
Papa Francis ji dengê wê heyîrî maye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd a Rûsyayê û stêra navdar a operaya Rûsyayê û cîhanê Dame Svetlana Kasyan yekem strana xwe bi zimanê Kurdî diweşîne.
Hunermenda Kurd Svetlana Kasyan, strana folklorî “Hoy Nêrgiz” bi awayê operayê distirê û piştî tomarkirina deng û kişandina klîpa wê, bi riya Kurdistan24ê re dişewîne.
Dame Svetlana Kasyan ji K24ê re got: “Ji min re rûmeteke mezin e û cihê dilxweşiyê ye ku yekem berhema xwe ya bi zimanê dayikê biweşînim. Ev berhema min a bêhempa di albûma min a nû de cih digire ku min tê de bi 13 zimanên cuda stran gotine.”
Svetlana Kasyan stranbêjeke operaya Rûsyayê û Cîhanê ye, zêdetir ji 25 salan e li ser dikên şanoyên mezin ên cîhanê stranên operayê distire. Çend caran Papayê Vatîkanê jî li kosertên wê beşdar bûbû û ji ber kar û xizmeta wê ya hunerî, Papa Francis medelyaya (Şahsiwarê Silvisterê Pîroz) û nasnava (Dame) pêşkêşî wê kir. Svetlana Kasyan yekem hunermenda jin e li ser asta cîhanê û di dîroka Vatîkanê de, vê xelatê werdigire.
Dame Svetlana Kasyan li bajarê Batumî yê Gurcistanê sala 1984an di malbateke Kurd a Êzidî ji dayik bû. Svetlana di temenê 9 saliyê de ligel malbata xwe çû Qazaxistanê. Svetlana Kasyan li bajarê Aktobe ya Qazaxistanê li Fakulteya Muzîkê dest bi xwendinê kir û sala 2006an derçû. Paşê li Konservatorîya Moskowê ya ser navê Çaykovskî xwend. Svetlana Kasyan di salên 2009-2011 de jî endama bernameya ciwanan a Şanoya Bolshoi bû.
Riataza