Ji nimûneyên zargotina me – 258

Ji nimûneyên zargotina me – 258

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncîheyştan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a şeşan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 6 

Padşa jin -2 

Rojekê dîsa qeyîk hatin, keçikê dîsa gede veşart. Carî çû pêşîya qeyîkê, xizmetkarekî carîyêra got:

-Çevêd we ronî, diya Perînazê lê hatîye rehmê, emê we bibin malê.

Pê ketin eşîyayêd wana gişk kirin qeyîkê. Bira gemî usa li wir bisekine, em herin ji carîya û Perînazê xeberdin. Perînaz xanimê hilda go:

-Carîya mine delal, tu sura min bike sitar. Ew xortê cem min, ez ji wî pê mame. Emê herin şeher, heval û hogirêd te hene, ewana wê pirsa ji te bikin, tu sura min aşkere nekî.

Carîyê go: -Heta mirinê ew yek ji devê min dernayê.

Perînaz xanimê go: -Carî, qirar û qesam be, tu carîya minî, tê li bal minbî, hezar carîyêd min hebin, tu serkara gişkanî.

Ewana tivdarekê xwe dîtin. Keçikê kaxezekîda dilketîyê xwera nivîsî: “Xortê delal, ez diçim, tu dmînî, eger aqilê te birî, tê pey min bêyî, eger na – tu zanî”.

Qîza padşa carîya xweva çû şeherê diya xwe. Gihîştine şeher, diya wê hate cem, pê şa bû, wana xwera derbaz kirin.

Rokê Perînaz xanimê dizîkava kaxezek nivîsî, da carîya xwe, go:

-Tu bidî destê diya min.

Carîyê kaxez bir, da destê dê. Dê kaxez vekir û xwend, têda hatibû nivîsar: “Pêştirî vê carîya min, tu kes bi min nelazime. Serşoya min jî carîya mine”.

Dê gilîyê qîza xwe qebûl kir, go:

-Min Perînaza xwe carekê daye cizaretê, niha çi jî bêje, li me qebûle, ew çawa dixweze, bira bi gotina wêbe.

Dê caba xwe di kaxezekîda nivîsî û da carîyê, ewê kaxez bir da Perînaz xanimê. Perînazê kaxez vekir, lê nihêrî diya wê têda nivîsîbû:

-Min gelekî tu dayî cizaretê, usa jî evê carîya te bi tera cizaret kişandîye, bira cem te bimîne.

Wexta Perînaz xanimê eva xebera xwend, gelekî kêfxweş bû. Bira ewana ji xwera derbaz kin, em ji Zelqerne xeberdin.

Zelqerne ma tenê ada behrêda; bê xweyî, bê xudan, ew kêleka behrê gerîya, sêfîl û sergedan bû, ne nan bû, ne av. Ewî lê nihêrî wê ji birçîya bimire, antêxa agir xwey kir, ji xwera nêçîr dikir, dianî goştê terewila dixwer.

Rokê hat qesirêda raza. Heger pir, heger hindik, paşê hişyar bû, lê nihêrî ew teyrê bedewî nazik wê li ser qesirê danîye. Gede rabû serê qesirê, xwe bi teyrra gîhand, teyr ne firî, ewî dîsa qayîm xwe li lingê teyrva girt. Teyr xort hilbirî û bi ezmana xist. Xort berjêr nihêrî wê êlkanê behrê rabûne, xuşe-xuşa avêye. Xort fikirî, go: -Ez xwe berdim, ezê bikevim avê, bixeniqim.

Heniz, teyr xort bir û baxê diya wîda peya kir. Bira teyr bifire, here. Baxvançî hat, derê bax vekir, lê nihêrî kurê padşê ku berî 4-5 meha unda bûbû, wê di nav baxdaye. Baxvançî gelekî şa bû, bona pêşkêşekê ji diya wî bistîne, go: -Eva kerema Xwedêye ji minra li hev hat. –Şûnda vegerîya, mizgînî diya gedera bir, go: -Padşa saxbe, çevê te ronî, Zelqerne hatîye, ew niha nava baxdane.

Diya gede gelekî şaş ma, fikirî, paşê bi xizmetkarê xweva çû nav bax, dît ku gotina baxvançî raste. Gelekî şa bûn, ji şabûna hêsir ji çevê diya wî dihatin. Birin malê, baxvançî gelek pêşkêş sitendin. Diya gede malda gelekî pê şa bû, go: -Lao, min welatê xwe gişk dewremîş kir, tu kesî salixê te ne da, de îja ji diya xwera bêje, çika çi hate serê te.?

Go: -Dayê, ez li nava baxçeda bûm. Min dît teyrekî temizî delal hat, pêşîya mefa min, ser dara sipindarê danî. Hewasa min pêra hat, ew qeder teyrekî bedewî awaz-awazî bû. Huba min çû ser, min go: -Ezê vî teyrî ji xwera bigrim. Ez bi darva hilkişyam, min lingekî teyr girt, ewî qewat bû, ez hildam û birim ser behrekêra derbaz kirim. Êlkanê behrê rabûbûn, guşe-guşa avê dihat, ez derbazî ser adekê kirim. Erdekî şînî xweş, gul û gîha lê şîn bûbûn. Ez peya kirim, firî, çû. Ez girîyam, kewgirîm, çara min hat birînê, vî alî-wî alî gerîyam. Min nihêrî ji serakê dû dikişe. Ez çûm serayê, min nihêrî qîzeke rind rûniştîye. Ez cem wê qîzê mam, ewê ez xwey dikirim. Go ez qîza padşê Rohilatême. Bi qeyîk û gemîya nan jêra dihat. Ewê heyştê şevî ez xwey kirim. Paşê qeyîk hatin ew birin, çara min hate birîn, ez mame birçî, min nêçîr kir, wextekê pê debirîm. Rokê qesirêda razam, paşê hişyar bûm, çûm derva, min lê nihêrî ew teyrê bedew wê ser qesirê sekinîye. Ez qesirêra hilkişîyam, min destê xwe avîte lingê teyr, teyr ez bi ezmana xistim û anîm nava baxê me peya kirim.

Dayîkê ku ew gilî bihîst, dîsa gelekî bi kurê xwe şa bû, şikirîya xwe anî. Sibê zû ewê emir kir, telal da gazîkirinê, girtîyêd hebsê da berdan, mal topî meydanê kir. Herçî deyndar bû, bona eşqa kurê xwe deynê wî dayê. Herçê birçî bûn, nan dayê, ji birçîbûnê xilaz kir, herçê tezî bûn, kinc danê. Bira ewana bisekinin, emê ji ku xeberdin, emê ji Perînaz xanimê xeberdin.

 

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev