Rewşa koçberên li Belarusê gelek dijwar e

Rewşa koçberên li Belarusê gelek dijwar e

Li Navenda Lojîstîk a Gomrika Brûzgî ku dikeve di navbera Belarûs û Polandê de zêdeyî 2 hezar koçber hatine bicihkirin û rewşa wan jî gelek xirab e.

Kesên ji bo koçî Ewropayê bikin li sînorê Belarûs-Polandê li kampan diman, kamp bi tevahî vala kirin û derbasî herêma sergirtî ya hikûmeta Belarusê, Navenda Lojîstîk a Gomrika Brûzgî bûn. Her yek ji koçberên Li Navenda Lojîstîk a Gomrika Brûzgî, herî kêm 20 roj li daristanan mane, çendîn car hewla şikandina sînorên Polandê kirine, lê her car rastî reftareke herî tund a hêzên Polandî hatine. Di encamê de li erdê Belarusê mane.

Koçberekî ji Herêma Kurdistanê dibêje: “Polîsê Polandê gelek tehdayî li koçberan dike, pasaport û pereyên koçberan ji wan standin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêne vê derê û koçberan vegerînin.”

Hevdîtina telefonî ya heftiya borî di navbeyna Serokê Belarusê û Serokwezîra Almanyayê de, bûye sedem ku piraniya koçberên li ser sînor li navenda Lojîstîkî ya Gomrika Brûzgî ya wîlayeta Grodnayê hatine komkirin.

Parêzgerê wîlayeta Grodna Vladîmîr Karanîk dibêje: “Erkê min, weke parêzger, ew e ku di serî de ewlehiya dandabîn bikim. Da ku ew li cihekî germ bin. Da ku xizmeta pizişkî hebe, xwarina wan hebe, ku kes birçî nemîne. Divê ava vexwarinê hebe. Û pêdawistiyên din ên van mirovên, ketine vê rewşê giran. Her çi çarenûsa wan a dahatûyê ye,  divê ew jî dê  bi proseya gotûbêjên navbeyna çend dewletan de bê çareserkirin.”

Tu mercên hîjyenî, metbex, tualet, serşok û pêdawistiyên din ên ji bo jiyanê hêj ne hatiye dabînkirin. Koçber di sifir pile germahiya hewayê de serê xwe û kincên xwe li derve dişon. Ji metbexeke sehrayî ya serbazî, ji wan re xwarin tê belavkirin.

Koçberekî din ê ji Herêma Kurdistanê jî dibêje: “Li kampê tiştek nîne, li vê derê serşûştin nîne, ev zêdey mehekê ye me serê xwe neşûştiye. Tenê biçek germ e. Rojê carek an jî du caran xwarînê didin me.”

Li van deveran bazar û dikan tunene. Gund û bajêr jî dûr in. Jixwe derfeta derketina derve nîne. Rêxistinên Navneteweyî yên Mirovî ne hatine navendê. Tenê Rahîbeyeke ji Manastira Jinan  diyar e.

Rahibeya sereke ya Manastira Jinan ya Igonina Gavrilova Dayika Meryem  a bajarê Grodna got: “Me heftiya berê ji manastira jinan  weke alîkarî kincê zarokan, derman û xwarin û pêdawistiyên hijyeniyê anîbûn. Îro jî me, bi giştî 600 zembîl fêqî û mêwe, çikolata û xweşav û tiştên weha anîne.”

Li avahiya Navenda Lojîtîkîê  malbat kom bi kom, li gorî derfetên xwe bicih bûne. Lê heta ku gihîştine bin banê vê embarê, wekî ew dibêjin, dojeh bi çavê xwe dîtine.

Koçberê xelkê Silêmanî Burhan jî got: “Me li vê derê tiştên gelek seyr dîtin. Koçber heta ku li ser çûkên xwe nerûnin av û xwarin nedan wan, min ev tenê di fîlman de dîtibû.”

Ji ber rewşa giran, û nezelaliya çarenûsê koçberan, li kampê hêrs û tansiyon her ku diçe bilind dibe. Û carna jî hêrsa wan, li ser karmendên ragihandinê jî diteqe. Ji xwe  tîma Rûdawê jî nesîbê xwe ji hêrsa koçberan standin.

Lê ew dramaya mirovî, ku li vê kampê tê jiyankirin, dikare rê li ber kareseteke hîn mezintir veke. Û li gel rêze-karesatên din, ên di dîraoka nêz a netewa Kurd de, cihê xwe bigire.

https://www.rudaw.net/kurmanci/world/221120211?fbclid=IwAR3_G43UWpsAASBm0ujeaErAyXVf8ldA7wVZRELINCoDjm1hcavW3cHIbpU

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev