
Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.
Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne.
Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..
Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala
Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.
Bersiv:– Henekên kurdî – 4
1-
– Silav kurê min, tu li ku yî?
-Ez di otobusê de me, ez têm malê dayê.
-Ma tu ji dibistanê derketî?
-Na dayê, min otobus ajotîyê polê û ez li hundirê wê de rawestîyame.
2-
Textor, ez nikarim heban daqurtînim, bi şirûbê dilê min dixele, ez ji derziyan ditirsim.
Textor:
-Ma ez niviştekê ji te re binivîsim?
3-
Mamoste: Ez di polê de herdem heman tilîyên rakirî dibînim.
Min jî tilîya xwe ya navîn ji bo guhertinê bilind kir.
Mamoste ez ji dersê avêtim, mexdûr im!..
4-
Gava zilamê ciwan hat malê, jina wî xwe avêt stûyê wî.
– “Ezîzê min! Îro mizgînîyeke min a mezin heye. Vêca em bûne sisê.”
-Bi rastî! Wê çaxê kengî?
-Sibê saet di çaran de tu yê dayika min ji îstasyona trênê bînî malê.
5-
Ekîbên cendirmeyan li Adilcewaza Bedlîsê di xaniyekî de 103 berhemên dîrokî girtin.
Jina xwedîyê malê: “Tîyê min di daweta min de weke xelat bi min ve kiribûn.”
Gelo tîyê te Nemrûd bû?
Riataza