Nimûneyek ji dîroka me a mêrxasîyê

Nimûneyek ji dîroka me a mêrxasîyê

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum

 

Di dîrokê de derbarê serhildana Mala Elîyê Ûnis (Qewmê Çiyê) de gelek nivîs û pirtûk hatine weşandin, qehremanî û mêrxasîya wan di gelek stran û kovarên siyasî de cîhê xwe girtine.

Di wê serhildanê de navê sê hev şêrejina derdikevin pêş:

 

1-Rindîxan (Keça Mîrê Xerzan, bûka Elîyê Ûnis, hevjina Mihemed e)

2-Ruqiye (Meta Mihyedîn, xwenga Mihemedê Elîyê Ûnis)

3-Rindêxan (Keça Mihemed û Rindîxanê ye)

 

Dema serhildanê de Mihyedîn bi birîndarî dîl dikeve destê Romê, li ber çavê dayîk û meta wî serê Mihyedîn jêdikin…

 

Li ser wê bûyerê dayîka Mihyedîn Rindîxan xwe ji zinarekê de davêje, jiyana xwe bi dawî dike.

 

Keça wî Rindêxanê jî dîl digirin, bi rê de serleşker dixwaze destdirêjî bike, ew hetanî pira Malabadê li ber xwe dide û bi serbilindî xwe di pirê de davêje, dibe stêrkek, ji stêrkên ezmanê welatê xwe..

 

Ez rindim Rindîxan im

Keça Mîrê Xerzan im

Jina şêrê çiyan im!!!

 

Çavkanî: Şakir Epözdemir, Mahmûd Baksî, Kamran Simo Hedili

Wêne ji: https://pirtukweje.wordpress.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *