Xewna Xewnan û Sêva Sor a Bihuştî: Adem, Hawê û Benîadem

Xewna Xewnan û Sêva Sor a Bihuştî: Adem, Hawê û Benîadem

Ali Gurdilî

Min bang lê kir û go hê kalo! Ka ji kerema xwe bibêje bê te û dayê Hawê, we çima wê sêva qedexe xwar û wê dubendîya biheşt û dojehê, wê dubendîya xêr û gunehan, we kir bela serê me? Ma we wê sêvê nexwara ne çêtir bû, dibe ku me jî wê keyfa heta hetayî, bijîya. Dibe ku wê demê mirin, kuştin, niheqî û bêdadî jî dê tunebûya? Ma ne wisa?

 

Go, hê benîademo! Gelo hê jî kesên ku bi zimanê me dipeyîvin hene? Ma we dest ji zimanê xwe bernedaye? Ka tu vê ya bibêje pêşî?

 

Min go, erê tu zanî ku em serhişk in û me hê jî dev ji zimanî bernedaye. Ne ka tu çima bersiva min nadî?

 

Go, me serî ranekira û wê sêva qedexe nexwara û em danaketana dinyayê, te nikaribû van pirsan ji min bikira. Hûn bi çarlepkî daketine dinyayê û bi dest û keda xwe, we cîhana xwe çêkir. Heke ne wiha bûya, dê dem tunebûya û dê we nizanibûya, ka hûn dijîn yanê na? Ka hûn di xewnê de ne, yan rastîn in. Ma jiyan bi tenê xweşî, şahî, keyf û xwarin û vexwarin e gidî? Bila ji bîr nebe, em bi meraq û serîhildana xwe mirov in û bi saya vê yekê, em têdigihêjine mirovîya xwe.

 

Piştî ku wî gotina xwe qedand, tavilê ez bi teqereka malîyan û bi dengê seyarfiroşan ji xewê hişyar bûm, bi ser xwe ve hatim û min dî, ku va ye ez di xeydanê de mame.

 

Li jêr versyona berpirsyarê malpera RIATAZA ya beşa kurdî Têmûrê Xelîl ser eynî babetê, ango ser wê ”sêva qedexe” bixwînin:

 

Têmûrê Xelîl

Li bal kurdên êzdî adeteke awa heye: berî ku bûka teze lingê xwe bavêje mala xezûrê xwe, zava ji ser banî sêvan li serê wê dixe.

-Gelo çima zava sêvan li serê bûkê dixe? Gunehê (sûcê) kî ye, ku ew usa dike?

-Ji ber ku êzdî li ser axeke usa dimînin, ku di dema xwe da ew war buhuşta li ser rûbarê cihanê bûye û ulm jî dibêje, ku Adem û Hewa li ser wê axê xuliqîne û di wan deman da marek helan daye Hewayê, ku sêva ji darê batinî bixwe û ewê jî bawerîya xwe bi mar anîye û bi şaşîtî ew sêv xwerîye û ji ber wê jî ew warê jîyînê êdî wek warekî buhuştî ne hatîye hesibandin, ango, ji wê rojê da buhuşt ji wir rabûye, lema jî kurdên êzdî heta niha jî sêvan li serê bûkê dixin. Ango, bi wî awayî heyfa xwe ji şaşîya Hewayê hiltînin, ku ew bûye sebebê wê, ku buhuşt li wir îdî nemaye. Bi gotineke din, ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her bûkeke êzdîyan jî peyhatîya Hewayê ye, ango, ji zureta wê ye, ji ber wê jî gerekê ji bo kirina Hewayê bûk û jinên êzdîyan derba wî awayî bixun. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev