Ziman-Netewe-Ax-Desthilatî

Ziman-Netewe-Ax-Desthilatî

Fuat Önen

 

”Gava ku em hemû teoriyên heyî yên li ser netewe, li ber çavan bigirin, gelek faktor (pêker) dikarin biguherin, lê ax naguhere. Wek encam, netewe ew civata insanan e, ku li ser axekê dijîn.

 

Yekîtiya zimên li ser axê watedar e, loma ya ku wî zimanî kiriye zimanê civatê, ax e. Dîsa yekîtiya çandê bi yekîtiya axê ve girêdayî ye, yanê bêyî axê mirov nikare qala yekîtiyeke çandê, bêyî axê qala yekîtiyeke zimên bike.

 

Ji ber vê yekê, ”ax, hem ji bo netewe û hem jî ji bo rizgariya neteweyî jêveneger e.” Û ku mirov bala xwe bidê, dewlet, bi taybet di vî sî salên dawî de (piştî jihevketina Sovyetê) derbasî konsepteke nû bûye. Vê carê, Sîstema Serweriya Tirk dest pê kiriye, dibêje, yeko yeko kurd hene, lê Kurdistan tuneye.

 

Ji ber ku dewlet hem di netewebûnê de û hem jî di avakirina dewletê de giringiya ”axê”, ji me zehftir, fêm kiriye, bi îsrar êrîşê vê xalê dike.

 

Di van sî salên dawî de, armanca esasî ya Sîstema Serweriya Tirk ew e ku pirsgirêka Kurdistanê veguherîne pirsgirêka kurd, yanê hin hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê yên kurd hene û di demên borî de hin neheqî li wan hatiye kirin, heke ew wan neheqiyan ji navê rakin dê pirsgirêka Kurdistanê jî nemîne.

 

Aniha, heke mirov pirsgirêka zimên ji pirsgirêka axê, ji pirsgirêka desthilatiyê biqetîne û niqaş bike, wê gavê mirov, di eslê xwe de, xizmet ji bo vê polîtîkaya Sîstema Serweriya Tirk re dike.

 

Ziman pir giring e, perwerdeya bi zimanê neteweyî pir giring e. Pir giring e ku zimanê neteweyî bibe zimanê fermî, lê heke mirov bi ser axê ve û bi ser taleba desthilatiyê ve bîne zimên, watedar dibe.

 

Platformeke me ya zimên heye ku yanzdeh partiyên me jî di nav de hene. Ev platform dibêje ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Lê vê nabêje: ”Bila zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyê, bila zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî.” Aniha, heke vê nebêjin, jixwe tiştê ku dewlet lê dixebite bike ev e. Di wê hewldanê de ye ku pirsgirêka Kurdistanê veguherîne pirsgirêka kurd.

 

Ji ber vê yekê, di hemû têkoşînên rizgariya neteweyî de, pirsgirêka neteweyî wek pirsgirêka ax û desthilatiyê hatiye formûlekirin.

 

Yanê bi kurtî: ”Em neteweyek in, welatekî me heye, navê wî Kurdistan e, ev netewe, di vî welatî de dê bibe dewlet.”

 

Li hemû dinyayê, daxuyandina (îzahkirina) herî pratik ya rizgariya neteweyî ev e.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev