Nameyek Derengmayî – 3

Nameyek Derengmayî – 3

 “Evîn behre belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb”

Cegerxwîn

 

Mela Mihyedîn

Belê yarê…

Her tişt bi gavekê dest pê dike. Gava pêşî gava herî girîng û herî xurt e. Ew gav li pey xwe wê gavên din bîne. Ew gav wê li pey xwe pêşeroj û jîyanek nû bîne der.

Tirs di dilê her mirovî/ê de heye. Em nizanin kengî û çawa gava pêşî biavêjin. Mirov nikarin dev ji konfor û xweşîya xwe berdin û nikarin berê xwe bidin ber bi warekî neeşkere ve an jî newêrin. Insan çiqasî mezin bibin jî timî mîna zaroka ne. Tenê laşê wan diguhere, qama wan dirêj dibe û temenê wan zêde dibe, lê her tiştê wan wekî zarokan dimîne. Zarok jî cara pêşî dema gava xwe ya yekê diavêjin bi tirs û bi newêrekî diavêjin, lê dema ew gav hate avêtin ji wê kefxweşîyê xweştir tiştek nîn e.  Em mirov jî mîna wan zaroka ne. Newêrin an jî ditirsin ji bo gavavêtinê, lê dema meriv ew gav ber bi hev ve avêt wê demê derîyek nû ji bo me vedibe.

Belê yarê, heta vî emrê xwe min qet newêrî gav bavêjim û ew tirs tim dilê min de hebû. Di dema zanîngehê de gelek jin nêzî min dibûn û ji wan gelekan teklîf dane min, lê min yek jî qebûl nekir. Ta heta vî emrê xwe hatim. Li bendî çi bûm û kê bûm nizanim, belkî jî li bendî te bûm…

Tu hatî û tu tevlî jîyana min bûyî û min xwe bê tirs û bi wêrekî xwe teslîmî destê te, dilê te, mejîyê te û lêvên te kir.

Belê yarê, her gavên pêşî yê têkilîyê ji alîyê te ve hate avêtin. Te bi destên xwe hêdî hêdî wekî neqqaşekî li ser dil û mejî neqşa xwe xemiland û min jî bê hesab û bê kitêb xwe sipart himbêza te. Bi demê re hêdî hêdî tovê me di dil de çandî serî da û bi ava evînê û bi gotinên evîndarî me ew mezin kir. Ew tov mezin bû û bû darek xurt.

Te pir dixwest dara me zûtir bighe û bikemile, lê karê ecele bi xwe re nexweşîyan jî tîne. Te qet ev yek fikar nedikir. Ez û te ji ber kelecana jîyana nû û bi xeyalên evîndarîyê tim bi sermestî tevdigeriyan.

Carekê ji bo jîyana nû te gustîlka destê xwe biribû ser tirba pîroz ya Pîrê Xerîb û te gustîlk di xaka wî de veşartibû da mirazê me bê cî. Te li wir ji bo pêşeroja me dûa jî kiribû. Belê yarê, dûayên te qebûlbûn û me bi hev re berê xwe dabû jîyanek nû.

Her tişt bi xweşî dest pêkiribû û te hemû gavên delal avêtibûn. Min jî ya ket ser milê xwe pêk anî û ji helbestvanekî gewrê min teklîf dabû te: “Her kes bextewarîyê dixwaze, lê ji bo bextreşîyê jî tu heyî?” te jî gotibû: “Erê”. Her tişt wisa dest pêkiribû û bi xweşî diçû. Helbet piştî her xweşîyê nexweşî tên û piştî her nexweşîyê jî xweşî.

Hîn berîya fikra zewacê nehatî meydanê nexweşîyek dijwar bi te re derketibû. Lê li gel hemû nexweşî û zehmetîyan me têkilîya xwe domand û me destê hev berneda. Bi replîka fîlmê Corpse Bride te teklîfa zewacê dabû min û min jî qebûl kiribû. Piştî teklîfa te min jî bi heman hevokan ew teklîf dubare kir û te jî qebûl kiribû.

Li gel hemû nexweşî û zehmetîyan me gavên xwe ber bi pêşerojê diavêt. Heta felek li me gerîya an jî heta ez leqayî rastîyê hatim û ji xewnê şîyar bûm. Heta wê dewrê her tişt bi xweşî bû, lê kengî rastîyên veşartî derketin meydanê bi carekê her tişt berovajî bû. Di têkilîya zewacê de rastî divê tim bê gotin, lê mixabin di serî de te rastî veşartibû.

Zewac mîna dansê ye. Divê partner li gorî hev gav bavêjin. Heger yek zêde an jî kêm gav bavêje ew ahenga dansê xira dibe. Di zewacê de jî divê jin û mêr bi hev re, bi senkrîzasyon gav bavêjin. Ji bo ahenga me xira nebe û em bi hev re pêşerojekê ava bikin gelek caran bi te re axivîm. Te qet guh nedida min û te her daîm aheng xira dikir.

Belê yarê, hebûna eşq û hezkirin tiştek pir xweş e, lê her tişt bi demê re mîna gulê diçilmise, kêm dibe û carna jî dimire. Tişta têkilîyê û zewacê li ser linga dihêle hurmet, bawerî û dilsozî ye. Heger ev her sê hebin hemû têkilî û zewac heta hetayê wê biçin.

Belê bi kin û kurtasî ev bû çîroka me û ev bû para me. Dema min dît êdî gotin bê feyde ye, ne hurmet maye, ne bawerî û ne jî dilsozî. Min cara dawî gotinên xwe anî ziman û xatirê xwe ji te xwest…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev