Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (WKÎM) hate damezirandin

Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (WKÎM) hate damezirandin

Ji malbeta Akademîsyenê mezin behseke şabûnê gihîşte malpera me

Dost û hevalên hêja, hemwelatîyên me yên ezîz!

Em dixwezin we agahdar bikin, ku bi xemxurîya mirovên Akademîsyen K. Î. Mîrzoyêv û hezkirîyên wî li bajarê Almatîyê, li komara Qazaxistanê, bi awayekî fermî Fonda zanyarîyê-perwerdehîyê ya Navnetewî ya mîrata akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv) ya çandî-ronahîdarîyê hatîye damezirandin û qeydkirin.

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bingehdarên Fondê pîroz dike û di karê wanî pîroz yê bo gelê me û welatê me ji wan ra serketinan û karên berhemdar dixweze.

Nav û keda Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv wê herdem di dilê me da bimîne û wê di bîranînên me da herdem zindî be.

Rehma Xwedê lê be. Cîyê wê buhuşt be. Serê ewledên wî sax be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *