Ji nimûneyên zargotina me – 257

Ji nimûneyên zargotina me – 257

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncîheftan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a çaran çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 4

 

Padşa jin -1

 

Wextekê padşake jin hebû, kurekî wê hebû. Rojekê kurê padşê nava baxçê xweda digerîya. Ewî ser darekî teyrek dît; çû nêzîkî darê bû, got:

Ezê vî teyrî xwera bigrim.

Ew darêva hilkişîya, teyr ne firî. Dest avît lingê teyr, teyr ew hilda û bi ezmana xist.

Berjêr nihêrî, dît ku ew gelekî bilind bûbû. Teyr gede bir çû adeke behrêda danî. Ewî emirê xweda çetinayêd usa ne dîtibûn. Ew melûl bû û wandera gerîya.

Çar alî behr bû. Nizanibû kuda here. Pêş xwe nihêrî, koçikek dît, dûkî zirav ji koçik-serayê dikişîya. Çû ber derê koçikê, dît qîzek ber dêrî sekinîye. Ew carîya Perînaz xanimê bû. Kurik selam da keçikê, keçikê selama wî vegirt, go:

-Delal, tu û ev der?

Go: -Qîza qenc, hazir bibîne, lê tu û ev der, ev çi tevaye?

Go: -Eva avayê Perînaz xanimêye, ya qîza padşê Rohilatê.

Gede go: -Gelo Perînaz xanim wê bihêle ez herim herema wê?

Go: -Xortê qenc, tu vira sebirke, ezê herim jê bipirsim, çika çi dibêje.

Çû hundur, keçikê Perînaz xanimêra go:

-Hal û hewalê xortekî eve. Dibê îzin heye ez herim hunzûra Perînaz xanimê.

Perînazê go: -Here gazîkê bira bê.

Keçikê gazî xort kir, xort çû hundur, gava Perînazê nihêrî, go:

-Eva qîz nîne, husilcemale, horî-meleke.

Gava ewî selam li keçikê kir, keçikê serê xwe hilda, nihêrî xortekî usa bedew hatîye hundur, wekî meriv ne bike, ne bixwe, li wî û bejina zirav, bedewîya wî binihêre. Keçikê bi dilekî na, heft dila ew heband, go:

-Xortê delal, keremke rûnê.

Xort rûnişt. Keçike mêrxas bû, pirsî, go:

-Pirsa etib tê tunebe, tu çi usnî, çi cisnî?

Zelqerne go: -Qîza delal, ez kurê padşayê Roavayême.

Perînaz xanimê jê pirsî:

-Axir Roava kêderê, ev der li kêderê? Tu çawa, bi çi celebî hatî, derketî vî welatê xirî-xalî?

Go: -Qîza qenc, ez nizanim, ez nava baxçê bavê xweda bûm. Ez digerîyam, aciz bûm, mefa min hebû, ez têda razam. Nizanim diha, têda gelekî razam, yan hindik, paşê ez hişyar bûm, ji mefê derketim. Pêş min dareke sipindarê hebû, teyrekî ser serê darê danîbû. Ew teyr usa bedew bû, wekî her perekî wî awazek digot. Ez fikirîm, paşê min dil kir, wekî wî teyrî ji xwera bigirim. Ez darêva hilkişîyam, teyr ne firî, min qalim bi lingê wî girt, teyr firî, bi ezmana ket. Min her nihêrî teyr ez vê ada behrêda peya kirim. Xulîna pêlêd behrê bû, min xof kişand. Behrêda peya kirim, min çarhilqê xwe nihêrî gul û sosin, rihan û beybûn têda şîn bûbûn, bîna xweş dihat, meriv hijmekar bû li erdê û hêşinayê binihêre. Hema wî çaxî ez hevekî gerîyam û rastî koçik-sera te hatim. Qirara min û gotina min jî eve, qîza qenc. Pirsa etibê tê tunebe, tu çi usnî, çi cisnî?

Perînazê got: -Xortê delal, ez qîza padşayê Rohilatême. Ez rokê ji hucrê hatim, min lê nihêrî zaro kap dilîzin. Ez qîza padşê bûm, eze hur bûm, min kapêd gede avîtin, bela kirin. Ji wan geda yekî got: -Ne tu xunedayî, qîza padşayî, çi şuxulê te bi me û kapê me ketîye?- Hêrsa min rabû, min şemaqek lê xist, tevda hişt û lêxist çûm, çûm cem diya xwe, diya mine rûniştî bû. Ez qasekê bal diya xwe rûniştim, me hew nihêrî pîrek ew gedê min lêxistibû, dêstda, hate hundur. Ew pîreke usa belengaz bû, wekî meriv têlek ji kincêd wê bikişanda, hezar pîne wê jê biketana, yeke herifîye porsipî bû, diranek devê wêda tunebû. Ewê şikyatê min ber diya min kir, go: -Qîza te çima kurê min kutaye? Ez belengazim.- Diya min go: -Lawo, te çima vî gedeyî xistîye? Ewî belengazî guneye. –Min jî hilda go: – Dayê, ew çiye, wekî ber min xeberde?

Diya min ser min gelekî hêrs bû. Go: -Ad û qirarbe, ezê te bavêjime behra. –Bona wê yekê diya min ji minra qeyîkek da çêkirinê, ez şandim vira. Niha diya min çil şevî carekê ji minra nan-emek dişîne, ez pê dijîm, heta çika melek hadrê ava çêdike, ez nizanim wê kengê bên û min ji vira bibin.

Xort hilda, go: -Qîza qenc, hemînî ez kurê padşême, tu jî qîza padşêyî, ya te dîsa dibe, bi qeyîka bibin, lê ya min ez nizanim, çimkî teyr ez anîme, qet kes nizane ez kî alî çûme, bona bikaribin pey min bên. Delala min, ez tera, tu jî ya min.

Keçikê go: -Ew pirsa te ez ser çevê xwe qebûl dikim. Tu were, hela çil şev wedê min heye, bîst roj derbaz bûye, wê bîst rojêd dinê dîsa ji minra nan bînin. Wekî te li cem min bibînin, wê min jî bikujin, te jî pêra.

Xort go: -Gerek tu çarekê bikî.

Keçikê go: -Wexta gemî hatin, ezê te veşêrim, wexta gemî çûn, dîsa ez ya te, tu yê min.

Heyneyse, bi wî hesabî ewana sekinîn, ji xwera bi kêfa mêr û jintîyê derbaz kirin, heta çilê wana temam bû. Sibetirê nihêrî qeyikêd wana hatin. Keçikê gede veşart. Emirê xizmetkarê padşê tunebû, wekî qîza padşê bidîtana, çi ku hebû, wana dida carîya wê, jêra dibir. Carîyê eşîya ji qeyîkê derxist, bire qesirê. Bi wê kezelkê gede heyştê şevî ma cem qîzikê.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev