Pirsa we û bersiva me – 195

Pirsa we û bersiva me – 195

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersîva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

 

Bersiv: Henekên kurdî-3

1-

Mêrik rûniştiye û li fîlimekê temaşe dike û neynûkên xwe dide ber gezan û diqîre:

-Na!!! Naaaaa. Neçe wê îbadetgehê  .

Jinik jê dipirse:

-Tu li kîjan fîlimê tirsnak û xeternak temaşe dike?

Mêrik bersiv dide: Vîdyoya zewaca me!..

 

2-

Şeytan derdora xwe ji kurê xwe re dida nasîn, ev çîya ye, ev dar e, ev av e û dema çav li mirovan ket, kurê wî pirsî; ev çi ye?

Şeytan: Ji wî dûr bisekine, ew her guyî dixwe û têxê sûcê me.

 

3-

Porzerek li ser riya korsanî dema bi leza trembêl ajot û li nuqteyek polîsan tê sekinandin.

Gava ku jê tê xwestin ku destûrnameya ajotina xwe nîşan bide, ew pir tengezar dibe û li şûna wê neynikek/eynik  dide destê polêsa porzer û dibê;

-Li xwe  binêre gulikên pora xwe ya zer rast bike.

-Baş bala xwe bide xwe, em çiqas dişibin hev, tu dibê em ji heman hêkê û cêwî ne.

-Ez dibînim hûn jî polîs in. Niha bi baldarî bajo û rojek xweş derbas bike.

 

4-

– Dayê, ez dikarim vê sêvê bixwim?

– Na, ew pîvaz e.

– Ew sêv e!

– Ev pîvazek e.

– Ew sêv e !!!

– Heke hûn israr dikin, wan bixwin.

Zarok: Ez bimirim jî ji xeletiya xwe venagerim!

 

5-

Xanimê li ser masa xwarinê got: Osê!.

– Dema ku tu çûbû di nêçîra payîzê de hefteyek ji mal dûr mabûyî û te du fişek teqandibû û te du pezkovî kuştibû, tê bîra te?

-Erê çima?

-Yekê îro gazî kir û got ku tu yê bibe bav!..

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev