FÎLMÊN BI MIJARA KURDÎ YÊN DEMA SOVYÊTÊ

FÎLMÊN BI MIJARA KURDÎ YÊN DEMA SOVYÊTÊ

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)

 

Wek tê zanin, fîlma yekemîn ya li ser gelê me li Ermenîstanê sala 1926-an hatîye derxistinê. Navê wê «Zerê» ye, ya ku li ser bingeha serpêhatîya Lazo (Hakob Xazaryan) ya bi wî navî hatîye kişandinê. Ew li ser jîyana êzîdîyên berpala çîyayê Elgezê û erf-edetên wanî berî dewra Sovyêtê ye. Di vê fîlma bedewetîyê da ji ber kevneşopîya civakî mêrxasa sereke – Zerê bi destê Têmûr beg rûreş dibe, lê paşê dilketîyê wê – Seydo nav û namûsa wê diparêze, ewê ji qeda sosretîyê xilaz dike. Eva fîlma reş û sipî di destpêkê da bê deng bû, lê dû ra kirine ya bi deng, bi zimanê ermenî. Gerekê bê gotinê, wekî fîlma «Zerê» di goveka mehrîcana sînêma navnetewî da 18-ê sibatê sala 2011-an li Stembolê hate nîşandayînê. Derhênerê fîlmê Hamo Bêknazaryane. Di dilqan da gelek lîstikvanên ermenîye navdar dilîzin: Marîya Tadêvosyan (Zerê), Hraçya Nêrsîsyan (Seydoyê şivan), Avêt Avêtîsyan (Emo), Olga Gûlazyan (xanim Letîf), Mîxaîl Garagaş (Têmûr beg) û yên mayîn.

Afîşa fîlma «Zerê» sala 1926-a ji hêla «Sovkîno»-ê va (sînêma Sovîyêtê) çap bûye. Xudanê wê du birayên wênekêşin, yên ku bi navê Vladîmîr û Gêorgî Stênbêrg têne naskirinê. Ev wênekêş li salên 1920-30-î li Yekîtîya Sovyêtê gelekî navdar bûn. Ew bi rastî jî hostên plakat-afîşên sînêmayê bûn. Di nava 10 salan da wana bêtirî 300 plakat û afîş çap kirine. Herdû birayên wênekêş afîş û plakatên xwe bi vî cûreyî îmze dikirin: «2-STÊNBÊRG-2» (bi şêweyê dûêta sîrkê).

Wek me anî li ser zar, afîşa duemîn ya fîlma «Kurdên êzîdî» ye. Dîhare, wekî eva fîlma bedewetîyê ya dudane, ku li ser gelê meye. Ew sala 1932-an hatîye kişandinê. Fîlm cara yekemîn 3-ê çile sala 1933-an li Yêrêvanê hatîye nîşandayînê, lê tameşevanên Moskvayê cara pêşin 29-ê îlonê sala 1934-an ew mêze kirine.

Eva filma li ser şerê sinifê ye. Naveroka wê sade û li gorî dema Sovyêtê ye: li gundekî kurdan dîwana Sovyêtê tê damezirandinê. Di gund da tenê du mirovên xwendî hene: şêx û milkedar Xano, yên ku herdem kesîba dizêrînin û dixapînin. Beşa bajêre xwendinê dersdareke jin dişîne vî gundî, ku dersê bide zarên gundîyan. Şêx û milkedar Xano xwendinê li dibistanê diteribînin û betal dikin, gefa dersdarê dixwin û wê didine tirsandinê. Lê gava serokê şêwra gund Biro dixweze ji bo fabrîka bajêr ji gundîyan hirîyê top dike, milkedar ji bo perxemê li wî karê serokê gund xin, bi fêlbazîyê berî wî hirîya hemû gundîyan dikirin. Dîwan pê dihese, dada wan dike û wana davêje hebsê. Du ra li gund kolxoz (malhebûna tevayî) tê sazkirinê. Kesîbên gunde berê dibine endamên kolxozê û xwedîyên mafên xwe. Derhênerê vê fîlmê A. Martîrosyane. Di dilqên serekeda dilîzin: Avêt Avêtîsyan (sedrê şêwra gund Biro), Grîgorî Avêtyan (Ûsivê kalemêr), Tîgran Ayvazyan (şêx), Hraçya Nêrsîsyan (Cemalê şivan), Nîkîta Cananyan (milkedar Xano), Lûsînê Zavaryan (Zîna dersdar) û yên dinê.

Ev afîşa hewaskar ya vê fîlmê dîsa ji alîyê «Sovkîno»-ê da hatîye weşandinê. Tîraja wê 5000 hebe. Xûdanê wê wênekêşê rûs Svêtlove, yê ku bi taybetî bi serî wêneyê xweyî bi navê «Pîyonêran ajanê înglîz girtin» naskirî ye.

Fîlma sêemîn, ku dîsa li Ermenîstanê li ser gelê me derketîye, tê navkirinê: «Kurdên Ermenîstana Sovyêt». Ew belgefîlme û sala 1947-an hatîye kişandinê. Fîlm li ser jîyana kurdane. Balkêşe, ku ev filma ji ermenî wergerandine kurdî, ji ber ku wan salan gelek binecîyên gundan bi ermenî nizanbûne. Hecîyê Cindî û Y. Koçaryan sênarya belgefîlmê nivîsîne. Ev fîlm jî reş û sipîye, derhênerê wê Y. Koçaryane.

Fîlma çaremîn ya bi mijara kurdî dîsa belgefîlme. Navê wê «Kurdên Ermenîstanê» ye. Ew sala 1959-an hatîye kişandinê. Erebê Şemo sênarya wê nivîsîye. Belgefîlm dîsa li ser kurdan û jîyana wan ya di dema nû de ne. Derhênerê fîlmê C. Jamharyane.

Fîlma pêncemîn jî belgefîlme û awa tê navkirinê: «Dostê minî qedîmî». Ew sala 1988-an bi temba Hukumeta Ermenîstanê bi zimanê rûsî derketîye. Belgefîlm bi rengîne û li ser dostanîya gelê me û ermenîya ye. Di vê fîlmê da jîyan û destanînên binecîyên kurd ya dema Sovyêta berê li Ermenîstanê tîne li ber çavan. Sênarya vê fîlmê L. Grîgoryan û K. Zakaryan nivîsîne, derhêner wê L. Grîgoryane.

 

Çavkanî: http://avestakurd.net/…/2-afsn-drok-yn-flmn-bi-mijara…/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: inf[email protected]

Qeydên dişibine hev