Di Çanda Kurdî de MARMIJ

Di Çanda Kurdî de MARMIJ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Zemanê berê, hin bizîşk hebûne ku ji wan re HEKÎMÊ KURMANCÎ dihate gotin. Di nava hekîman de jî hin kes hebûne, ji wan re MARMIJ dihate gotin.

Dema mar bi kesekî yan bi sewalekê vedida, ew marmij cihê ku mar pê vedaye bi kêrê diqelaştin û lê dimijiyan. Pêşî kevçiyek mast dixistin devê xwe hêj lê dikimijiyan û jehriya mêr dikişandin devê xwe û dirijandin. Careke din mast dixistin devê xwe û lê dimijiyan heta ku jehrî di tê de nemana.

 

Min di salên 1960î de gelek car li herêmên cuda yên Kurdistanê dîtiye ku bi mijandina marmijan, mirov ji mirinê filitîne.

 

Meselokek jî li ser Marmijan ku çend roj berê Silêman Axa Bekirî di vîdeoyekê de gotiye, weha bû:

 

. Keçeke Paşê ya 16-17 salî tenê hebûye. Lê pirî ku keçik bedew bûye, her kes jê re hişmetheyran dima. Rojekê keçik xwe li nava giyayê dirêj kiriye, marekî bi pêsîreka wê vedaye. Pêsîr werimiye û bûye qîr û zarîna keçikê.

Paşê peyayekî xwe siwar kiriye û şandiye pey hekîmekî marmij.

Marmij hatiye, dema keçikê dîtiye, ji delaliya wê re şaqiz bûye. Paşê gotiye Marmijî:

. De zû keçikê derman bike.

Marmij gotiye:

. Paşayê min, dermanê pêvedana maran, tenê mijandin e.

Paşê gotiye:

. Çewa mijandin? Yanî tu dê li memikê keça min bimijî?

Marmij gotiye:

. Paşayê min, erê wele, dermanê vê yekê tenê mijandin e. Yanena, wê keça te bimire.

Paşê gotiye:

. De zûke, keça min xilas bike, tu çewa dikî bike.

Marmij, devê xwe xistiye memikê Keça Paşê û lê mijiyaye, mijiyaye, bi dem û gavê mijiyaye, heta ku jehriya mêr tê de nemaye. Keçik bi xwe ve hatiye û rabûye ser nigan.

Paşê çend zêr dane Marmijî û wî bi rê kiriye.

Di wê navê re salek derbas bûye, rojekê diya Paşê derketiye derva û çûye li nava bexçeyê xaz geriyaye. Di wê navê re destava wê teng bûye, hema Pîrê di nava giyayê de rûniştiye û derpiyê xwe şihitandiye, lê ji nişka ve marekî gotiye çerq û pêvedaye. Bûye hewar û qîr û zarîna Pîrê…

Paşa dîsa siwarekî hinartiye pey Marmijê xwe.

Dema Marmij hatiye, Paşê gotiye wî:

. Mar bi şûna destava diya min ve vedaye. Zû lê bimije û wê ji mirinê xilas bike.

Marmij gotiye:

. Paşayê min, ez ê diya te derman bikim.

Paşê şûrê xwe ji kalên kişandiye û gotiye:

. Madem derman hebû, çima te keça min bi derman sax nekir? Bi gora bavê xwe kim, eger tu li şûna pêvedana mêr nemijî, ez ê serê te jê bikim.

Marmij li diya Paşê jî mijiyaye, heta ku wê jî ji mirinê rizgar kiriye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev