. Ked û kara min bila netewa minra xweş helalbe.

 

  • Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

Hinara Tajdîn – Jinên mey kurda pêşewitîyê çand û kûltûra xwe bila xwadî derên, cirhet berbirî her pirsekê bisenin, zor û zehmet undakin. Bi dem-zemanada bav û birara bûyne pişt û komek, erefa meydana şêrda pişt dane pişta wan, bi çek-sîlihava berbirî dijmina sekinîne, ketine qal cengada bo şeref û namûsê, bo serbestîyê û azadîyê. Rola wan pir girîng û pîrozîye. Ew stûn û dîdema netewa me ne.

 

  • Naveroka helbestên te zêdetir li ser çi ye?

Hinara Tajdîn – Pênûsa min pir xemgîne. Hilbestên min cîyê xwe ye yekemîn digre welatparêzî, evînî, dostî û biratî, zor û zehmetîya fermana, ne wekehevbûna mirova, ez pir kêm disenim ser helbestên xwezayê.

 

  • Li gorê te helbest çiye?

Hinara Tajdîn – Helbest stûna wêjeyê ye. Helbest boy min -qîrînî, şewq û şemala hestên dile, qîrînîya êş û azarêye, kul-kesera hestên dilê birîndare, bangawazîya tifaq û yektîyê ye, azadîya welate.

 

  • Helbestvanê navdar Aragon dibêje : ”Evîna bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin.” Dibêjin miradê evîndaran naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî?

Hinara Tajdîn – Ezê hinekê ser pirsa jinên mey helbestvan ber fireh bisekinim, Hela xêlîya şermê li ber rûyê xwe xayîdikin, ew bi dilqê sê emîn dinvîsînin .Tirê curhet nakin eşkele û aza binvîsînin boy evîna dilê xwe. Hela em neghîştine wê dereca asta bilind, neghîştine mafê azadîya xweyê serbeste tam, çawa ku jinên dewletên pêş û pêşketî. Lê belê nenhêrin ewê yekê, hene gele nivîsandinê jinên meye zane beranberî edebîyeta netewa bîyanî nig bavîjin û li rex wan û wan pêştir wê bimeşin. Helbestvan timê bûye hêsîrê evîna qedexe, bûye şarûr, bilbila xem-xeyala, birîndara kul, kesera. Mixabin miradê wan diqurtise, dinîya ronik wanra dibe guristaneke reşe terî. Evîna wan bi dem, dewrana nemir dimîne, dibe êşeke dîrokê. Hema ew êş û azar hilbestvan dike bilbila evîna nemir.

 

  • Wek jineke helbestvana kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Hinara Tajdîn –  Hilbet, astengî ser riya her mirovekî pêjda tên. Lê tû astengî zehmet nedaye min, herge pêjda jî bên ezê ker û lal, bê deng ewan astengîya li ser riya xwe bidim hilînim. Helbestvan gerekê pênûsa destê xwe tû demî neke bindest û dîl, nebe qûlê nerastiyê, bê tirs bide kar anînê. Xwe bibîne li nava her netewîkîda, sînor neke navbera xwe û tû kesîda, boy êşa her mirovekî ( nenhêre çi milete, çi dîn û çi olî dihebîne) hezir bisene rex wan.

 

  • Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Hinara Tajdîn – Bi nivîsandin raste, bal gelê me hela kêmasî hene, lê ez gumanim rojên nêzda ewê bêne helkirin û çareserkirinê, ez pir kêfxweşim wekî gilî-gotinê biyanî ( tirkî, erebî …) li nava edebîyeta meda têne paqijkirinê , rê li ber wan qut dibe. Axavtinêda hela pêk tînin gilîyê bîyanî , gumanim ewêjî bêne çareserkirin û rastkirinê .

 

  • Hinek nivîskarên ku eslê wan kurd in bi tirkî, arebî û farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî, farisî û arebî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne?

Hinara Tajdîn –  Minê pir bixwesta wekî ewana bi zimanê kurdî binvîsandana, lê telabextêra dibeke zimanê kurdî ji wanra qedexe bûye, zimanê dayîkê dûr ketine, ez wan gunekar nabînim. Gunekarîya malbeta wane. Wekî ew binvîsînin dîrok, çîrok, romanê xwe, bo netewa xwe, bo Kurdistana bindest, ezê wan naskim û bibînim çawa nvîskarên pêşewitîyê kurd. Mesele: Vîlyam Saroyan bi eslê xweva ermenî bû lê bi înglîzî dinvîsî, kar dikir bo netewa xwe. Pirsa Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî? -Ez wana nabînim çawa nivîskarên kurd. Zimanê biyanî ji zimanê me dewlemend û zengîntir nîne, dayka tû kesî dayka me şirîntir nîne.

 

  • Tu digel nivîsîna helbestan, kurteçîrok jî dinivîsî yan na? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Hinara Tajdîn –  Belê, gelek kurteçîrok min nivîsandîye, lê hêj nehatiyê ber weşanê, 7 pirtûkên helbesta hatîye weşanê, pirtûka mine 8-a ez bawarim wedekî nêzda wê ronayî bibîne. Romanek bin destên mindane ser kar dikim. ”Evîna Wendakirî” çawa netewa me li Ermenîstanê sala 1990an hev bir bûn, mîna toximê gul, sosina belay temamîya gund, bajarên Rûssîyayê, Asîya Navîn û Avropayê bûn.

 

  • Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin?

Hinara Tajdîn – Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn ? -Edebiyêda rexnekirin ez karekî pîroz dibînim, wekî şaşî bingurkin, edebîya me bi akadêmîkî, têr û tije em berbirî cihanêkin.

 

  • Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Hinara Tajdîn –  Fîrdûsî. Ez bi dil û cergva tevî helbestame, helbest bo min nan û ave, ruh û cane.Tîrêja rojê ye ku şeve teriyê li ser riya min paqij dike wekî hestên dilê min li nava esîmanê sayîda derê seyranê.

 

  • Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

Hinara Tajdîn – Omar Xayam, Fîrdûsî. Lê yekemîn ez nvîskarên netewa xweye kurd hezdikim. Ew ronayê didin cot çevên min. Nivîsarên Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Tîrêj gelekî nêzî dilê mine. Li Sovîyêdê-Helbestvan û fîlasofê meye mezinî nemir Çergezê Reş.

 

  • Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan?

Hinara Tajdîn – Belê, mamostay maqûl min pirtûka Weye ,, ÇÎROKÊN RENGÎN” xwendîye û sipasîya xwe didime karên Weye pîrozî.

 

Pirsên min ev bûn. Tiştek ku tu bixwazî bibêjî heye gelo?

Hinara Tajdîn – Ez azadîya welatê xwe dixwezim, em jî serbest û bê tirs destê yektîyê, tifaqîyê bidne hevdû, çêkin dîlana, mil bi mil qîz û bûkên me bi kinc û bergên gul- gulîva mîna keskesora heft reng govenda azadîyê bigerînin. Dengê top, tivinga were birînê. Ez sipasîya xwe didime We.

 

Spas ji bo bersîvên te

 

Çavkanî: https://candname.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev