Nameyên evînî – 148

Nameyên evînî – 148

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ji eşqê nikarim bikevim nava cîyan. Bikevim nava cîyan jî ezê nikaribim razêm. Razêm jî, ezê ne bi Nura xwe ra bim. Ne bi Nura xwe ra bim, rabim çi ye, razêm çi ye, ranezêm çi ye, bijîm çi ye, nejîm çi ye?

 

¤¤¤

Tiştên bo te têne serê min, herdem jî bêy gotin û bêy hevok in.

 

¤¤¤

Ka tiştekî ecêb bêjim, belkî bi dilê te be. Ez bi te ra naxwezim herim cîyên gelekî xweş. Weke ku cîyên xweş wê bala me bikişînin ser xwe, ango wê wextê me yê hevrabûnê bixun. An jî, cîyek pir xweş be û pir xweşa te here, weke ku ezê bifikirim, ku xweşîya me a bi hev ra em bi wê xweşîyê ra parevedikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *