Rohat Alakom nivîsa Têmûrê Xelîlê ”ji wê dinê” anî û jîndar kir

Rohat Alakom nivîsa Têmûrê Xelîlê ”ji wê dinê” anî û jîndar kir

Lêkolînerê navdar nivîsa xwe a li Twitterê belavkirî ha destpê dike:

Rohat Alakom

Tam berî 30 salan li ser dengbêja navdar Eyşe Şanê nivîseke Têmûrê Xelîl ya balkêş bi navê ”Xatûna şertê xwe” li gel stiraneke wê di rojnameya ”Rya teze” da hatiye weşandin: ”Çemo, çemê lo Bişêriyê/Kelek berdan pê gemiyê/Kolos xweş e ber kofiyê/Zewac xweş e li zozana, koçeriyê” (15.05.1991).

 

Em wê nivîsa bi tîpên kirîlî çapbûyî hema wek xwe dikin kurdîya latînî û raberî we dikin:

 

Têmûrê Xelîl

 

Kilam janreke kûltûra me ya here hizkirî ye. Klamêd meye mêranîyê rojêd oxirmêd giran da alî mêrxasêd me kirine. Klamêd evîntîyê bûne pira orta herdu dilêd bengî da, yêd govendê şayêd milet xemilandine, yêd şînê derdê heznîya sivik kirine. Dayka kurd ber bêşîka zara xweye destdergûş lûrî kirîye û eger bavê tifalê meydana şêr da hatîye kuştinê, dayîkê lûbandîye:

 

De lûrî, kurê min lûrî,

Bavê te kuştin, dayîk bi gorî,

Gernas û mêrxas divê tu negirî,

Milet ku sax bî, lema ew dimrî.

 

Rastîyê jî, îzna miletê me heye bi klamêd xweva kubar be. Û ew yek, wekî cimaeta me hetanî nha gelek erf-edetêd xweye baş xweykirine, ew bi saya serê klamêd me ne jî, kîjan ketine nava ruhê her kurdekî – hizdikî ew zarbe, yanê kalê zemanabe.

Em îro dixwezin xwendevanara derheqa Eyşa Şan da gilîkin, ku em jê ra dibêjin Eyşêşana Kurd. Kubir û akla wêye esil kurmancî, lewzê wêyî şîrin ew kirine kubarîya îskûstva meye dengbêjîyê, mera hurmet û sîanet anîye, bûye hizkirîya bi mîlyona maşoqêd klamêd me. Gava guh didî ser klamêd wê, têyî ser wê fikirê, wekî ew kilam gotî tenê wî cûreyê bê stiranê û gerekê xût ew vê kilamê bistirê.

Kilamêd wê hîmlî yêd evîntîyêne. Wanda zargotina meye dewlemend, rehma dilê miletê me, evîna paqij têne ber çeva. Kilama “Bêmal” da xetêd ha hene:

 

Lo-lo Bêmal, tu ne sêvî, sêvê Meletîê,

 Sal donzdeh meh di paşila xwe da bigerînim,

 Rojekê rojîyan fitara xwe bi te vekim.

 

Lê klamêd mayînda ha dibêje: “Min neke bazar û xwe neke tucar…”, “Ezê zêrên serê xwe bifroşim, delalîkê dilê xwe ji kela Dîyarbekira reş xilaskim…”.

Zargotina me nava rêpêrtûara klamêd wê da (6 kasêt, dêmek 6 sehet, weke 70 klam) cîkî hêle digre. Ew yek îlahî klamêd ”Çemo“, „Saliho“, „Bavê Seyro“ da rind tê ber çeva.

 

 Çemo, çemê lo Bişêrîê,

 Kelek vala berdan pê gemîê,

 Koloz xweş e ber kofîê,

 Zewac xweş e li zozana, koçerîyê.

 

 Çemo, çemê Qirdîlekê,

 Vê sibê qazê daye pey werdekê,

 Xelq û alem bûye aşiqê mal û halê dinyalikê,

 Ew jî bûye heyrana bejna vê keçikê…

 

Ewê qedirê zargotina me girtîye, erf-edetên baş propaganda kirîye û derketîye mqabilî yêd xirab: “…derdê hewîê welle nakişînim”.

Bi serî klamêd wê cimaetê ew qîmet kirîye, ew hiz kirîye, jêra gotîye: ”Gula govendê”, ew jî bi wê yekê va firnax bûye, texmîn kirîye, ku kêrî cmaeta xwe tê.

Klamêd wê da tê kivşê, wekî dengbêja bi nav û deng gelek zelûlî dîtîye, bona klamêd kurdî bistirê, mecbûr bûye terka welatê xwe – Kurdistanê bide, here Evropayê, çimkî Tûrkîaê qedexe kiribû ew kurmancî bistirê. Zanibû, ku bona îskûstva rast mletêd mezin û biçûk tunene, çawa ku aqilbenda gotîye: “meriv dikare tîbûna xwe ji şelbike av jî bişkêne, ji ava çemekîva jî“. Bona mirina keça xweye Şahnazê gelek xem kirine, derdê cegerê dîtîye, bona yazîya mletê xwe ber xwe ketîye, kesirîye û stiraye (“Oy delal“). Şaristanêda behsa mirina dê bihîstîye, ku bêy wê defin kirine û kula dilara sêwirandîye, kilam avîtîye ser diya xwe – Hecî Xanimê.

 

 Ava çemê Dîyarbekirê îro têye leme-leme,

 Dayê qurba, pêl li pêla dixe, davê ser keleme,

 Îro dîsa dilê min şewitî, dayka min ket bîra min e,

 Hêsirên min xerîba xudê mîna barana biharê tê  û nasekine.

 

 Hey wax dayê, xerîb im dayê, bê kes im dayê,

 Kesê min ne ma vê dinyayê dayê,

 Ez belkî bimrim, dayê…

 

Hinek jî derheqa serhatîya emrê wê da:

Eyşê Şan sala 1938an li Diyarbekirê ji diya xwe bûye. Paşê çûye Entabê, Sitembolê. Ji wira jî, çawa me got, Evropayê (sala 1972-a). Û temamîya wan salêd şaristanê çiqasî dûrî welatê xwe û cimaeta xwe bûye, ewqas heyra wan da bûye. Ji stirana li şaya, dewata, bindarûkê, odê kurmancî destpê kir û rabû ser dikêd konsêrta yêd Fransîyaê, Gêrmanîaê, Holandîaê, Bêlgîaê… Û her cara mînanî artîsta Rûsîyaê ya emekdar, dota kurda Nazî Şîray kincê kurmancî xwe kir û bi îskûstva qedandinêye bilindva kûltûra cimaeta me dinyaê dida naskirinê.

Paşê fîrmaêd welatêd Evropaêye başqe-başqe dengê wêye nazik ser plastînka û kasêta nivîsîn û her çar qulbêd dinyalikêda firotin. Ser her yekê ji wana navê klama nvîsîn û şiklê wê jî ser xistin. Û ji her şiklekî wan kasêta bîna kurmancî tê. Ser yekê ewê kincêd kurmancî xwekirine, gulîê xwe vegirtine, rext pêsîra xwe va kirîye, şiklekî mayînda şe`ra Dîyarbekirêye rîşî daye serê xwe, çevê xwe kildane, biskê xwe badane, şiklekîda kofîya bi zêrêd Mehmûdîva danîye serê xwe, xirxal kirine lingêd xwe, xizêm bi pozê xweye pîjîn va kirîye, bercênîk danîye ber enîya xweye kever, sêlikekîda jî kofî-kitan girêdaye, mircan avîtine situê xwe, sedef li pêsîrê diçûrisin û cêrê xwe hildaye, diçe avê…

Çend sala pêşda min ji Îraqê kasêtek sitend, ji kîjanê em pê dihesin, wekî Eyşa Şan bona radîoa Bexdadêye kurdîda bistrê, çûye Îraqê, rastî denbêjêd kurde eyan Mehmed Arifê Cizrayî û Îsa Berwarî hatîye, hevdura ketine sohbetê, hevra stirane. Kovara kurdîye „Sazbendî û hunur“ ev rasthatina nav kirîye „Civata bilbila“. Gava wê kasêtêda xeberdana wê dibihêyî, dengê wê ewqasî zîz û xweşe, meriv tirê ew distirê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *