Delegasyona FNDK wê li Hewlêrê tevî Kongreya Hemcihanî ya diyasporayên kurdan bibe

Delegasyona FNDK wê li Hewlêrê tevî Kongreya Hemcihanî ya diyasporayên kurdan bibe

Delegasyona Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) rêxistineke civakî ye, nûnertîya kurdên Sovyeta berê dike, wê tevî Kongreya Hemcihanî ya diyasporayên kurdan li Hewlêrê bibe. 

Ev merasîma di jîyana diyasporaya kurdan û Kurdistanê da giring wê 4ê çileya pêşin sala 2021ê li paytextê Herêma Kurdistanê, Hewlêrê bi serokatîya Rêberê Netewî yê gelê kurd Mesûd Barzanî bê derbazkirin.

Tê çaverêkirin, ku di hemcivînê da wê nûnerên diyasporayên kurdan yên ji gelek welatan amade bin.

Serdestîya Hemcivînê wê ew be, ku diyasporaya kurdan wê zêdetir hevgirtî be.

 

Malpera taybet a Herêma Kurdistanê ser vê meselê ha dinivîse:

– Li jêr çavêdêriya Serok Mesûd Barzanî bi armanca tebayiya rêzên kurdên li dîasporayê, li Hewlêrê kongreya diasporaya kurd birêve diçe.

Desteya amadekar a kongreya diasporaya kurd, bangeştnameyek ji bo ajansên şandiye û tê de amaje bi wê yekê daye saet 10:00an de roja şemiyê 04.12.2021ê li jêr çavdêrîya Serok Barzanî, bi mebesta yekxistina gotar û stratîjîya hevbeş û yekdengî û tebayîya rêzên kurdên li dîasporayê, merasîma vekirina kongreya diasporaya Kurd wê li Eywana (Şehîd Sedi Ebdulla) li Hewlêrê, birêve biçe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev