Antîsthenes (B.Z. 444-365)

Antîsthenes (B.Z. 444-365)

Ali Gurdilî

Tiştê girîng, fazîlet e û fazîlet jî bi zanyariyê bi dest dikeve û rewşeka wisa ye ku meriv dikare bibêje ev rewş, besî xwe ye.

Meriv divê bikaribe xwe ji hemû pêdiviyan rizgar bike û bi tenê xwe bispêre xwe. Azadî ji hemû pêdiviyan û ji gurzên civakî, xwe rizgarkirin e. Armanca Jiyanê berxwîdarî (endaimonia) ye û ev yek jî, ancax bi fazîletê pêk dihê.

Fazîlet jî, zanyarî ye. Ango, besbûna “ji xwe re ji xwe re” ya mirovan. Tendûristî, delalî, navdarî, şeref û namûs tiştên çêkirî (ne xwezayî) ne û divê meriv bi guman nêzîkê wan bibe.

Dûrketina ji rê û rêzikên civakî yên ehlaqî, dibine sebebê azadiya mirovan. Lewra xweşî (kêf, hez) sebebê koletîya mirovan e. Ji bo armanca bextewariyê, fazîlet bi serê xwe tenê jî bes e û hewcedarî bi tu tiştekî din tune. Fazîlet, tunebûna xweşiyê û ji xwestekan, xwerizgarkirin e.

Antîsthenes damezranerê Dibistana Kynîzmê ye. Feylesofên Kynikparêz, rasterast dijberê hemû tiştên ku di jiyanê de bi kêrî tu tiştî nayên in û tu meyla wan li ser van tiştan tune.

Ev helwesta wan, wan kiriye dijberê medeniyetê. Kynîst ehlaqa ku heye, nirxên civakî, dîn, malbat û dewletê napejirînin û wan red dikin.

Çavkanî: Feylesof & Philosophia

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev