Bernameya Radyoya Ria taza “Ji rûpelên edebiyetê” dîyarî efirandinên helbestvan Orhan Basî

Bernameya Radyoya Ria taza “Ji rûpelên edebiyetê” dîyarî  efirandinên helbestvan Orhan Basî

Guhdarên delal! Radyoya Ria taza îcar bernameya xwe “Ji rûpelên edebiyetê” dîyarî efirandinên helbestvanê hêja Orhan Basî dike.

Orhan Basî helbestvanê ciwan û jêhatî di sala 1977’an da li welatê Xaltan, li gundê Feqîra li herêma Bişêrîyê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1985’an da koçî Ewropayê kiriye û heya îro li Almanyayê jiyana xwe berdewam dike. Di sala 1995’an da helbesta xwe ya pêşîn a bi navê “Kinê” nivîsand. Di sala 2013’an da pirtûka xwe ya yekemîn ya helbestan “Bêdengiya Şevê”, di sala 2014’an da ya duyemin “Te Dil Bi Xwe Re Bir” li Stenbolê ji nav Weşanên AR derxistin.

 

BERHEM: 

Bêdengiya Şevê, Weşanên Ar, 2013

Te Dil Bi Xwe Re Bir,Weşanên Ar, 2014

 

Hinekî ji dîroka Êzdiyên Basa

Êzdîyen Basî ku ji mala Mîrza Beg’in, di dîrokê da roleke gelek giring leyistine, lê mixabin kêm êzdî wan dinasin, wek hemû bavikên mala Mîrza Beg navê gundê wan li wan kirin û gotin Êzdîyên Basî, lê di rastîyê da ji mala Elî Temin ku Tem kurê Mîrza Bege û birayê Zoro ye.

Mîrza Beg di navbera salên 1640 û 1720’î da serdariya welatê Xaltîyan kiriye. Ji pey wî jî Temê kurê wî bi heman peywirê rabûye.

Dema siwarê Barîn, bavê Elî, Temê Mîrza Beg, di sala 1800’î da koça dawî dike, pey bavê xwe serdema Elî Tem dest pê dike, li ser daxwaza mîrê Botan û bi daxwaza mala Mîrza Beg Elî Tem diçe Cizîra Botan û wek berpirsîyarê Welatê Xaltan tê naskirin, kurên wî Qaso, Hemîd û Emer serleşker bûn. Dema diîwan digerîya ji çêl mîrekê Botan yek jê Elî Tem bû.

Qaso gundê Firêzîyê ava dike ku girêdayî Cizîrê ye û şun da tê Basa avadike Basa girêdayê Qeza Dihê (Erûhê) ji çiyayên Keverê heta ava Mîrgeha Botanê, ji ber ku Bavê Qaso Elî Mîr bû, li herêma Botan ji êzdîyên Basa’re digotin mala Mîra an ji mala Mîro.

Fermo, guhdarên ezîz, çend deqeyan em keser û westandinên rojê bidin alîkî û niqoyî li dinya hest û ramanên helbestvanê ciwan yên xweş û nazik bibin.

Guhdarî xweş ji we ra, gelî rêzdaran.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkîye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev