Pirsa we û bersiva me – 197

Pirsa we û bersiva me – 197

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersiva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

 

Bersiv: Henekên kurdî – 5

1-

Gava ku zilam drav dida parsekê ling seqet, dilê wî pê şewitî û xwest dilê wî xweş bike.

– Tu ji lingê xwe seqetî, lê spasî Xwedê bike, ma tu kor bûya tê çi bikira?

Parsek: Min korîtî jî ceriband bira, xelk mirovî dixapîne, ew 5 lîreyan davêjin ber min û radijine 10 lîreyan.

 

2-

Ajokarê otobusê ku nû dest bi kar kiribû, di gera xwe ya yekem de qeza kir. Polîs hat û ji şofêrê otobusê pirsî, çi qewimî?

Şofêrê otobusê:

– Ez nizanim, ez li dawîya otobusê bûm û min bilêt difirotin.

 

3-

Nevî: “Kalo, heke tu deh diravan bidî min, ez ê ji te re bibêjim dema ku tu diçe der, kî di nav nivînên dapîrê de radize …”

Kalo: Ha keremke bîst lîre/dirav. Kî ye di nav nivîna dapîra te de radize?

-Ez!..

 

4-

Mamoste: Xwendekarê baş, 60 zêdek 10 dike çiqas?

Xwendekar: Şêst û deh

Mamoste: 20 carî 4 dike çiqas?

Xwendekar: Çar-bîst.

Mamoste: Gelekî baş e! Pirsa dawî, 4 caran 20 zêde 10 zêde 9 dike çend?

Xwendekar: Çarbîst û nozdeh

Mamoste: Heyrano! Tu gelekî jêhatî yî!

 

5-

Mêrik ji jina xwe pirsî?

-Heger bilêta min ya bingo lê bixe tu dê çi bikî?

Jinik: Ezê bi te re bi nîvî bikim û dev ji te berdim.

Mêrik: Baş e, bilêta min 12 lîre lê xist, va ye 6 lîreyên te, yalla biqijte ji vir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev