Nameyek Derengmayî – 4

Nameyek Derengmayî – 4

Mela Mihyedîn

Rê hene diqedin û rê hene mirovan diqedînin.

Belê rêno…

Hûn ji destpêka emrê me û heta dawîya wê di jîyana me de ne. Hûn timî ji me re bûne heval û ta heta dawîya emrê me jî hûn wisa dimînin. Çiqasî em nazdar û tiralîyê bikin jî timî hûn derdkêşê me ne û timî li bendî me ne.

 

Em bixwazin û em naxwazin jî bi awayekî dikevin rê. Rê li ber me vedibin an jî em ji xwe re rêyên nû vedikin û her yek ji me di rêya xwe de û li gorî rotaya xwe emrê xwe derbas dike.

 

Rê û Xweda dişibin hev. Her du jî mirovan dihewînin û tu cudahîyê nakin navbera wan. Xirab an jî baş, çermespî an jî çermsor, jin an jî mêr, zarok an jî extîyar ji bo rê û Xweda bi qasî misqalekê girîngîya wan nîn e.

Rê û xweda dişibin hev û her du jî we dibin cihekî.

 

Dema zarok dikeve zikê dîya xwe rêwîtîya wî/wê ya jîyanê dest pê dike. Dema zarok ji dîya xwe cê dibe û tê dinê dest bi rêyek nû dike. Hêdî hêdî bi mezinbûna insanan re rêyên wan diguherin û di gelek rêyan de wext derbas dikin. Carna di rêyên nenas û xerîb de diçin û carna jî di rêyên nas de…

 

Rê mamosteyê jîyanê ye û me fêrî jîyanê dike. Rê mamosteyek bê deng e lê mamosteyê herî baş û herî bi hêz e. Bi ketina rê û di qonaxên wê de hêdî hêdî bi gavên biçûk meriv fêr dibe. Dema rê, qonax û rêheval guherîn wê demê meriv derbasî dersek nû dibe. Di rê de, bi rêhevalan re û di qonaxên wê de meriv terbîye dibe, meriv fêr dibe, meriv zana dibe, meriv xurt dibe.

 

Hûn çi bin û çi kes bin qet ne girîng e. Ji bo pêşketin wekî Homo Habîlîsa divê meriv rabe ser pîya û divê meriv wekî Homo Sapîansa gavên xwe ji bo pêşerojê û ji bo pêşketinê biavêje. Her çiqasî rêheval bên guhertin û qonax jî li paş meriv bimînin jî ya naguherê û ebedî dimîne rê ye. Rê tu carî terka meriv nake. Rê her daîm li kêleka meriv bi bedengî wekî sîya meriv wan dişopîne.

 

Ji bo ketina rê û gavên pêşî wêrekî pêwîst e. Wekî çûkên di çîroka Sîmûrgî de divê meriv dakeve rê. Rê dijwar e û zehmetîyê bi xwe re tîne lê dawîya wê xweşî û serfirazî ye mîna dawîya çîroka Sîmûrg….

 

Rê li gorî xewn û xeyalên we şekil digre. Lewma bi dilek pak û bi mejîyek rehet divê meriv têkeve rê. Heger meriv dil pak nîn be û mejî ne rehet be pirsgirêkên li paş mayî wê li meriv bibin bela û mûsîbet. Çawa her roj jîyan ji nû ve dest pê dike û roja din li paş dimîne divê em jî tiştên berê li paş xwe bihêlin û têkevin rê. Xewn û xeyalên me heta dawîya rê ji mer dibin rêheval û gelek caran jî bi awayekî maddî tên wicûdê û dibin rastî.

 

Jîyan ji rêyan pêk tê. Yek diqede û ya din dest pê dike. Bi demê re em dibin ehlê rê û rê me diguherîne. Ji alîyê mejî, dil, maddî, manewî û dêrûnî rê me wekî hevîr distire û şekil dide me. Ev hal û rewşa me ya îroyîn tev bi saya rêyên îro û yên berê ne.

 

Wekî ajokarekî divê meriv dakeve rê. Divê tim çavên me li pêş be û divê tim ji bo pêşerojê meriv gav biavêje. Dema kêlîyek tenê jî meriv li paş xwe û li bîranînên vegere wê demê rê efû nake û wekî ajokerekî meriv tevlî qezayê dibe. Lewma tim divê çavên me li pêş û pêşerojê be.

 

Bi rê û demê re meriv fêrî jîyanê dibe heta meriv hîn dibe jî pir dereng dibe. Wekî yên berîya me gotî: “Heta me xwe nas kir, me emir xilas kir.” Di dawîya rê de gelek caran ya dimîne poşmanî ye. Lê dawî çawa jî be hewce dike meriv ji şaşîyên xwe dersa xwe bigre û xwe ji bo rêya/ên nû amade bike. Bê sekin û bê rehetî divê meriv têkeve rê da di dawîya emrê xwê de meriv poşman nebe. Da meriv ya dilê xwe bike.

 

Li dinê gelek rê hene û her kes rêwîyê rêya xwe ye. Lê çiqasî rê pir bin jî sê encamê rê hene an jî sê cureyê rê hene. Rêya pêşî; rêya başî û xweşîyê ye, we ji alîyê baş ve diguherîne û tiştên qenc dibin para we. Rêya duduyan; rêya xirabî û nexweşîyê ye, we ji alîyê xirab ve diguherîne û tişten nepak dibin para we. Rêya sêyan: encama wê tune ye, tu ked didî û keda ber bi hewa ve diçe û tiştek nayê destê we.

 

Ka em binerin ey rêya delal, ka gelo tu yê çi derxî pêşberî me. Kîjan mirov wê bibin rêhevalê jîyana me û gelo em ê li kîjan qonaxan rawestin? Di dawîya rê de gelo em ê bibin mirovekî çawa? Werhesal kelam wekî çûkê Hudhud ji yên din re gotî: “Bibin ehlê rê û bikevin rê”. Em jî têkevin ser rêya xwe…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *