Berhemên kurdzanên me – 257

Berhemên kurdzanên me – 257

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa heftan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -7

Destûra Komara Tirkiyê ya nuh, wek yên berê, daxwaziyên gelê kurd inkar dike, mafên wan nas nake. Hela bi ser da, ew bi zagonî diyarkira siyaseta komên Tirkiyê yên serkarîkir ên helandin-asîmîlasyonê ya di hindava wan milletên biçûk ku li Tirkiyê dijîn da tê hesibandin.

 

Destûr bi şeklî wekheviya hemû bajarvanan li ber zagonê îlan dike. Ewha, di destpêka destûrê da tê gotin ku “her bajarvanekî tirk” (tiirk vatandaşi) – ne “bajarvanê Tirkiyê” (Türkiye vatandaşi) – mafê wî heye ku jiyana xweş di şertên ku tê da çanda xwe pêş va bibe derbas bike, bi maddî û manewî di riya pêşketinê va bimeşe. Dû ra, di miqal 10 da xuya dibe ku gişk li ber zagonê wek hev in, bêy ferqa ziman, rengê çerm, bîr-baweriyên siyasî, fikirdariya felsefî, dîn-olî, hebandin û yên mayîn.

 

Lê gava nasiya xwe didî miqalên destûrê yên mayîn, dibînî ku hela wekheviya usa ya şeklî jî tu neye, ku di nava wê da nasyonalîzm-milletçîtiya burjuwaziya Tirkiyê ya bêhempa heye. Ewha, anegorî destûrê, “Komara Tirkiyê … bi nasyonalîzma Atatiirk bawer e û li ser wan prensîpan hîm dibe”, di nava miqla wê ya 2an da hatiye nivîsîn. Lê li wira, tevî çend tiştan, usa jî hatiye nivîsîn ku destûra nuha “anegorî têgihîştina milletçîtiya sazkerê Komara Tirkiyê”, ango ya Atatîirk, e. Dû ra, di destpêkê da tê gotin ku “serbestî bêy gilî-gotin ji bo milletê tirk” e. Û em dikarin eynî tiş tî di maqal 6 da, ku tê da xuya dibe ku “Serdestî ji sedî sed a ya neteweyê tirk e” û ku “serdestiya xwe bi destê organên jêhatî, li ser bingeha wan esasên ku di destûrê da hene, pêk tîne” bibînin.

 

Nenihêrî ku li Tirkiyê ji 30 millet bêtir dijîn û ku jimara wan ji 10 milyon derbas dibe, dîsa jî destûra Tirkiyê wan inkar dike. Di derheqa wê yekê da ev isbat dibêje : “Mafê zagonî yê ji nav neteweyê tirk milkê Civîna Tirkiyê ya Millî ya Mezin (Meclis) hesab dibe” (miqal 7). Di dûmayîkê da : “Mafê dadgehê ji nav milletê tirk bi destê mehkemeyên serbest tên miaser kirin” (miqal 9). Destpêka destûrê û Destûr bi temamî hildayî gotinên usa yên dêmagojîk, wek “milletê tirk ê heta-hetayî”, “dewleta Tirkiyê ya ziyaretî”, “milletê Tirkiyê yê mezin”, va hatine nitirandin. Ewha, di nava destûrê da tê gotin : “Her Tirkek dikare di idareyên Tirkiyê da kar bike” (miqal 70). Dû ra : “Her Tirkekî ku 30 salên wî xetimî ne dikare wek parlementer bê hilbijartin” (miqal 76).

 

Lê halê kesên ne tirk ewê çawa be ? Wek ku Tirk dibêjin, û ew yek di nava destûrê da hatiye nivîsîn, li Tirkiyê gelên ne tirk tu nene, lê tenê Tirk hene. Ango, destûr dixwaze hemû bajariyên Tirkiyê yên ne tirk wek tirk hesab bike.

 

Ewha, miqal 66 dibêje : “Her kesê ku bi têlên bajarvaniyê bi Tirkiyê ra hatiye girêdan Tirk e”. Tu Tirk, tê da hatiye gotin, nikar ji bajarvaniyê bê derxistin, eger wî gunehkarî ne kiriye û di hindava welat da bawer e.

 

Divê bê nîşan dan ku komên Tirkiyê yên serkarîkir bixwe bi wê dêmagojiyê bawer nakin, û loma jî temamiya siyaseta wan bona helandina milletên biçûk e, bona ku li welêt tenê Tirk bijîn. Di derheqa van yekan da usa jî çend miqalên destûrê yên mayîn hene.

 

Ji bo nimûnê, di nava miqal 42 da tê gotin : “Bilî zimanê tirkî, hîç zimanekî mayîn nikare bê xwendin û di idareyên hînbûnê da wek zimanê zikmakî bê ders dayîn”.

 

Bi gilîkî mayîn gotî, zarokên milletên biçûk nikarin bi zimanê dayika xwe fêr bibin. Ew divê tenê bi zimanê tirkî hîn bibin. Bi vî awayî siyaseta wê miqalê asîmîlasyona rêaksyonêr e.

 

Rast e, di miqal 42 de xuya dibe ku “bendên peymanên navneteweyî li bal me kar dikin”. Xuya ye ku li vira gilî di derheqa peymanên aşîtiyê ku di kongreya Lozanê da hatin qebûl kirin da ye.

 

Miqalên 37-44 ên wê peymana di derheqa parastina mafên gelên biçûk da, ra s ttir di derheqa gelên ne musulman ên biçûk da, ne (26, r. 151-152). Anegorî miqal 57, Tirkiyê borc hildabû ser xwe ku wan şertên di nava miqalên 38-44 da hene qebûl bike. Usa jî gotî biryarên mayîn ên ku ewê dijî wan şertan derketana ewê hîç qebûl nekira …

 

Miqal 38 a wê peymanê dibêje ku hukûmeta Tirkiyê borc hildide ser xwe ku jiyana hemû bineciyên Tirkiyê ya tam û azayiya wan biparêze, bêy hesabhildana millet, ziman, dîn û çermê wan.

 

Di nav miqal 39 da xuya dibe : “bajai-vanên Tirkiyê ku ne musulman in, ewê mafên wan ên bajarvanî û siyasî wek yên musulmanan usa hebin … Bajarvanên Tirkiyê dikarin bi daxwaziya xwe bi zimanê xwe bipeyivin, hem di dereca bazirganiyê, hem di dereca dîn, çap û weşanê da û hem jî di civînan da” (26, r. 152). Lê Tirkiyê hertim jî ew peymanên ku di derheqa wan da çend miqalên destûrê jî dibêjin teribandine.

 

Di demên cihê cihê da, li perçeyên welêt ên cihê cihê, nûnerên dîwana Tirkiyê yên resmî di derheqa qedexekirina peyvê bi zimanekî mayîn, ji bilî tirkî, da bulten diweşandin, plakêt dar da dikirin, kampanya didan derbas kirin. Lê wê demê ew yek bêy destûrê dihat kirin. Nuha ew siyaset bi cûrê destûrê tê klrin û di maleke wê yê cihê da hatiye nivîsîn.

 

Ewha, miqala destûrê ya 26an dibêje : “Dema agahdariyan an jî weşandina bîr û baweriyên xwe, izn tune ku zimanekî usa ku bi zagonê hatiye qedexe kirin bi kar bînin”. Miqaleke bi naveroka awayê şovînî em nikarin li welatekî cihanê yê mayîn bibînin. Zimanê bi zagonê qedexekirî çi nîşan dide ? Ziman ferzendeke hevdufehmkirina mirovan e. Tevî vê yekê, li vira ji gişkan ra xuya ye gilî di derheqa kîjan zimanî da ye. Gilî nemaze di derheqa zimanê kurdî da ye. Hela çend sal pêş da, berî wergerandina dewletê ya eskerî, gava nûnerên rewşenbîrên Kurdan ber bi waliyê Ankarê bûn û hêvî jî kir ku destûr bide bona weşandina rojnama “Roja Welat” bi zimanê tirkî û kurdî, wê demê karmendê wê daîrê got : “Hûn dikarin bi her zimanî çap bikin, bilî zimanê kurdî. Eger na, çend serî ewê bên hilqetandin” (221, 1982, No 5 -6 , r. 4).

 

Di nava miqal 28 da tê xuya kirin ku izn tune ku weşana bi zimanekî qedexekirî çap bibe. Di nava destûra 1961 da tiş tê usa tu nebû. Rast e, berê jî weşanên kurdî qedexe dikirin, lê dîsa jî Kurdan hinek tiş t çap dikirin. Lê nuha komên Tirkiyê yên rêaksyonêr dicedînin ku siyaseta xwe ya şovînîst di hindava gelên welêt ên ne tirk da bi zagon-qanûnê bidin mehkeme kirin.

 

Destûra nuh ferzend da ku ji cîkî barkirina-koçkirina bineciyan bo cîkî welêt ê mayîn bi sînor bike, mecalan saz dike ku binecî mihacirî cîkî mayîn bibin. Ewha, di miqal 23 da hatiye nivîsîn : “Dikarin nehêlin ku mal koçûbar bikin bona pêşîgirtina gunehkariyan, bêxofkirina pêşdaçûyîna civakî-aborî, bona miaserkirina parastina hebûna dewletê”.

 

Miqala ku ew bixwazin, ewê gelek fireh bidin şirove kirin, ji ber ku di bin wê da gelek tiş t hene. Tiştên ewha gelek caran di salên 20 û 30 da di hindava Kurdan da hatine bi kar anîn, bona ku bineciyan bi kitle ji cî-warên wan mihacirî navçeyên welêt ên merkezî û roavayê bikin.

 

Eger em guhdariya xwe bidin miqalên destûrê, emê bibînin ku plana siyaseta daxwaziya xudanên wê ya sereke ew bûye ku şerkariyê dijî heja karkeran, dijî şerkariya Kurdan a millî-azadariyê gurr bikin. Bona testîqkirina gotinên xwe, em çend derecên miqalên destûrê yên mayîn tînin :

 

Miqal 14. “Tu maf û azadî ku di vê destûrê da hatiye dîtin, nikare bi armanca teribandin-şerpezekirina yekîtiya dewletê, welêt û millet bê bi kar anîn, nikare wek sazkirina qeziyê bona heyetiya dewlet komara Tirkiyê bê xebitandin …”.

 

Miqal 68. “Qanûnname û bernamên partiyên siyasî nikarin dijî yekîtiya dewlet, welêt û millet bin …”.

 

Miqal 122. “Deraa pêşdahatina karên bi destê zorê, yên ku dikarin ji hundir û derva qeziyê bona tamtiya welat û millet pêş da bînin, serekwezîr dikare halê eskeriyê îlan bike, hem li çend wilayetan, hem jî li temamiya welêt”.

 

“Şertê baweriya herî mezin bi bîr-baweriya teşkîldardamezranvanên destûrê ew e ku bona neperçekirin û tamtiya welat û milletê tirk pêş da bên”.

 

Di miqal 143 da tê dîtin ku dadgehên bêqeziyabûna dewletê ku divên li wan karên ku dijî tamtiya welêt û yekîtiya millet bûne, dijî bêqeziyabûna dewletê ya hundirî û derva bûne binihêrin û bi wan girîdayî ne, saz bikin.

 

Bi vî awayî, nasandina çend miqaleyên destûra nuh me tîne ser wê baweriyê ku ew mafên millî yên gelên ne tirk inkar dike.

 

Tehlîla miqalên destûra Tirkiyê bingeh dide me ku em bêjin ku komên Tirkiyê yên rêaksyonêr ferzendên xwe dan fireh kirin bona derbaskirina siyaseta asîmîlasyonê di hindava gelên biçûk da. Ew, ku li ser destûrê hîm dibin, mecalên xwe yên pelixandinê di hindava gelên welêt ên ne tirk da, xwezma di hindava Kurdên ku serhildana wan a dawiya salên 70 û destpêka salên 80 gelek pêş va çûye da, dane bi hêz kirin.

 

Tevî vê yekê, destûra Tirkiyê ya nuha li hemberî destûra dema Komarê dikare wek gavek ber bi paş bê hesibandin. Ewê alîkariya hişkbûna dijîheviyên mlllî û civakî li welêt bike. BîrÛbaweriyên destûra Tirkiyê ya nuh êdî ketine nava bernamên partiyên burjuwa ku bi destûrdayîna dîwanê ya sala 1983 hatine saz kirin. Ew gişk xwe bi tebiya idêolojiya nasyonalîzma burjuwa digrin, nenihêrî ku di bemameyên wan da di hêla raberkirinê da hinek ferq heye. Partiya Dêmokrasiyê ya Milletçîtiyê, PDM, (Milliyetçi Demokrasi Partisi) xwe ber bi hêla nasyonalîzma gef-gurr ku terefdara hukmê eskerî ya îlona 1980 bû digire. Ewha, di nava miqala bemama wê ya dudan da tê gotin ku PDM baweriya xwe bi ruh û felsefa “heja 12 îlon”ê ku dewleta Tirkiyê ji perçebûnê, milletê tirk ji pîrepîrebûnê xelas kir tîne û nuha jî siyaseta xwe di wê derecê da derbas dike.

 

Di miqal 4 a bemama wê partiyê di derheqa mêlgirtina prensîpa nasyonalîzma Tirkiyê da heye. Tê da tê gotin ku nasyonalîzma Tirkiyê ne ku perçe dike, lê digihîne hev. Ew nasyonalîzma kulturî ku bajarvanan digihîne hev e. Her bajarvanekî Komara Tirkiyê ku xwe nûnerê milletê tirk dihesibîne, qedrê dewletê digre, bi fehmdarî şabûn û qederê millet derc dike, milletçî-nasyonalîstê tirk hesab dibe.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *