Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê Şêx Remezanê Seyîd (Seîdov)

Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê Şêx Remezanê Seyîd (Seîdov)

Emê dengê kurdên Sovyeta Berê li seranserê dinyayê belav bikin!

 

Salih Kevirbirî

Bîşkek / Qirgizîstan

 

Ezbenî beriya her tiştî ji bo vê gotûbêjê spasiya cenabê te dikim û Serokatiya te ya ji bo Federasyona Kurdên Sovyeta Berê pîroz dikim. Dema ku em xebatên berê yên federasyonê û piştî kongre û hilbijartina cenabê te û rêveberiya nû bidin ber hev, dikarin çi bêjin? Ji destpêka avakirina federasyonê heta niha xebatên çawa hatine kirin? Piştre jî dixwazim vegerim ser wefata sê nirxên me yên hêja; Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm û Yûra Nabiyêv. Birêz Şêx Remezanê Seyîd, derbarê van xalan de dixwazim guh bidim fikir û ramanên te yên hêja, kerem bike? 

Beriya her tiştî ji bo pîrozkirinê û vê gotûbêjê spasiya te dikim. Bi rastî jî Federasyona Navneteweyî Ya Kurdên Sovyeta Berê di demeke nêz de sê derbên mezin xwarin. Em bi wefata birêz Yûra Nabiyêv, Kinyazê Îbrahîm (Mîrzoyev) û Nadirê Kerem (Nadirov) gelekî êşiyan û xemgîn bûn. Bi rastî jî ev hersê mirovên pir hêja ji pişta gelê me çûn. Çawa ku çiyayek bi ser me de hilweşiyaye, em niha di rewşeke wiha de ne. Lê mixabin rêbaz û qanûna dinyayê ev e, em hatine ku em herin. Mirin li pêşiya me hemûyan e. Tişta ku divê ji îro û pêve bikin, ev e: Divê em layiqê nav û dengê wan bin, nirx û xebatên wan ji xwe re bikin qanûn, rêbaz û rêber û li gorî vê yekê bixebitin. Ev hersê nav ne tenê ji pişta kurdên Sovyeta Berê çûne, lê ew ji pişta tevahiya kurdên dinyayê çûne û belkî sed sal paşê jî cihê wan wê neyê dagirtin.

Ev 4-5 sal in ku federasyona me hewl dide xebatên xwe yên kurdayetî, rewşenbîrî û civakî bike. Çend sal berê ez li malê rûniştibûm, ji nişka ve fikirîm û rabûm min di sosyay medyaya xwe de nivîsî û pirsî: Min got, bi rastî jî ji bo yekitiya milet, em ji îro ve nefikirin lê emê kengê bifikirin, heke em nefikirin wê kursiyên me di nav milet de vala bimîne. Min di wê nivîsara xwe de jî navê çend giregir û maqûlên kurdan yên mîna Nadirê Kerem, Kinyazê Îbrahîm, Kinyazê Îbrahîm, Yûra Nabiyêv nivîsand ku ev nivîsar hê jî li ser medyaya civakî heye. Min bang li van rewşenbîrên me kir ku em dest bidin hev û ji bo miletê xwe tiştekî bikin. Min got: “Gelî maqûlan îro kursiyên me vala ne!” Bi rastî jî asîmîlasyona me kurdan gelekî zelal û berbiçav bû. Miletê kurd di nav xaka Sovyeta Berê de di nav asîmîlasyoneke mezin de ye û divê tiştek were kirin. Di dema Sovyeta Sosyalîst de asîmîlasyon û pişaftin hewqas tunebû, lê piştî hilweşîna Sovyetê, asîmîlasyon û pişaftineke pir xurt destpê kir. Kurd ji cihê xwe leqiyan! Kurdên Qirgizîstanê ji cihê xwe leqiyan, hema bêje kurdên tevahiya Sovyetistanê; çi li Ermenistanê, çi li Gurcistanê, çi li Qazaxistanê çi jî li Rûsyayê leqiyan û hêdî hêdî ji hev belav bûn û ev belavbûn mixabin hê jî berdewam dike. Ev ji bo me kurdan pirsgirêk û problemeke pir mezin e.

Xwedê ji wan razî be û bila hezar rehme li gora wan be kesên wekî Kinyazê Îbrahîm û Yûra Nabiyêv deng ji xwe anîn û piştgirî dan vê bangawaziyê. Gotin çi lazim be, em amade ne bikin. Di destpêkê de me xwe gihand 10-15 kesên maqûl, kurdperwer û welatparêz. Li ser telefonan û rûbirû me di nav xwe de civîn kirin. Li ser vê bingehê me Federasyona Kurdên Sovyeta Berê ava kir. Piştre me ji bo gel û pêşengên gel name nivîsî. Me got: “Herçî kesê ku bi vê fikra me razî ye, bila fikra xwe bêje û dengê xwe bilind bike. Ev bangawaziya me bû wekî deklerasyoneke yekitiya kurdan. Dikarim bibêjim ku bi hezaran kes piştgirî da vê banga me û nav û îmzeya xwe danî bin vê bangê. Gelek rewşenbîrên kurd ên ku niha yek bi yek navê wan nedim ku her yek ji yê din hêjatir e, piştgirî dan vê bangawaziyê û gotin: “Em bi we re ne û em piştgiriya we dikin!”

Sala 2017ê me Konferansa Yekemîn li Bîşkeka paytextê Qirgizîstanê pêk anî. Di wê konferansa xwe de me Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm wekî Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê hilbijart. Ez û Yûra Nebiyêv em bûn cîgirê wî. Heta 15 kes di nav rêveberiya Federasyonê de cih girtin û her yekî li gorî hêz û qeweta xwe kar û xebata me meşand.

Bi rastî dikarim bibêjim di nav van 4-5 salan de xebateke mezin hate kirin. Me li ser tora medyaya civakî televizyonekê ava kir…

Yekbûn TV… 

Belê me Yekbûn TV ava kir…

Ezbenî ez ne şaş bim carek-du caran jî we serdana başûr kir…

Rast e, beriya referandûma serxwebûnê tevahiya kurdên Sovyetê rabûn ser piyan. Milet bi tevahî piştgiriya referandûmê kir. Me di wan rojên referandûmê li bajarên mîna Alma Ata, Bîşkek, Krasnadar, Tiflîs û li Stavropolê; li wan bajarên ku pir kurd lê dijîn mîtîng li dar xistin. Sûret, dîmen û vîdeoyên van mîtîngan li cem me hene û parastî ne.

Herwekî te jî kerem kir, beriya referandûmê me wekî rêveberiya federasyonê biryar girt ku em herin Kurdistana Federal û li wir piştgiriya kurdên Sovyeta Berê ji bo referandûma serxwebûnê eşkere bikin. Li wir me serdana Serok Mesûd Berzabî kir û me got: “Em bi te re ne, em bi referandûma serxwebûna welatê xwe re ne û em di wê baweriyê de ne ku divê ev referandûm çêbe.”

Paşê bawer im ji bo hilbijartin û sondxwarina Nêçîrvan Barzanî jî we careke din serdana welêt kir, ne wisa?

Rast e! Me biryara serdana ji bo sondxwarina birêz Nêçîrvan Barzanî di konferansa xwe ya sisêyan de wergirt ku me li Saint Petersbûrgê kir. Beriya wê jî me konferansa xwe ya duyemîn li Moskovayê kiribû. Em di konferansê de bûn, xeber hat ku wê sondxwarin çêbe û em hatin vexwendin. Rabû me biryar girt û bi awayeke fermî em çûn.

Di dema dawetirin û sondxwarinê de qedir û qîmeteke mezin dane kom û delegasyona me. Belkî Li ser navê dewletan 50-60 kes tevî koma xwe hatibûn. Di nav wan de tenê em delegasyoneke bê-dewlet bûn, lê çawa ku em li ser navê dewletekê hatibûn, bi me re dan û standin. Jixwe me bixwe jî, xwe ji malê didît û wan jî em ji malê didîtin.Me bilêta xwe wisa standibû ku emê herin û piştî sondxwarinê vegerin. Çimkî me zanibû ku mêvan zehf in û em zêde Rêveberiya Kurdistana Federal meşxul, egle û gîro nekin. Lê dotira rojê xeber hat ku Serok Mesûd Barzanî dixwaze koma me bibîne û em vexwendin ba wî. Rabûn em çûn. Piştî em ji serdana Serok Barzanî vegeriyan otêlê, xeber hat ku vê carê jî Serokê Nû Yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dixwaze me bibîne. Bi rastî em şaş û metel mabûn. Di nav hewqas mêvanên ji seranserê dinyayê hatine de, tu ferqî nexistin navbera me û delegasyona dewletên dinyayê. Bi vî awayîne Kek Nêçîrvan jî dît û em vegeriyan hatin. Serdana me pir baş derbas bû. Hevdîtinên me yên bi herdu serokan re jî zehf bi serkeftî derbas bû.

Baş e ezbenî, em careke din vegerin ser kar û xebatan. Heta niha di nav gel de, ji bo gel çi hatiye kirin?  

Helbet me li gorî hêza xwe xebat kirine. Helbet her civîn û xeberdanên me li ser başiya yekitiya miletê me bûye. Em gelek caran ketine nav gel û civaka xwe, me behsa derd û kulên hev kiriye, me behsa pirsgirêk û probleman kiriye. Piraniya hewldan û xebatên me li ser rêlibergirtina pişfatin û asîmîlasyona miletê me ye. Derdê me yê mezin asîmîlasyona miletê me ye û em şev û roj difikirin ka divê em çi bikin. Îro milet baş dizane ku xwediyê wan heye û ew jî federasyon e. Xebatên mezin hê li pêşiya me ne.

Birêz Şêx Remezan, rasterast dixwazim bipirsim? Armanca sereke ya federasyonê çi ye? 

Kek Salih, spas ji bo vê pirsê. Te pê li xaleke girîng kir ku ev tişta ez bibêjim bi salan e xewn û xeyala min e. Ji destpêkê ve fikir û armanca yekemîn a federasyonê ev e ku em kurdên Sovyeta Berê li Rûsyayê, li cihekî diyarkirî berhev bikin.

Xwestina perçeyekî ax jî tê de heye gelo? 

Na! otonomî di nav vê daxwazê de tuneye. Ji bo vê yekê me komîteyekê ava kir. Ez wekî serokê vê komîteyê hatim hilbijartin, Yûra Nebiyêv û Marûf Aslanov jî di nava vê komîteyê de bûn. Rabûm çûm Moskovayê, belkî bi qasî sê mehan ki Moskovayê mam. Me ji bo Pûtîn name nivîsî. Tu dizanî beriya çêkirina Sovyeta Sosyalîst, kurd endamê Împaratoriya Rûsyayê bûn. Kurd di sedsala 19an de bi razîbûna xwe ketine nav Rûsyayê û tê de bi cih bûne. Kurd li Rûsyayê wekî hemwelatî (wetandaş) hesab dibin. Mesela em li Qazakîstan û Qirgizîstanê em wekî mêvan in. Lêe li Rûsyayê em hemwelatî ne. Li ser vê xalê, bi vî awayî min ji Pûtîn re nivîsî. Gava Sovyet çêbû, di nav Sovyetê de otonomiya kurdan hate avakirin. Tu bixwe zanî û te li ser gelek nivîsiye û li ser fîlm jî çêkiriye; heta salên 30yî jî Kurdistana Sor heye. Min ji Pûtîn re di nameya xwe de nivîsî ku sala 1937 û sala 1944an ji Ermenistan û Gurcistanê, kurd bi fermana Stalîn du caran ber bi Asyaya Navîn ve hatine sirgunkirin. Min jê re nivîsî: “Hevalê Pûtîn heger Sovyet hilneweşiya, welatê me yek dima û em jî wekî hemwelatî tê de diman. Jiyana me di dewra Sovyetê de baş bû. Kengê Sovyet hilweşiya, em di wan welatên cînar de man wekî mêvan. Loma jî em dixwazin vegerin welatê xwe, Rûsyayê.”

Ew name gihîşt Pûtin? 

Lê çawa? Helbet gihîşt Pûtîn!

Bersivek hat? 

Komîsyonek li cem Serok Pûtîn heye. Ev komîte ji bo vegerandina hemwelatiyên Rrûs kar dike ku li gelek deverên dinyayê belav bûne. Me bi wê komîsyonê re hevdîtinek kir. Me got em kurdên ku di dema Sovyetê de hemwelatiyên Sovyetê bûn û vêga di nav sînorên welatên din de dijîn, dixwazin vegerin nav Rûsyayê. Me got: Em otonomî naxwazin. Em tenê dixwazin ku hûn di demeke nêz de mafê hemwelatîbûnê bidin me û ji me re cihekî kifş bikin ku em kurd li wir bi cih bibin û jiyana xwe li wir berdewam bikin.” Armanca me bi vê daxwazê ev e ku em rê li ber asîmîlasyonê bigirin. Fikra min ji berê ve ev e: Heta em li Rûsyayê kurdên xwe li ser erdekî bi cih nekin, wê asîmîlasyona kambax berdewam bike û nasekine. Li filan derê dibistan vekirin, yan jî xebatên wiha têra tunekirina asîmîlasyonê nake. Û qeweta kesî jî têra vê yekê nake, çimkî kitêb pêwîstin, dibistan pêwîstin, mamoste pêwîstin, ev xebateke zor û zehmet e. Me ji wan xwest ku ew komîsyonek ji bo vê daxwaza kurdan ava bikin. Bersiva wan ji me re ev bû: “Naxwe ji bo vê daxwazê konferansekê bikin û bila ev daxwaza we bibe daxwazeke fermî û bidin me. Paşê kurd û dewleta Rûsan wê konferansekê bi hevre bikin û emê li gorî vê bigihîjin biryarekê.”

Rabû li Bîşkekê me konferansa xwe ya çaremîn çêkir. Me daxwaza milet ji dewletê re şand. Sala 2020ê, meha Sibatê me biryar girt ku em tevî rêveberiya komîsyona Rûsan konferansekê çêkin. Lê mixabin Nexweşiya Koronayê destpê kir û hemû plan û proje li bin guhê hev ketin. Piştre ji bo meha 7an a sala 2021ê êdî me biryar da ku konferansa xwe bikin. Vê carê jî mixabin Yûra Nebiyêv nexweş ket û di nava 2-3 hefteyan de rehma Xwedê kir. Piştre jî sed korayî ku herdu rewşenbîr û akademîsyenên me yên mezin li pey hev rehma Xwedê kirin…

Piştî wefata herdu rewşenbîrên me Kinyazê Îbrahîm û Nadir Nadirov, koma we ya federasyonê ji bo sersaxiyê li Alma Atayê bû. Hema wan rojên hûn li wir bûn, federasyonê kongreya xwe ya nû çêkir. Ez bixwe jî kêfxweş im ku beşdarî wê kongre û hilbijartinê bûm. Bila li we û gelê me pîroz û serxêrê be. Gelo ji îro û pêve kar û xebatên we dane pêşiya xwe çi ne?

Dîsa dibêjim, niha armanca me ya herî mezin dîsa ew e ku em bi rûsan re konferansekê çêkin û ji wan daxwaza komîsyonekê bikin. Ew komîsyon êdî ji çend kesan pêk bê wê li gorî beşdarên herdu aliyan ve eşkere bibin. Daxwaza me wê ji vê komîsyonê, herwekî min got ev in: Hemwelatiya Rûsyayê ji bo kurdên me yên li Sovyeta Berê belav bûne û axek ango erdekî ku kurd li wir tê de berhev bibin û jiyana xwe tê de bi aramî berdewam bikin.

Salih Can, tu bixwe zanî di nav dewleta Rûsyayê de belkî 50-60 otonomî hene. Rast e em vê gavê otonomiyek ji rûsan naxwazin, lê gava em li erdekî berhev bibin û bijîn, 50-60 sal paşê wê zarok û neviyên me doza otonomiya xwe bikin. Heke me ev yek 50 sal berê bikira, niha em li ser axa Rûsyayê xwedî otonomiyeke xurt bûn û em tev bibûn hemwelatiyê Rûsyayê…

Belkî zûtir jî pêk bihata…

Belê, sihetxweş! Belkî zûtir jî ev pêk bihata… Wekî din karên din hêsan in û jixwe em dikin. Mesela çendek berê me komeke ji endamên xwe amade kir û şand ser sînorê Polonya û Belarûsê ku herdu welat jî naxwazin penaberên kurd ên li wir derbasî nav welatê wan bibin. Hevalên me ji çend deverên Rûsyayê çûn nav koma penaberên kurd ku ji Şengalê hatibûn û di nav şertên dijwar de dijîn. Çi lazim bû ji aliyê madî û manewî de ji bo wan hate kirin. Ji aliyê peydakirina xanî be, ji aliyê peydakirina dermanan be me ji bo wan xebat kir. Ev bes e, helbet na! Lê herçi ji destê me were em amade ne li her derê dinyayê ji bo miletê xwe bikin.

Îro li Kirgizîstanê, li Qazaxistanê, li Ermenîstanê û li Rûsyayê Komeleyên kurdan hene. Llê ev têrê nakin, nikarin rê li ber asîmîlasyonê bigirin. Ancax bi van komeleyan re, bi xebatên xurt em belkî bikaribin hinekî rê li ber vê asîmîlasyonê bê girtin.

Ezbenî herwekî tê zanîn çendek berê, piştî wefata Kinyazê Îbrahîm ku ji bilî Federasyona Kurdên Sovyeta Berê bû, herwiha Serokê Kurdên Qazaxistanê Berbangê jî bû, hilbijartineke nû pêk hat û karsaz û rewşenbîrê kurd Ezîzê Ziyo Bedirxan wekî serokê nû yê Berbangê hate hilbijartin. Gelo ji bo vê yekê hûn dikarin çi bibêjin, wê têkiliyên Federasyonê û Berbangê çawa be?

Kekê Ezîzê Ziyo Bedirxan kurdekî dilsoz, dilovan û rewşenbîr e. Hê 30 sal berê serokatiya Komeleya Kurdên Qazaxistanê kiriye ku wî çaxî navî wî Yekbûn bû. Ez bawer im wê bi serbilindî me hemûyan temsîl bike. Çi ji destê me bê, emê piştgiriya wî û Berbangê bikin. Loma jî bi riya vê gotûbêja te, ez pîrozbahiyê li kekê xwe yê hêja Ezîz dikim. Em jê hez dikin, birayekî kurdewar e û em jê bawer in ku wê me hemûyan bi serfirazî temsîl bike. Alma Ata û bi giştî Qazaxistan ji bo kurdan pir girîng e. Piştî hilweşîna Sovyetê, Alma Ata bû navenda çand, ziman û rewşenbîriya kurdan. Berê rol û girîngiya Yêrevan û Tiflîsê hebû, lê îro em dibînin ku rol û girîngiya Alma Atayê gelekî eşkere û berbiçav e. Loma jî heqê me tuneye em hay ji Alma Atayê nemînin. Federasyona Kurdên Sovyeta Berê, herdem amade ye piştevaniya Berbangê bike. Jixwe kar, xebat û armanca me ew e ku em piştevaniya hemû komeleyên xwe yên li seranserê Sovyeta Berê bikin. Ji berê ve kurdên Qazaxistanê û Komeleya Berbangê, di nav Federasyonê de xwedî rol û girîngiyeke mezin in û evê wisa jî bimîne.

Li ser Ezîzê Ziyo Bedirxan dixwazim çend tiştên din bibêjim. Ezîzê bira ji berê ve kurdewar bûye. Ji berê ve dilşewatê milet û welatê bav û kalên xwe bûye. Bawer bike ne ji Ezîz bûya, ew kurdên ku sala 1944ê ji Gurcistanê bi darê zorê hatibûn sirgunkirin, wê asîmîle bibûya û bibûna tirk. Ezîz gund bi gund li nav wan digeriya û dikir ku kurd di pasaportên xwe de “kurd” bidin nivîsandin. Herwiha Ezîz hê di dema Sovyetê de diçû Qefqasyayê, aliyê Yêrevan û Tiflîsê û rewşenbîrên mîna Eskerê Boyik, Celîlê Celîl, Tosinê Reşîd, Tîmûrê Xelîl û rehmetiyê Keremê Anqosî dianî Qazaxistanê, ew dibirin nav gel û gundên kurdan û dikir ku rihê kurdayetî û neteweyîtî di nav kurdan de nemire û geş bibe. Loma jî em dibêjin bila riya wî vekirî be…

Ezbenî spas dikim ji bo vê gotûbêja xweş. Bawer im meha pêşiya me Federasyon wê careke din here Kurdistana Federal û gelek hevdîtinan bike. Ev rast e ne wisa?

Belê belê, sihetxweş! Bi xêr û xweşî meha pêşiya me emê serdana Kurdistanê bikin û di serî de Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, emê gelek hevdîtinên girîng bikin û hewl bidin dengê kurdên dîyasporaya kurdên Sovyeta Berê careke din, ji wir bi dinyayê bidin bihîstin. Jixwe armanca me ya sereke ew e ku em dengê kurdên Sovyeta Berê li seranserê dinyayê belav bikin…

Birêz Şêx Remezanê Seyîd (Seîdov), gelekî spas ji bo vê gotûbêjê û bersivên cenabê te… 

Spasxweş kekê min, mala te hezar caran ava be!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev