Berhemên kurdzanên me – 258

Berhemên kurdzanên me – 258

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa heyştan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -8

Nasyonalîzma Tirkiyê qîmetên gelî, dîrokî û manewî testîq dike. Armanca wê ew e ku milletê tirk bide bilind kirin, wî bigihîne ser dereca dewletên roavayê yên pêşketî û dijî komunîzm û wan rejîmên ku bi destûrê hatine qedexe kirin, wan felsefe û dînên ku kubariya milletê tirk kêm dikin pêş da tê (227, 21.10.1983) .

 

Bi gilîkî mayîn gotî, nasyonalîzma PDM bona civandinyekkirina hemû bajarvanên welêt, kara komên Tirkiyê yên şovînîst, mehkemekirina rejîma hukumdar pêş da tê û dijî dêmokratîkkirina jiyana mexlûqetiyê ya siyasî û dijî şerkariya Kurdan bo mafên xwe yên millî derdikeve.

 

Hinek bi awakî mayîn, ew di bernama Partiya Gel, PG (Halkçi Parti), da hatiye nivîsîn. Ewha, di nava miqal 2 a bemamê da xuya dibe ku Partiya Gel terefdara nasyonalîzma ku dibêje ku divê hemû endamên millet alîkariya wan bîr-baweriyan bikin û ku di dereca bextê welêt, ziman û çanda wî da divê nasyonalîzma bêhempa hebe ye. Bi baweriya wê, armanca nasyonalîzma Atatiirk ew e ku mexlûqetiya Tirkiyê nûjen bike, ew qedrê serbestiya milletên mayîn bigre, dijî her awayê zêrandin û kêmkirinan pêş da tê. Ne ku bi navnîşanên millî yan jî eşîrî, ku di nava bajarvanên wê da turkîzm çiqas mehkem e, lê bi girêdana wan bi dîtinên millî, çand û armancên gelê Tirkiyê, bi parastina piştgiriya yekîtiya welêt û milletê xurt, bi hezkirina dewleta xwe dihese (227, 21.10.1983).

 

Bi vî awayî, rast e, Partiya Gel hinek bi cûrekî mayîn prensîpa nasyonalîzmê diyar dike, lê dîsa jî pirsdanînên wê – ew şerkariya dijî perçekirina millet, welat û dewlet jî bi ser wê baweriyê ye – çi ku Partiya Dêmokrasiyê ya Nasyonalîst.

 

Prensîpa nasyonalîzmê ketiye nava bemama Partiya Weteniyê (Anavatan Partisi). Wek ku di miqal 1 a bemama partiyê de tê gotin, Partiya Weteniyê ew partiya ku xwe bi riya nasyonalîzmê girtiye û ku piştgiriya qîmetên millî û moralî dike ye (227, 21.10.1983) .

 

Hemû partiyên Tirkiyê yên burjuwa yên mayîn jî di derheqa prenslpên xwe da girêdana xwe bi nasyonalîzmê îlan dikir. Partiyên burjuwa ku ew prensîp dikirin nava bemama xwe, dixwest careke mayîn isbat bikin ku bi kemalîzmê, ku dijî ku pirsên civakî-aborî û millî li ser bingeha dêmokrasiyê bên safî kirin e, bawer in.

 

Bemama hukûmetê jî bi ruhê destûra Tirkiyê ya nuh û bemama Partiya Weteniyê ku serekwezîr Turgut Özal di 19 çileya pêşîn 1983 da li Meclisa Tirkiyê xwend hatiye çê kirin.

 

Anegorî bemamê, prensîpa hukûmeta Partiya Weteniyê idêolojiya nasyonalîzma burjuwa, ku dijî ye ku mafên gelên welêt ên ne tirk bên nas kirin, hesab dibe.

 

Ewha, Turgut Özal ku bi bemama hukûmetê va pêş da hat got : “Hukûmeta me ew hukûmeta nasyonalîst e … Dîtina me ya li ser nasyonalîzmê bona parastina wê serbestiyê û yekîtiya milletê tirk e, usa jî bona neperçekirina welêt ku di nava destûrê da hatiye nivîsîn e …”.

 

“Destûra me ya nasyonalîzma Tirkan, ku anegorî bîr û baweriyên Atatiirk e, di derheqa pirsên nasyonalîzmê da ewê bibe dîtina karkirina me ya sereke û yekemîn. Tevî vê yekê, hukûmetê soz da ku şerkariya herdemî û kardar pêş da bibe dijî xiringêlî, têrosîzm, sêparatîzm û kesên destnedayî”. Bi gilîkî mayîn gotî, niyeta wê ew bû ku hincirandina heja civaka karkeran, şerkariya Kurdan a millî-azadariyê berdewam bike.

 

Meclisa istişarî ku dîsa di hindava Kurdan da siyaseta şovînîzmê dida derbas kirin, di gulana 1983 da “zagona di derheqa mihacirkirina millî da” (Milli Iskan Yasasi) qebûl kir. Anegorî wê zagonê, dîwana Tirkiyê bi behana “bêxofkirina millî” dikare bineciyan ji cîkî derxe û cîguhastî cîkî mayîn bike (196, 1983, No 54, r. 6). Bi giliyên mayîn gotî, ew di şertên bilindbûna şerkariya Kurdan a millî-azadariyê da dikarin Kurdên “usyanvan” ji cî-warên kal û bavan raqetînin û bişînin navçeyên Tirkiyê yên roavayê, wek ku gelek caran di salên 20 û 30 da qewimî, usa jî di salên pey şerr ra berdewam bû.

 

Bi salixên weşana Kurdên welatên derve, li ser bingeha zagona ku li jor hatiye nîşan dan, gelek malên Kurdan şandin navçeyên welêt ên roavayê (217, 1983, No S, r. 7).

 

Em nikarin bêjin ku dîwana Tirkiyê dicedand ku pirsa Kurdan tenê bi ferzendên eskerî-siyasî bide safî kirin. Wan soz da ku mecalên ku ewê alîkarî bidana pêşketina navçeyên Kurdan, ku bi baweriya wan ew diviyan hişkbûna li Kurdistana Tirkiyê bidin hildan, qebûl bikin. “Em li ser wê baweriyê ne – Turgut Özal digot – ku projeya bi giringiya yekemîn di aliyê safîkirina pirsên civakî û aborî da, ew pêşdabirina wilayetên Anatolya Başûrê Rohilatê ye, Û em li wê pirsê wek pirsdanîna xwe ya millî dinihêrin û em divên hemû mecalan bi kar bînin ku ew proje di nava demeke herî kurt da bê qedandin”. Armanca hukûmetê ya herî sereke ew pêşdabirina aborî ya navçeyên şûndamayî di perçeyên Tirkiyê yên cihê-cihê da ye, berî gişkî li navçeyên Anatolya Rohilatê û Başûrê Rohilatê, ew kêmkirina ferqiya di nava dereca pêşdaçûyîna navçan da ne, ew wekhevkirina dereca halxweşiya gel li temamiya welêt.

 

Em li jêr wan mecalên ku hukûmetê dixwest qebûl bike bona pêşdabirina aborî ya navçeyên Tirkiyê tînin :

 

– Li van navçeyan divê jiyana civakî bi pêşdaçûyîna malhebûna gundîtiyê û heywanxwedîkirinê pêş da here. Divê guhdariyeke mezin li ser zêdekirina hasilata gundîtiyê û deranînê bê danîn, û divê projeyên usa bi kar bînin ku gel bi xebatê bê razî kirin. Di nava wan mecaldanîn-deyndayîna (krêdî) demkurt û demdirêj ên anegorî projeyê da, dewlet divê pareke wan kapîtaldayînan bi xwe dade, demekê gotî ji bineciyan bacan hilnede.

 

– Zûtirekê, divê pirr pere bê cihê kirin bona çêkirina riyan, derbaskirina xetlûleyên avê, xetên elektrîk, çêkirina dibistanan, nexweşxanan, dayirên pevgirêdanê, usa jî divê dayirên gelî bên çê kirin.

 

– Navçeyên rex sînor êdî wek berê ewê qulç û kunc nebin. Kemaleke mezin divê bidin bazirganiya li ser sînor, mecal ewê bên qebûl kirin bona hêsankirina çûyîn-hatinan ji vî berê sînor ber bi berê mayîn.

 

– Divê meaşekî bilind bidin wan serok qulixçiyên dewletê ku li wan navçan kar dikin, usa jî divê çêkirina xanî û malên jiyînê bidin lez kirin (223, 10.8.1984) .

 

Divê bê xuya kirin ku berê jî projeyên bona pêşdabirina navçeyên Tirkiyê, xwezma li Kurdistana Tirkiyê, hatibûn amade kirin. Lê tucar di bemama hukûmeta Tirkiyê da guhdarîke usa mezin li ser wê pirsê ne hatiye danîn. Xuya ye ku ew bona wê yekê bû ku rewacên welêt ên civakî-aborî gelek zêde bûbûn. Di hêla din da jî wan dixwest ku xemxuriya komên Tirkiyê yên serkarîkir di hindava pêşdabirina navçeyên rohilatê û başÛrê-rohilatê da di şertên tevgera millî ya nuh li Kurdistana Tirkiyê ku çiqas diçû hîn xu rttir dibû da nîşan bidin.

 

Anegorî bernamê, di hezîrana 1984 da, hukûmeta Turgut Özal biryarekeke ku tê da 27 navçeyên welêt wek “navçeyên aza” dihatin îlan kirin da weşandin. Navçeyên rohilatê û başûrê rohilatê jî diketin nava wê navçê. Anegorî biryamamê, monopolên pirmillet ku li navçeyên Agirî, Qers, Tuncelî, Bingol, Mûş, Bitlîs, Siirt, Hekkarî, Gumuşan û Wanê, sermayeyên xwe kirine nava karxanekê, ew bac nadin, lê ew monopolên ku sermayeyên xwe kirine nava karxanên navçeyên Sîvas, Meletye, Elaziz, Diyarbekir, Adiyaman, Kahramanşehir, Urfa, Çankir, Çorum, Kastamonu, Sinop, Yozgat, Artvin, Erzurum, Erzincan û Mêrdînê divên tenê 40% wan bacên ku bi qanûnê hatine qebûl kirin bidin (233, 10.8.1984) . Û divê kapital di nava çiqlên aborî yên usa da bihatana rikin kirin, wek ku malhebûna gundîtiyê û çiqlên bi wê ra girêdayî, sinaeta çiyamadeniyê, deranîna eskerî û hwd.

 

Bi agahdariya weşanê, ew biryamame ji peymana Amerîka-Tirkiyê ya şandina firindeyên Amerîkayê “F-16” ji Tirkiyê ra pêş da dihat. Anegorî agahdariya wezîrê parastina millî ya 22 Tîrmeh 1984, peyman di derheqa sazkirina 10 fîrmayên nuh ku ewê demûdezgehên usa berdin û ku bona balafirên “F-16” pêwîst in da hatiye girêdan. Wek xwedîpar, ewê monopolên DYA, bazirganên cî, dewleta Tirkiyê, Komela alîhevkirina eskerî (KAE) bikevin nava wê fîrmayê. Bo qolkirina (imzakirin) peymana “F-16”, kapîtala welatên derve pirr alîkarî stend, berî gişkî Tirkiyê gelek kapitalên amerîkî stendin. Dihate texmîn kirin ku ji derveyî goveka peymana “F-16” jî gelek kapitalên welatên derve diketin Tirkiyê. Ewha, 6 mehên pêşîn ên sala 1984, 356 milyon dolarên kapitala welatên derve ketin Tirkiyê, ew jî wê çaxa ku di nava temamiya sala 1983 da tenê 102 milyon dolar hatibûn (233, 10.8.1984).

 

Komên Tirkiyê yên serkarîkir ku navçeyên bi bineciyên kurd va wek “navçeya aza” îlan kiribû, dicedand ku kapitala welatên derve bi kar bînin bona xebitandina kaniyên tebîî û yên mirovî li Kurdistana Tirkiyê, ji ber ku burjuwaziya Tirkan ne dixwest ku fînansên xwe li vî parwelatî bide rikin kirin, ji bo ku li wira rewşa siyasî ne mithim bû (stabl nîn bû). Komên Tirkiyê yên serkarîkir gelek rêklam dikirin ku ew gava wan pirr kar e, lê dîsa ji wan ra li hev ne hat ku bi xemxurî û berxweketina xwe ya qelp ya di derheqa navçeyên rohilatê û başûrê rohilatê da şerkariya Kurdan a millî bidin seqirandinmulayim kirin. Loma jî wan karên xwe yên cezakirinê yên li Kurdistanê berdewam dikirin. Lê tevî pelixandinên rejîmê ya “eşqiyayên” (usyanvan) Kurd, daxwaziyên empêryalîzmê yên stratêjîk jî, berî gişkan ên Amerîkayê, ku dijî Rohilata Nêzîk bûn û Waşington ew erd-ax wek wargehên “wek jiyanê giring” ji bo kara monopola Amerîkayê dihesiband, serê xwe bilind kiribû. Wek ku xuya ye, Tirkiye dikeve nava perê Bloka NATO yê başûr û bal wî gelek cebirxaneçekên bi duruşmên Amerîkayê hene. Li ser axa wî, li navça li rex sînorê Iraqê û ji Sûriyê ne dûr baza Amerîkayê ya “hêzên çeleng” hatine cîwar kirin. Ew hêz, dema ku kara Amerîkayê bikeve bin qeziyayê, amade ne ku li her xaleke navçeya ku ji Pakistanê de st pê dike û digihîje hetanî kenarên Afrîkayê mudaxele bikin (183, 1985, No 4, r. 96).

 

Bi vî awayî, karên Ankarê yên eskerî-cezakirinê qeziya mezin saz dikir bona kara hemû welat û gelên navçeyê, yên ku li vira şerrê millî-azadariyê dikin, ew qeziya bû xwezma bona gelê kurd ê azayîhez ê Tirkiye, Iraq û Iranê. Gava pêşmergeyên qehreman şerrekî mêranî dikir, tevgera Kurdan li Kurdistanê xurt dibû, Tirkiye û Iraq mecbûr bûn ku di 1982 da peymana Tirkiye-Iraqê qol bikin ku bona hetanî sala 1984 bû, û bi wê yekê va dixwest ku hêzên Tirkiyê dijî hêzên Kurdan ên welatparêz bi kar bînin. Endamê Komita Navendî ya PK Tirkiyê, Ali Iler, û endamê KNPK Iraqê, Qadem Hebîb, ku ew peyman qîmet dikir, nîşan da ku ew ne tenê dijî kar û mafên Kurdan ên zagonî di perçeyên Kurdistanê yê cihê-cihê da, lê wek xeleka daxwaziyên empêryalîzmê ya sereke, di serî da yên Amerîkayê, ku dijî temamiya navçeyê ne, tê hesab kirin (183, 1985, No 4, r. 96).

 

Dû vê yekê ra, partiyên komunîst ên Tirkiye û Iraqê agahdariya tevayî da weşanê. Tê da xuya dibe : ” Bi destê Tirkiyê, ku endama NATO ye, dewlet-endamên wê blokê dicedînin ku hukmê wê li navçeyê bêtir bidin fireh kirin. Rola Amerîkayê ya cendirma navçeyî gelek bi dilê hukumdarên Tirkiyê ku bixwe jî siyaseta şovînîzmê ya zevtkirinê derbas dikin e û hinkûfî wê ye. Karên agrêsîf û peymana bênamûs qeziya ne bona her du welatan. Ew destûr dide ku hêzên derva bikevin nava karên wan ên hundirî. Ew qeziya ye bona aşîtiya navçeyê Û bona temamiya cihanê (183, 1985, No 4, r. 96).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev