Di Felsefeya Stoaparêz de Ramana ”Xwedê” – Ali Gurdilî

Di Felsefeya Stoaparêz de Ramana ”Xwedê” – Ali Gurdilî

Alî Gurdilî

 

Hemû rasteqiniya ku aqil dide û a ku heye, ev cîhan e. Ango, cîhana xwezayî ye. Li ”jor”tir jî, tiştek tune û xweza jî, bi prensîpên aqlî tê birêvebirin.

 

Em jî, perçeyekê xwezayê ne. Ji gotina peyva ”Xwedê” mebest rihê aqlî ye, ku me û hemû xwezayê dadigire. Heke em bikaribin têbigihêjine vê yekê, wê demê em ê bizanibin ku Xwedê ji dinyayê ne cihê ye û ne li derveyê dinyayê ye; li vê dinyayê ye û di her tiştî de ye û xwe berdeya dilê her tiştî.

 

Lewre, ew aqlê dinyayê ye. Dema ku em xwe bi xwezayê re bikin yek û dema ku bimrin, ji ber ku war û qadeka ku ji xwezayê bilintir e tune, ne pêkan e ku em bikaribin herin ”warekî” din jî.

 

Em bi helandin û ji hev ketinê jî, carekê din vedigerin xwezayê. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku Stoparêzî herî zêde, bi vê ramana xwe navdar bûye û hatiye nasîn. Bêguman, bandûra vê ramanê jî gelek zêde hatiye dîtin.

 

Çavkanî: Malpera ”Felsefevan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev