”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 46

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 46

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ” TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ”. Em îro beşa duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

K. V. Vêrtyayev

TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ -2

Piştî serhildana bi serokatîya Şêx Seîd desthilata tirkan xwe li riya bi temamî înkarkirina hebû kurdan di civaka tirkîyê da girt. Çend deh salan bikaranîna gotinên ”Kurdistan” û “kurd” bi fermî hate qedexekirin.

 

Desthilata nû ya komarîyê li Tirkîyê ev serhildan ji xwe ra kir bahane û ji heq û hesabên gelek miletçîyên kurdan hate der. Mehkemeya senatorê berê yê Meclîsa (parlamento) Împêratorîya Osmanîyê, kurdekî navdar Seîd Ebdulqadir kirin, ew di karê hewildana sazkirina Kurdistana serbixwe hate gunehkarkirinê û cezayê dardakirinê xwar. Herwiha piştî têkbirina serhildana Şêx Seîd li Tirkîyê Plana dewletê hate qebûlkirinê derheqa aşkirina li Rohilatê (Şark Islahat Planı), ku xala wê a sêzdehan da dihate gotinê, ku kurdên li herêmên rohilatê dijîn “di rastîyê da tirk in û bi şaşî xwe kurd dihesibînin”2. Girêdayî bi vê yekê ra pêşnîyar hate kirinê li herêmê bikaranîna zimanê kurdî bidine berbendkirinê, herwiha li başûr-rohilata Tirkîyê dibistanên bi dersdayîna tirkî bidine vekirinê, ku dihatine binavkirinê wek “ocaxên tirkî”, navbendên perdehîyê. Hate qedexekirinê li warên gelek kes hene xênji tirkî bi zimanekî din xeberdin, navên warên kurdan hatine guhastinê. Ev zordestîyên bi vî awahî li Sûrîya cînar bûne sebebê peydabûna miletçîtîyê di nava serekên kurdan û ronakbîran da. Sûrîya ku heta sala 1945an di bin hukumê Fransayê da bû, bere bere bo opozîsyona kurdên bi fikirên welatparêzîyê va dagirtî bû navbenda mihacirbûna sîyasî, ji ber ku li Tirkîyê kemalîzmê hemû niştecîyên welêt wek tirk dihesiband, lê hebûna kurdan bi fermî dihate qedexekirin. Awa, ji nîveka salên 1930î destpêkirî, û xwesma piştî bi hovîtî têkbirina serhildana kurdan a mezin li Dêrsimê di sala 1937an da, li Tirkîyê fikireke sîyasî derheqa wê yekê da xuliqî, ku kurd çiqilekî miletê turk in, ango, “tirkên çiyayî” ne.

 

Serhildanên kurdan di nîveka salên 20î yên sedsala 20î – serhildana Şêx Seîd, tevgera Mehmûd Barzincî, ûsyana Îsmaîl Simko li Îranê – pêwîstîya sazkirina rêxistina hemkurdîyê ya bi cûrê teze pêşda anî, ku gerekê hemû kurdan bigihînine hevdu bona têkoşîna bo bidestxistina mafên miletîyê.

 

Cara pêşin Komîtêya kurdan ya bi navê “Xoybûn” bi wî karî ra rabû, ku sala 1927an li ser axa Libnanê û Sûrîyê ya di bin kontrola Fransayê da hatibû avakirinê. Çend kom û rêxistinên kurdî yên sîyasî yên biçûk ketine nava wê, armanca wan têkoşîna ji bo Kurdistana serbixwe bû bi peytextê Diyarbekirê (Amedê) va. Şêwra karger ya “Xoybûn”ê dihate binavkirinê wek hukumeta Kurdistanê, nûnerên binemala Bedirxanîyan ketine nava wê: Sureyya, Celadet û Kamuran. Serleşkerê artêşa kurdan Îhsan Nûrî paşa hate hilbijartin, yê ku di rastîyê dab û rêberê “Xoybûn”ê. Li ser tepeyê çiyayê Araratê alaya kurdî ya miletîyê hate bilindkirin.

Bernameya sîyasî ya “Xoybûn”ê ew bû, ku hemû partîyên kurdan bela bikin û wana bikine nava “Xoybûn”ê û hewildana bona naskirina mafên kurdan li ser axa kurdan berdewam bikin. Armanca rêxistinê amadekarîya bo serhildanê, sazkirina navbenda serhildanê, çekdarkirina kurdan, sazkirina pêwendîyan bû bi hukumetên Îranê, Îraqê û Sûrîyê ra. “Xoybûn” di bin tesîra rêxistina ermenîyan ya miletçîtîyê “Daşnaktsûtyûn” ava bû û çavkanîyên fînansekirinê ji kurdên penaber dihat, ku li DAY û welatên Awropayê diman.

Lê di wan deman da bineghên sîyasî, civakî û hiqûqî yên xurt nehatine sazkirinê bona şervanên ji bo  Kurdistana serbixwe bikaribin bi ser kevin: ji bo kurdan bidestxistina otonomîyê ne tenê li Tirkîyê nikaribû bi ser keta, lê herwiha li Îraqê û Sûrîyê jî. Potensîyala “Xoybûn”ê a sîyasî û leşkerî pir sist bû. Komîtê tenê di nava demeke kurt da bû navbendeke wisa, ku miletçîyên kurd yên ji welatên cînar xwe li wê girtin, bona karê xwe yê agîtasyonê xurttir bikin.

Çi jî hebe, sazkirina komîtêya “Xoybûn”ê bû dewraneke giring di nava tevgera kurdan a miletîyê da, ji ber ku ew ji goveka teng a welatekî derketa erafê navnetewî. ”Xoybûn”ê bi awayekî vekirî daxweza xwe ya cûrê nasyonalîzma ser asta bilind dîyar dikir. Daxweza wê ne tenê sazkirina Kurdistana serbixwe bû, lê damezirandina Kurdistana Mezin bû – ji Behra Reş hetanî Behra Sipî. Organa weşanê ya ”Xoybûn”ê – kovara ”Hawar” jî, ku ji sala 1932an heta sala 1943an derdiket, bi lozûngên nasyonalîzmê va dagirtî bû. Derebeg û serekên kurdan yên navdar hema bêje tevî karê ”Xoybûn”ê nedibûn: ew rêxistineke nasyonalîstîyê ya bi cûrê nû bû, ku di nav wê da ronakbîr û bûrjûwazîya kurdan û nûgihîştî hebûn. Taybetmendîyeke karê nasyonalîstên kurd yên li ”Xoybûn”ê ew bû, ku komîtê hewil dida hema kurdên Tirkîyê li dora xwe bicivîne û di nava kurdên Sûrîyê û Îraqê da pir kêm propaganda Kurdistana serbixwe dikir. Endamên ”Xoybûn”ê li ser bingehê tîpên latînî elfabaya kurdî amade kirin, ku gerekê rojname, kovarên kurdî, herwiha edebîyeta bedewetîyê bi wê bihatana çapkirin. Yek ji rêvebirên wê rêxistinê Celadet Bedirxan hela di sala 1919an da pêşnîyar kiribû zaravê kurdîya bakur ya kurmancî ji tîpên erebî biguhêzin ser tîpên latînî, û wî sala 1924an ew kar hema bêje êdî pêk anîbû.

 

* * *

 

Serokatîya Tirkîyê bo pêşîgirtina cudaxwezîya kurdan, ku her diçû xurttir dibû, sala 1927an li heft deverên rohilata welêt zonayên rêvebirîyê yên taybet testîq kir, li ser wan axan kontrola polîsan hate xurtkirinê û himberî niştecîyên kurd zordestîyên nebînayî hatine pêkanînê. Sîyaseta bi vî awahî bû sebebê wê yekê, ku kurdên Tirkîyê yên bi ruhê nasyonalîzmê va dagirtî nerazîbûna xwe dîyar kirin. Navçeya çiyayê Tirkîyê yê herî bilind Araratê bû navenda tevgera serhildana ku dihate amadekirin. Ew warekî wisa bû, ku zehmet bû xwe bigihînine wira û di hêla stratêgî da dest dida, ji ber ku li ser sînorên Tirkîyê, Îranê û  YKSS bû. Di nivîs û çapemenîyên wê demê da fikira “Serhildana Araratê” bi awayekî fireh dihate bikaranînê, ji ber ku tevgerên kurdan yên ji sala 1927an hetanî sala 1932an hildigirte nava xwe. Çend eşîretên kurdan tevî wan serhildanan dibûn: Heyderan, Hesenan û Celalî. Beşeke kurdên Îranê jî bi serokatîya serekeşîrê Şikakîyan Îsmaîl Simko piştgirîya serhildanê dikir.

Bi tevgelîya Komîtêya ”Xoybûn”ê li navçeya nêzîkî çiyayê Araratê 28ê cotmehê sala 1927an mînî-dewleta kurdan (Komara Araratê) hate damezirandin, ku bi saya serê artêşa şervanên kurd yên rind telîmkirî, ku di pêşîyê da jimara wan ne zêde pir bû, bi serokatîya serleşker, serhingê berê yê Artêşa Osmanîyê Îhsan Nûrî, ku bi awayekî neformal herwiha rêberê Komîtêya ”Xoybûn” bû, dihate parastinê. Îbrahîmê Heskî wek serokkomar hate îlankirin, lê paytextê demkî gundê Kurd-Ava hate hilbijartin. Xurtbûna serhildana Araratê wê demê qewimî gava 150 hezar kesên ji eşîreta Celalî tevî wê bûn, ku li herdu alîyên sînorên Tirkîyê-Farizistanê diman. Mesele di wê yekê da bû, ku hewil didan dewleta kurdan ya li ser bingehê Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Farizistanê damezirînin (em bêjin, ku axên Sûrîyê û Îraqê, ku kurd lê diman, nediketine nava wê).

Bona têkbirina serhildana kurdan weke 60 hezar leşkerên Tirkîyê, herwiha gelek balafir hatibûne amadekirinê. Berxwedan zêdeyî salekê kişand. Lê hêzên wan ne wekehev bûn, û di îlona sala 1931ê  Komara Araratê teslîm bû: zora serhildanê birin. Jimara kurdên şehîdbûyî, di nav wan da niştecîyên sivîl, gihîşte 15 hezar kesî. Ji bo weke sî organîzatorên serhildanê cezayê dardakirinê birrîn, lê serekê wan yê sereke, Îhsan Nûrî, pê ra gîhand, revî Îranê. Dîplomatê Îngilîs O’Liri sebebê têkçûna serhildanê di wê yekê da didît, ku di navbera eşîretan da lihevkirin û yekîtî tunebû. Fikira ku lazim e serhildana bo serxwebûna kurdan tevrakin, bi bawerîya wî, tenê di teorîyan da hebû, ku “Xoybûnê” propaganda wê dikir: “Kêm pevgirêdan hebû di navbera kesên ku dinivîsandin û kesên ku şer dikirin da”3.

Xênji serhildanên Şêx Seîd û Ararartê di dawîya salên 20î – destpêka salên 30î yên sedsala 20an li Tirkîyê bi kêmanî 12 ûsyanên kurdan yên çekdarî qewimîne. Lê yek ji wan jî ne bû ya hemkurdîyê, tenê carina ji bo xatirê serekê xwe an jî eşîra xwe dijî neyarên xwe şerekî giran dikirin. Wek îzbata van gotinên me, em bêjin ku gundîyên bê eşîret hema bêje tu piştgirî nedidane serhildanên wisa yên dijî desthilata merkezî.

Bi tevayî di destpêka salên 30î yên sedsala 20an da di tevgera kurdan ya miletîyê da, sistbûnek xuya dikir. Serhildanên mezin li Tirkîyê şikestin û ev îzbata wê yekê ye, ku îdêolojîya nasyonalîzmê di nava kurdan da sist e û nikare bibe bingehê hevgirtina tevaya kurdan ji bo têkoşîna seba bidestxistina mafên kurdan yên miletîyê. Gerekê zordestîyên ji alîyê desthilata kemalîstan, rewşa sîyasî ya der ku bo kurdan dest ne dida, herwiha berjewendîyên Brîtanîya Mezin û Fransayê li Rohilata Nêzîk jî bidine ber çavan. Yekîtîya Sovyetê jî bi hinek sebeban piştgirîya tevgera kurdan ya miletîyê ne kir, ew jî wê demê, ku bangawazîya komûnîstan derheqa mafê gelan ya xwerêvebirinê heye. Berî her tiştî ew bi wê daxwezê va girêdayî bû, ku pêwendîyên cînartîya qenc bi Tirkîya kemalîstîyê ra biparêzin.

Serhildana sisîyan ya mezin li Kurdistana Tirkîyê sala 1937an li Dêrsimê (navê wê niha Tuncelî ye) tevrabû. Şervanên wê yên sereke kurdên elewî4 bûn, ku li wir diman û ji wan ra herwiha zaza jî dihate gotin. Dêrsim tê hesibandinê wek navbenda elewîzmê li Tirkîyê, lema jî di dema Împêratorîya Osmanîyê da serekên Dêrsimê carina hukumê sultan xelîf li ser xwe qebûl ne dikirin, ji ber ku di hêla dînê îslamê da di navbera wan da ferq hebû. Em wê jî bêjin, ku li wê herêma nerehet da qanûnên wan yên hiqûqîyê hebûn, ew gorî edetê xwe karê xwe dimeşandin. Di salên 30î yên sedsala 20î hewildanên nûjenkirina bi destî zorê û testîqkirina hukumê desthilata kemalîstîyê li vê herêmê bûne sebeb, ku li vira serhildana bi serokatîya Seîd Riza xuliqî, ku serekê eşîreta Ebbasûşak bû.  Di nav demeke kurt da jimara şervanan gihîşte 30 hezar kesî.

Kurdên Dêrsimê ji navê Seîd Riza nameyek ji Koma Miletan ra, herwiha ji Wezîretên karên der yên çend welatan ra şandin, di nav wan da Brîtanîya Mezin jî, bang dikirin tesîr li ser sîyaseta asîmîlyasyonê ya dewleta Tirkîyê di hindava kurdan da bikin. Em wê jî bêjin, ku kurdên zaza dihatin hesibandinê wek beşeke miletê kurd. Bi bawerîya zanyarê Îngilîs P. Wait, di rûyê ferqa êtnokonfessionalîyê ji kurdên sunî, ku bi zaravê kurmancî diaxivin, kurdên Dêrsimê, ku elewî ne û bi zaravê zaza diaxivin, di şertên Komara Tirkîyê da bi awayekî zelal windakirina taybetmendîyên xwe yên êtnokûltûrîyê derc dikirin5. Rast e, ew serhildan ji alîyê artêşa Tirkîyê da bi awayekî hovane hate têkbirinê, lê ewê rêçeke kivş di nava bîranîna kurdan ya dîrokî da, herwiha di nava nivîs û zargotina gelê kurd da hîşt.

Dewrana nû ya tevgera kurdan a miletîyê ji serhildana bi rêberîya Mustefa Barzanî (1943-1945) û damezirandina Komara Mehabadê destpê bû, ku derheqa wê da bi awayekî hûrgilî di beşeke cuda a pirtûka me da hatîye şirovekirinê. Têkoşîna bo otonomîya kurdan ya bi serokatîya Mustefa Barzanî li Îraqê xwefemdarîya miletîyê ya kurdên Tirkîyê û Îranê careke din da bilindkirinê. Di cotmeha sala 1945an li Îranê Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê hate damezirandin, ku Qazî Mihemmed serokatî lê dikir. Lê piştî hilweşandina Komara kurdan ya Mehabadê di sala 1946an da ew partî derbazî karê illegal, ango surî bû. Desthilata Şah li welatê xwe berxwedana kurdan têk bir, lê di eynî wextê da piştgirîya tevgera kurdan ya miletîyê li Îraqa cînar dikir, bona nerazîbûna kurdan bi kar bîne seba bikaribe tesîra xwe a sîyasî li ser Bexdayê xurttir bike.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev