Pirtûka ”Dîroka Navdarên Kurd”

Pirtûka ”Dîroka Navdarên Kurd”

Wergervan: Mela İsmet Kılıçarslan û M. Reşit Irgat

 Dîroka navdarên Kurd ku ji hêla seydayên hêja Mela İsmet Kılıçarslan û M. Reşit Irgat ve hatiye wergerandin çap bû…

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye. Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, yanê ji ciwaniyê ta kalîtiyê, di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de gorî kiriye û di vî warî de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe hiştiye.

Ev pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:

-Beşa Yekem: Der barê danasîna Arif, Alim, Edîb û Şairên Kurd de ye. Ev beş ji du bergan pêk tê.
–Bergê Yekem, ji çerxa destpêka Îslamê heta dawiya çerxa 13an e.
–Bergê Duyem, ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta roja ku me karê vê xebatê hilda ser xwe di nav xwe de dihewîne.
-Beşa Duyem: Bergê Sêyem jî jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de dihewîne.

Baba Merdox heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijûl dibe û ta ku êdî ji ber kalî û nexweşiyê rojekê qelem ji dest dikeve. Her du bergên ewil di xweşiya wî de têne çapkirin; bergê sêyem ê nîvcomayî jî kurê wî Macid Merdox temam dike. Wergera vê berhemê bi bal Kurdî ve, di sala 2000î de li ser daxwaza Mam Feqî Huseyn Sağnıç ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve, bi niyeta ku li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çap bibe dest pê dike. Jixwe Mela Reşîd û Mela Îsmet her du jî endamên Enstîtuyê bûn. Pêşiyê wergerê bi daktîloyê dinivîsîn û piştre bi gelek zehmetiyan derbasî kompîtorê dikin. Feqî Huseynê ku pirr dixwest ev wergera Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede di sala 2003an de wefat dike. Hêj werger didomiya mixabin di 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li Îzmirê di qezayeke trafîkê de wefat dike. Çawa ku nivîskarê kitêbê beriya qedandina bergê sêyem wefat dike, yek ji wergêrê wê jî beriya qedandina wergera bergê sêyem wefat dike. Li ser vê Mela Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam dike. Hersê bergên nêzîka 1900 rûpelî ne, ji bo meraqdar û lêkolîneran çavkaniyên gelek hêja ne.

Baba Merdoxê Rûhanî (Şîwa)

Di sala 1923yan de li Rojhilat, li gundê Kaşterê ku nêzikî Sineyê (Senendec) ye hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya pêşiyê ji bavê xwe hîn bûye. Di warê tefsîr, mantiq, fiqih û matematîkê de şareza bûye. Di sala 1942yan de destûrnama/îcazeta xwe standiye. Sala 1944an çûye Tehranê û di wezareta perwerdehiyê de bûye mamoste; hetanî sala 1978an, 34 salan mamostetî kiriye. Li Tehranê di weşanên cûr bi cûr de nivîsên wî weşiyane. Ji bilî kitêba wî ya navdar Tarîxê Meşahîrê Kurd nêzikî 30 heb berhemên wî yên din hene; mixabin hinek ji wan nîvco mane. Dema ev xebata xwe kiriye rastî gelek astengî û zehmetiyan hatiye; du cild temam kirine lê mixabin umrê wî têra cildê sêyem nekiriye. Li pey wefata wî cildê nîvcomayî kurê wî Macid Merdoxê Rûhanî qedandiye û meqseda bavê xwe bi cih aniye. Baba Merdoxê Rûhanî 19ê Çileyê Paşin/Çile 1989an de, ji ber nexweşiya Şêrpenceyê li bajarê Sineyê wefat kiriye û li vê derê hatiye definkirin. *** M. REŞÎD IRGAT di sala 1943an de li gundê Oranisa li ser Tetwanê hatiye dinê. Xwendina xwe ya medreseyê di navbera salên 1950-1970an de pêk aniye. Dibistanên seretayî, navîn û lîse bi azmûnên ji derve qedandine. Di sala 1970an de bûye melayê resmî û di sala 1995an de malnişîn bûye. Sala 1992an bûye endamê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û di bin wê banê de bi karûbarên çandî û wêjeyî ve mijûl bûye. Mela Reşîd li Îzmîrê dimîne û xebatên xwe dewam dike. Berhemên wî yên çapkirî ev in: -Siyahpoş; Çend Xezel û Helbest, weş. Enstîtûya Kurdî, Stenbol 1999. -Dîwana Feqiyê Teyran; Ey Avê Av (Digel Îsmet Kılıçarslan), Enstîtûya Kurdî, Stenbol 1999. -Şêxê Sen‘anî, weş. Enstîtûya Kurdî, Stenbol 1999. -Siwadî, Leyla û Mecnûn, Nûbihar, Stenbol 1999. -Dermanên Bijîjkiya Gelêrî (Calînosê Hekîm û Mela Mihemed Qutub), Enstîtûya Kurdî, Stenbol 2000. *** ÎSMET KILIÇARSLAN di sala 1932an de li gundê Çorsên a Tetwanê hatiye dinê. Li gundê xwe perwedehiya medreseyê girtiye û li ba Seydayê Mela Ebdulsemed dom kiriye û bûye mela. Li herêma Bidlîsê û Mûşê melatî kiriye. Piştî ku malnişîn dibe, li Îzmîrê bi cih dibe. Di Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê de û di komele û saziyên din yên çand û wêjeyê yên Kurdî de xebatên xwe dike. Di senatoya TZP Kurdî de cî girtiye. Mela Îsmet ji ber qezayeke trafîkê, di 3yê Tebaxa 2006an de li Îzmîrê wefat kiriye. Berhemên ku wergerandine ev in: -Jiyan û Têkoşîna Qazî Muhammed, Seîd Humayûnî (wergera ji Farisî), weş. Doz, Stenbol 2004. -Dîwana Feqiyê Teyran; Ey Avê Av (tîpguhêzî digel M. Reşîd Irgat), weş. Enstîtûya Kurdî, Stenbol 1999. *** MACID MERDOXÊ RÛHANÎ di sala 1958an de li Sineyê hatiye dinyayê… Heta lîseyê li Sineyê, Zanîngeh li Tehranê Fakulteya Kîmyayê xwendiye. Di sala 1990î de di Intişarata Sirûş de dest bi karê edîtoriyê kiriye. Berhemên Ebdurrehman Şerefkendî (Hejar) yên Farisî û Kurdî ji bo çapkirinê amade kirine û edîtasyona wan kirine. Ji bilî wan, ji sihî zêdetir cûr be cûr kitêb ji bo çapê edîte kirine. Nemaze Dîwana Melayê Cizîrî ji nûve bi editoriyeke baş çap kiriye… Wekî din, Tarîxê Meşahirê Kurd, Dîwan, kitêbên Mestûre Xanima Erdelanî û gelek kitêbên din çap kirine. Di sala 2001ê de pêşengiya avakirina beşa Ferhengsaziyê kiriye û li gel komeka mamoste û kutabiyan Ferhenga Farisî û Kurdî ya Sê Cildî amade kiriye… Paşê Ferhengeke 4 Cildî ya Kurdî û Kurdî amade kiriye. Ferhenga berîkê û ya navincî ji vê seriyê hatine amadekirin. Macid Merdoxê Ruhanî eve sih sal in hemkarê Ansiklopediya Kurdistanê ye li Îraq û Îranê. Niha jî xebatên xwe yên zanyarî û edebî dewam dike… Sala 1978an, 34 salan mamostetî kiriye. Li Tehranê di weşanên cûr bi cûr de nivîsên wî weşiyane. Ji bilî kitêba wî ya navdar Tarîxê Meşahîrê Kurd nêzikî 30 heb berhemên wî yên din hene; mixabin hinek ji wan nîvco mane. Dema ev xebata xwe kiriye rastî gelek astengî û zehmetiyan hatiye; du cild temam kirine lê mixabin umrê wî têra cildê sêyem nekiriye. Li pey wefata wî cildê nîvcomayî kurê wî Macid Merdoxê Rûhanî qedandiye û meqseda bavê xwe bi cih aniye. Baba Merdoxê Rûhanî 19ê Çileyê Paşin/Çile 1989an de, ji ber nexweşiya Şêrpenceyê li bajarê Sineyê wefat kiriye û li vê derê hatiye definkirin.

Kunyeya Pirtûkê

Navê Kitêbê Dîroka Navdarên Kurd
Navê Orîjînal Tarîx-î Meşahîr-î Kurd
Nivîskar Baba Merdoxê Rûhanî (Şîwa)
Wergêr / Lêkolîner Mehmet Reşit Irgat – Îsmet Kılınçaslan
ISBN 978605941390
Cûre Biyografi-Dîrok
Rûpel 1876
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg ihb

 

Çavkanî : https://candname.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *