Oldarên gundê me – Qundesazê

Oldarên gundê me – Qundesazê

Ji bîranînên min

Dr. Eskerê Boyîk

 

Gundîyê me timê jî ziman, zargotin, erf-edet, rabûn-rûniștandin, nirxê xwe yê netewî û bawariya xwe va girêdayî bûn. Heta salên Sovêtiyê ye dijwar û wusa jî dewrana stalînîzmê da, wextê dêr û mizgevtên gelên cînar di bin îdêolojiya atêîzmê da dihedimîn, dikirin kadînê kayê, cîyê xweyîkirina heywên, kîlerê hasila kolxoza-sovxozan û hwd, Êzdiyê êla Axbaranê û wusa jî gundiyê me, rojiyên xwe timê we‘de da, rojê kivșkirî digirtin, eyd-erefatên xwe, edetên xwe ҫawa pêșîyên wan kiribûn, wan jî wusa derbas dikirin. Raste hinek oldaran, cwamêrên êlê yê kivș yên bi nav û deng di wê rê da ziyan dîtin, ketine hebs û zindanan, sirgûnî Sîbîrê bûn, wan rêyên teng da wunda bûn, lê dîsa xelkê dest ji edetê xwe, hed-seda kal û bava bernedan. Ҫiqas tê bîra min șîn û șayî bi edetê miletiyê, bi destê oldaran dihatin pêk anîn. Pala ҫiyayê Elegezê navҫa Axbaranê yanzde gundê Êzdiya bûn. Gundê me Qundesaz yek ji wan bû. Zimanê gund, kurmanciya Serhedê ya bedew û șîrin bû. Gund da xêncî Kurmancî bi tu zimanî nediaxivîn. Gund da timê malê oldaran hebûn. Șêxê gundê me Șêxê Șêxûbekira, Pîr jî pîrê Mala Deva bûn.

Rîspîyan ji bîr tanîn, digotin, dema gund ava dikin (despêka sedsala 19 an), salên ewlin gund da Șêx tunebûne. Șîn-șaya da șêx ji gundên cînar tanîn. Gundê Mîrekê da ҫend malê Șêxa hebûne. Gundê Mîrekê jî ji Qundesazê 2-3 km dûr e, gundê binemala Kok Axa ye. Maqûl û mezinên gund radibin diҫin gundê Mîrekê, cem mala Axê, ku ji wan malên șêxan malekê bînine gundê xwe. Dema kîjan axê bûye, bîr ne tanîn. Axeler berê qayîl nabin, lê dinhêrin qundesazî ji xwestina xwe nayên xar, dibêjin: „Xêncî Șêx Hemze, kê dibin, bibin“. Șêx Hemze cwamêrekî pir serwext û zane, a’limê bawariya Êzdiyatiyê bûye. Șêx wê demê gênc bûye. Qundesazî dikevin xîretê, didine zora xwe, dibêjin, „Em dixwezin hema Șêx Hemze bivin“. Axelera, nizanim ҫiqas pez (hesabê pêz rîspiya ji bîr tanî, bîra min ҫûye) ji wan distînin, dihêlin Șêx Hemze here Qundesazê. Gundî di nav xwe da Șêx ra malê ҫê dikin, milk û mal didinê.

-Șêx Hemze evdekî bejin bilind, bedew, bi rabûn-rûniștandina maqûl bûye. Rîspîya digotin, mirov ji axaftina wî têr nedibû. Ҫawa zilam jî mêrekî xurt bûye. Li nava hezar evdî da xuya bûye. Pir zane bûye. Derê mala wî timê li ber mirîda vekirî bûye. Cudatî nekirîye nava gundîyan. Wî jî wek hemû gundîyan debara xwe bi xebata xwe dikir,- rîspiyên gund, yên Șêx Hemze dîtibûn, bi wî rengî ew ji bîr tanîn.

– Șêx Hemze be’ra zanyarîyê bû, – ҫîrokbêjê gind apê Elî timê digot, ji me gelek zargotinê, ayîna bawarîya Êzdîtyê, van ҫîrok û serphatiyan, oda wî da hîn bûn. Em hevalê zarokê Șêx bûn, wek ewledê xwe ji me hiz dikir. 

(Derheqê Șêx Hemze da binhêrin para bîranîna Sala 1918… Roma reș).

 

Pênc law û keҫeke Șêx Hemze hebûn. Min tev jî dîtin.

  1. Sêx Sihîd (1890-1979)
  2. Sêx Efandi (1895-1976)
  3. Sêx E‘li (1905-1987)
  4. Sêx Ismaîl (1911-1978)
  5. Sêx K’amil (1914-1992)
  6. Keҫ – Cewahir, bûka gundê Elegezê bû.

 

Dema min da kekê Sihîd, Efendî û E’lî bi mal û neferê xwe va li bajarê Tilbîsê dijîtin, lê ҫûyîn-hatina wane gund timê hebû. Kekê Îsmaîl û K‘amil gundda bûn. Em cînarê hev bûn.

Teva jî ez hiz dikirim. Bîranînên mine xweș derheqa wan da pir in, lê ezê bîranîneke xwe ya hewaskar xwendevana ra pare vekim.

Ez li Yêrêvanê dimam.

Rojeke havînê bû. Ez ҫûbûm gund. Zarokeke gund hate mala me, got, ku Șêx ji Tilbîsê hatine, mala Șêx K’amil da rûniștine, gazî te dikin. Ez rabûm ҫûm.

Her pênc bira bi maqûlî rûniștibûn. Her pênc jî bi bejin-balên xwe, bi fesal, axaftin, zanebûnê xwe, maqûlî û dîndarîya xwe, rehma dilê xwe li ser hevra bûn.

Ez ne olperest im, ne jî oldar. Lê ew wek evdine rîspî, dilovan, xêrxwez, rehm, zane, fikirzelal ketibûne dilê min û bîra min naҫin.

Ez bi sirê ҫûme destê wan. Kekê E’lî milê min girt:

-Xwedê te xweyîke lawo, were kêleka kekê xwe rûnê.

Wek hercar pirs-pirsyar kirin, derheqa karê min, rewșenbîrê Kurd yên Yêrêvanê, rojnema Rya teze, radyoyê da pirsîn, pașê Kekê Efendî pirsî:

-Esker, kurê min, me bihîstîye kitêbeke kurmancî derketiye, qewl û beytê me têda hene, raste?

Êdî min zanibû pirsa wan derheqa ҫi da ne. Wê demê li bajarê Moskvayê pirtûka herd bira, Ordîxan û Celîlê Celîl ZARGOTINA KURDA bi du cilda hatibû weșendin. Pirtûkê da wusa jî hinek têkstên bawariya Êzdiyan: Qewl û Beytan cîyê xwe girtibûn.

-Lê em ҫawa bibînin? – kekê Kamil kenîya.

-Ser ҫava. Kitêb ҫeltê min da ne. Vira li mala me ye. Ezê herim niha bînim.

Nehîștin ez herim, zarok șandin mala me, pirtûk anîn. Min wanra ew Qewl û Beyt xwendin. Kitêbê da nivîsar bû xudanê kitêbê ji zarê kê ew têkst nivîsî bu. Nas kirin qewlbêj kêne, li dor hinek sebeqan, peyvan axivîn, sebeqên „kûvî bûyî“ hebûn lê bi tomerî begemîya xwe dan.

-Efendî tu birayê meyî mezin î, nuxurîyê meyî, tu gelekî kêleka bavo (Șêx Hemze) rûniștî, gelo gune nîne ulmê dinê me bê nivîsar? Qelem bikeve nav, bikeve deftera? – kekê Kamil ji birê mezin Efendî pirsî.

Gișk demekê kerr bûn.

-Ulmê Șîxadî ulmekî Xwedêdaye, ji Enzel e. Heta niha qelem neketîye navê…

-Bavo (Șêx Hemze) em wek van șagirtê mekteban, didan rex xwe û bi seheta em hîn dikirin.

-Bavo rûdinișt, digot, digot weke kanîya, ҫikandin tune bû… Lê zarê wîyî xweș? Xeberdana wîye șîrin? Kurmancîya wî?

-Em jî dorê rûdiniștin, hîn dibûn…

-Pașê dewra Sovêtê hat. Bavo emrê Xwedê kir… Hin Êzdîxana me ya Axbaranê, hin Qundesaz ser û binî hev bûn, șer, dew… Her tișt guherî. Em jî ji hev bela bûn… Dewran têne guhestin… Heyfa ulmê Șîxadî ye, tu ware bê jibîrkirin.

Ew ketibûn nava bîranîna, xeber didan. Ez jî rûniștibûm, guhê min axaftina wan bû.

-Niha pirs zarokê me ye,- Kekê Sihîd keser kișand…

-Kesek me jî weke Bavo nebû, lê zarokê me…Vê dewrê da. Bi rastî jî heyfa ulmê me.

Min tê derxist wan tu fikireke nêgatîv, neyînî derheqa pirtûkê û weșana wan têkstên êzdîtîyê da negotin… Ew evdine rehet, rehm, bînfire, dûrdîtî bûn.

Ji wê demê bawar bikî 40-50 sal derbas bûne. Ez ne evdekî dîndar im, lê ji bo wan fikirên wane zelal, pêșverûtiya wan, berbihêrtiya wan bi hizkirin wana bîr tînim.

Ez van salê jiyana xwe da rastî gelek oldarên Êzdî hatime, ҫawa dervayî welêt wusa jî yê Șêxan û Șengalê, oldarên here nav-deng û yê here bilind ra rûniștim e, lê nizanim ҫima cîyê wan, mezinayî û maqûlîya her pênc bira timê ez metel hîștime.

Beyta Mîr Mih, șirovekirina qewla Dewrêș Adem û Mîr Birahîm û gelek têkstên bawarîya êzdîtiyê bi gotina kekê Îsmaîl û Kamil tim bîra min da mane.

 

Xwezî wê demê mecalê ragîhandinê yê wek niha, yê deng nivîsarê, vîdyo û derfetên din hebûna, dewran jî wusa „teng“ nîbûya, dengê wan bihata nivîsar.

Niha ewledê wan pir in, bûne heta 30-40 malî. Eger berê hîmlî li gundê Qundesazê û bajarê Tilbîsê dijîtin, lê ji pey hilweșîna welatê Sovêtê ra welatê Rûsyayê, Ewropayê bela bûne. Nav wan da oldarên hêja hene.

 

Lawên Kekê Șêx Îsmaîl:

Șêx Rizganê rehmetî

Șêx Xalitê rehmetî

Șêx Ahmedê rehmetî

Lawê Kekê Șêx Kamil:

Șêx Fetoye rehmetî

Șêx Rostem

Șêx Sêvdîn

 

Birayê din min biborînin ez wanra nas nînim. Rehma Xwedê ҫûya be. Zên û zanyarîyê zêndiya ra dixwezim.

Vê axriyê min bihîst ewledê vê malê, dewsa ocaxa mala Șêx Hemze da QUBA ȘÊXȖBEKIR ava kirine.

Bira Xêra wan qebûl be.

 

Gundê me da ocaxa pîraniyê jî hebû. Jêra digotin „Pîrê Mala Deva“. Rîspiya digotin berê-berê da ew ocax vî gundî da, bi êla BELANÎ yê ra bûne. Hela hineka digotin, hîmê gundê Qundesazê Mala Pîr danîye. Ew bavikekî Pîrê Îsêbîyan e. Efseneke kevn derheqa navê piraniya gundê me da heye. Ҫima gotine „Pîrê Deva“?

Dibêjin ew xiznedarê Șîxadî bûne. Evana Malê xiznê didizin. Torbê zêrê xiznê dibin, cîkî di nav xweliyê da vedișêrin. Deve/hêstir dema diҫêre, devê xwe davêjê torbe ji nav xweliyê dikșîne derdixe. Șîxadî dizîya wan dihese, her wezîfê ji destê wan digre, dibêje: para we tek qenckirina sancûya hespan e. Ewana karin tek sancûya hespa bibirin (qenckin).

Dibêjin navê „Pîrê deva“ ji wur tê.

Ewledê wê malê, ҫiqas jî dîndare șikestî bûn, ulmê ayîna bawariya êzdîtiyê qenc nizanbûn û guh jî nedidan ser, ew bêtir xizmetkar bûn, șûștina cinyazê mirîya, karê mesrefê șîn-șayê gund hîmlî wan dikir. Dengbêj bûn, reqasҫî. Heta niha jî ez ecêbmayî me ser navên wan: Kokil, Kakê, Pikê, Moko, Kisok, Mazo…

Gundîya gelekî qedirê ocaxa wan zanibûn.

Niha jî maleke wan gundda maye…

Ew șîn û șayê gund derbas dikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev