DI FERHENGA KURDÎ DE

DI FERHENGA KURDÎ DE

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Kixs, Pîvaza Şîn, Pîvazterrk û Pîvaz.

Bi kurdiya kurmancî navê PÎVAZê bi erebî BESSEL, bi farisî PIYAZHA, bi tirkî jî ”Soğan” e.

Di Ferhenga Kurdî de ji ya hişk re PÎVAZ û ji ya herî piçûk re jî KIXS tê gotin.

Ji bo yeke tenê ya mezin re, SERIYEK PÎVAZ tê gotin.

Dema KIXS hate çandin û şîn dibe, her heftî du-sê car tê avadan. Dema bejna wê bilind dibe, jê re ”Pîvaza Şîn” tê gotin û xwarina wê xweş e. Bi piranî bi savarê re pir xweş e.

Ji bo yeke tenê a şîn re KEM tê gotin.

Di mişarên Pîvaza Şîn de hin kem ji bo tovî têne parastin. Di nêveka Pîvaza Şîn de qoratek derdikeve û serê wê mîna gulekê kulîlkên sipî yên hûrik dide. Ew kulîlk dibin tovê kixsan. Saleke din ew tov tê çandin û binê wan dibine KIXS.

Kixs bi piranî ji bo ku binê wê gir bibe û bibe PÎVAZ, têne çandin.

Bejna Pîvaza Şîn li dor 30-50 cm yî bilind dibe, belgên wê jî têne xwarin, lê ji bo xwarinê kema wê bi binê xwe ve têne çinîn.

Di dawiya meha hezîranê de pîvazên şîn êdî av nadin. Hingê belgên wan hişk dibin û binî jî gir dibin. Di dawiya meha heftan de ji binê axê derdixin û wek Pîvaza Hişk ji bo xwarina zivistanê tê hilanîn.

Pîvaza Hişk a serî, di hemû deman de têne xwarin.

Dema çinîna Pîvaza Şîn, hin caran kem diqurmiçin û binê wan di nava axê de dimîne. Sala din di meha adarê de ew binikên ku di binê axê de mane, şîn dibin. Navê wan PÎVAZTERK e û xwarina wan jî pir xweş e.

Ji aliyê reng ve, 3 cûre pîvaz hene: Pîvaza Sipî, Pîvaza Zer û Pîvaza Mor.

Gelek meselok û kurteçîrokên folklorî jî li ser pîvazan hene:

. Dibêjin dema Xwedê mirov afirandine, pîvaz danîne aliyekî û îman danîne aliyekî. Xweda ji xelkê pirsiye:

. Kî îman divê, kî pîvaz divê?

Dibêjin xelk tevek çûne îman ji xwe re hildane, lê Kurdê Zaza û yên Xerza çûne pîvaz hildane.

Xweda ji wan pirsiye:

. Çima we pîvaz hilda û ne îman?

Kurdên Zaza û yên Xerza gotine:

. Devera pîvaz lê be îman ji ber xwe ve tê wirê, lê devera îman lê be pîvaz naçe wirê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev