Du helbest ji ciwanekî Bakurê welatê me

Du helbest ji ciwanekî Bakurê welatê me

Memê Miksî

ALIMÊ EHMEQ

Alimekî dît hevokek ecêb

Di mala xwe da ku vekir kitêb

Nivîskar têda ev kiribû xêz

“Ey xwînerê pir hêja û bi rêz

Çi kesî ku rih ji qevdek bêhtir

An jî bejna wî dirêj wek hêstir

Çi padişah be çi zatek feqîr

Hinek ehmeq e vê neke jibîr”

Zelamê alim dema xwend hingî

Di ber xwe nêrî rih yê li singî

Her wiha mîna spîndarek bejî

Bilind bû bilind qameta wî jî

Heta direng di çavan neket xew

Ca ji ehmeqan neyêt hesêb ew

Ji xwe ra got ray nabit li bejin

Ku kurt bikim ez ji pê ta ejin

Lê ji rihan ra min imkan hene

Qasê ku zêde bibirim qene

Vî aqilmendî çi bêjim bira

Di şûna meqes çû anî çira

Bi destê çepê wî girt rihên zer

Bi yê rastê jî çira da li ber

Ji nişkê ve rih, mijang û hem por

Şewitîn, ser bû wekî silka sor

Bi ewê jana peyda li canî

Ya ku ji wî hat ew kitêb anî

Bi qelema ji perê kevokê

Nivîsî li bin heman hevokê

” Hat ceribandin rast e ezbenî

Bereda ev rû nebû wek tenî”

 

ŞÊREKER

Li gund kerekî bêxwedî û jar

Xelkê bi keyfî dibir ji bo kar

Ketibû di dest zalim û xurtan

Bar lê dikirin wisa bê kurtan

Rûçikî bû pir ew navmil û pişt

Hem di gel tehîl û newq û tenişt

Di ser da jî kes qevdeke giya

Di dev nedixist qasî dixuya

Govek jî nebû lê bibit sitar

Şeveder bû her bê mekan û war

Çendî ta digirt ne xema kes bû

Hema ked hebe ji bo wan bes bû

Her wekî bezê li ser bista sor

Dihela kerê wextek pir bi tor

Ji birçiyan ew ma çerm û hestî

Paresû ji dûr kifş bûn bi rastî

Her wiha dema ku dima betal

Zarokên gundî dihatin li bal

Didane li ber kuç û keviran

Dipelixandin gelî guhdêran

Di dawiyê ker êdî hew karî

Rûnişt ji xwe ra bi ax û zarî

Got: Ev çi pîş e qet tê nîn e xêr

Ne rehetî ye ne zik dibe têr

Ji xeyn xebat û tehde û lêdan

Hizûr çi ye min nediye yek dan

Bi şev û rojan li ber sermayê

Destekî birehm ber min ve nayê

Ji ewê roja ez hatî vira

Ez vê şerbetê vedixwim bira

Ji van nankoran ferz e bibim dûr

Hestiyên mayî hêj nekirî hûr

Ker ma li bendê ta gundî bi tev

Raketin ew jî ji gund çû bişev

Ne li newal û ne li devbesta

Du sê rojan çû qet ranewesta

Hat kete di nav daristanek şên

Mezin û bêkes têrgiya xweşbên

Xwe dirêj kir li bin darek aza

Westiya bû pir di cih da raza

Roja ve paştir ji xew rabû ker

Dest pê kir çêrî ji giyayê ter

Li çokan dida wê çêra nazik

Bi qasê mehek jê tengijand zik

Di rizqê wî da nebû kêmasî

Qelew bû êdî hilû wek masî

Keyf dikir di nav vî baxê Îrem

Bi serê xwe bû dijiya bê xem

Nedizanî qet ev milkê hanê

Bêxwedî nîn e di vê cîhanê

Sibehekê şêr derket hat li wir

Dît ker diçêre hem bi firefir

Berve çû hinek ji kerê pirsî:

Te xêr e li vir bêje çi kes î?

Ev warê min e qey tu nizanî?

Ji bo wî seran dikim ji canî

Dûvê xwe hema tu dihejînî

Ka ji xwe pêştir kesî dibînî?

Nefilitiye ferd ji dest min hêj

Nifîn kê li te kir hêwanê gêj?

Ker nû pêhesa hekî ku şêr e

Xwediyê pencê tûjtir ji kêr e

Ji xwe ra got ez şêr nexapînim

Teqez dawiyê dê li xwe bînim

Şidandin qedem û bilind kir ser

Bisteh got: Bo min dibên Şêreker

Geh li jêr im ez û geh li jor im

Geh li pêş û paş geh li derdor im

Nakim henekan ji dil dibêjim

Çi wext min bivê xwînê dirêjim

Sor dibin ev çav ji dev tê agir

Ararat jî xwe li ber ranagir

Gava dizirim radbe bîberez

Çi mehlûq hene bizdihînim ez

Eger bixwazim sax nahêlim yek

Û tesîr nake li min top û çek

Ji ber Şêreker nedîtbû tu car

Tirs kete dilê şêrê namidar

Mitale kir got divê ez herim

Mekanekî nû bo xwe bigerim

Hûnerên evî ji hed zêde ne

Xwedê dizane hêj çi qas hene

Bi mêraniyê ev naçe serî

Min nîn e qama vî Şêrekerî

Berve çû gotê: Ez xwe didim paş

Hêvî dikim tu nekî tiştek şaş

Bide min destûr ku bar kim bi zû

Çav bigerînim li welatek nû

Dît ji Şêreker tu pêjin nayê

Bazda bi qevzan çû wekî bayê

Ewî li pey xwe nedinêrî qet

Hin ma bide nav çemê boş û şet

Li ber palekî rovî hat bi rast

Şêr vesekinî ber jê neguhast

Rovî lê nêrî şêr tirsaye pir

Û ji xuhdanê şil e ev hogir

Direcife wek tûra di avê

Bi meraq ji şêr pirs kir wê gavê

Gotê: Mîrê min çi hat serê te?

Bi peysûr î hem can diperpite

Ne biyanî me min xweş nas dikî

Ka qise bike tu bi Xwedêkî

Şêr gotê: Dûr be ji min bihewe

Qiral ne ez im bes êdî ew e

Pir bi heybet e Şêreker bi nav

Agir ji dev tê ku sor dike çav

Çawa bi hirs be li gor dibêje

Dike zirezir dinya diheje

Xwar kir ev stukur guh li min badan

Mecbor text û tac min jê ra berdan

Rovî gote şêr: Mîrim nereve

Di hûnerê da kes ne wek hev e

Yên we diran û hem jî pence ne

Yên me jî aqil, dolab û fen e

Di gel min were li me bike seyr

Dê tu çawa ji min bimînî heyr

Bi hev ra hatin rabûne li jor

Rovî ji dûr ve nas kir ew guhşor

Berda kenê got: Mîr li me binêr

Ji me her duyan kî ye merdemêr

Şêr di cih da ma rovî da nişûv

Hat lik Şêreker girt di pişta dûv

Kerê di bin da xwe dihiltavêt

Lotikek lê da ji xwe dûr avêt

Bi ser xwe ve hat rovî vê carê

Li dorê gera weke mizxarê

Çi lehzê keysa xwe lê dianî

Zol radikirin ji newq û rahnî

Ji gewdê têrgoşt qebilî û nerm

Rêz dibû xwîna erxewan û germ

Dikir zirezir ker ji wê janê

Direw bû agir ger hebe kanê?

Westiya êdî jê nehat tu tişt

Rovî dûbare rabû li ser pişt

Li pey hewar û sewt û qêrînê

Gur ji nav daran derket wê hînê

Rovî jî ker hişt ji ber gur revî

Nêçîra qelew jê ra ma tevî

Gurê pişthêşîn li ker dirand ûr

Rijan li erdê rûvî û pizûr

Çû erşê heftê ji kerê zarîn

Dirêj bû di nav kulîlkên narîn

Şêrê di pêş ve li serê girî

Xwe jor da berda hêj ker nemirî

Wek rovî terk kir evî gurê dir

Li geriyê ma ew pariyê zir

Şêr dît ku li ber rih e kerê qer

Hinav yekawir derketine der

Li rex rûnişt got: Te çi kir ehmeq?

Di dawî pepik li te mane req

Ji xeynê te, ez nexapandim kes

Bûm pêkenokê roviyê teres

Kerîtiya te zêde bû naxwe

Ez bêrûmet bûm tu ji canê xwe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev