GAÛMATA (KAWAYÊ MED)

GAÛMATA (KAWAYÊ MED)

Dİ DÎROKA NİVÎSKÎ DE SERHILDÊREKÎ KURD Ê REWŞENBÎR

Ekoyê Cemîl

Wek tê zanîn Împaratoriya Medan B.Z. 550’an ji hêla persan bi riya fen û fêlbaziyan hatiye rûxandin.

Lê belê, gelê Med ango Kurdan heya roja îroyîn jî qet carekî ev bêbextî nepejandirine. Ji ber vê sedemê ev 2500 salin herdem berxwedidin û ji bo vê azadiyê bi sedan serhildan lidarxistine. Diyare heta dadmendî û rastî serkeve, berxwedan û serhildanên nifşên Medan ê berdewam bikin.

Yekemîn serhildêrê rewşenbîr ê bi nav û deng yê kurdan, GAUMATA yê Med e. Navê Gaûmata di Kurdiya nûjen de dibe KAWAMED. Ango Kawayê Medan (Şahê Medan).

Nave Kawa, hê ji dema Proto Hînd-Ewropî pê ve hatiye bi kar anîn.

Gaûmata yanê Kawayêmed bi xwe jî zanyar, helbestvanekî kurdan ê wê serdemê ye. Gaûmata ji sala B.Z. 550’yî pê ve dijî persan tevgêra azadiyê lidarxistiye. Lê belê ji ber dek û dolabên persan nikare serbikeve. Her wisa di 27 Êlûna 522 B.Z. ji hêla Daryûs ve hatiye kuştin. Him wêne him jî navê Gaûmata (Kawayê Med) li nivîsara Bêstûnê hatiye neqişandin û nivîsandin. Bêstûn herêmeke çiyayî li Kermanşahê ye.

Li nivîsara Bêstûnê, Daryûs di xalên 10, 11, 12, 13 û çardehan de behsa serhildana Gaûmata dike.

Benda 11: Şah Daryûs dibêje “Yekî bi navê Gaûmata hebû. Ew magî bû. Li Paişiyâuvâdâ, li çiyayekî bi navê Arakadrîş serhildan pêk anî. Di roja çardehê meha Viyaxana (11’ê adarê) de serî hilda. Wî ji mirovan re derew kirin û got: ”Ez Bardiya me, kurê Kurûş û birayê Kambîz im.” Piştî van gotinan, hemû mirovan serî hildan û di şerê hemberî Kambîz de ew ser ketin. Her wiha wan satrapiyên Medya, Persiya û yên din hemû zeft kirin. Ev bûyer li 1’ê adarê (522 B.Z.) pêkhat. 1’ê tebaxê Gaûmata hemû keyanî kir bin destên xwe. …”

Her çendî beriya Gaûmata çend raperînên mezin jî hebin, Raperîna Gaûmata pir girîng e. Ji ber ku, wek di dîroka nivîskî de jî hatiye nivîsandin Gaûmata bi riya siyaset û berxwedanê hema hema hemû xaka Medyayê rizgar kiribû.

Ji wateya nav, huner û welatparêziya Gaûmata (Kawayê Med) xûya dike ku ew rewşenbîrekî hêja ye. Her çendî Daryûs di nivîsara Bêstûnê de xwe mafdar destnîşan dike jî, xûyaye ew dijî Gaûmata dezînformasyonê (karê reşkirinê) pêk tîne.

Bingehê gerdîşa serhildan û berxwedariya kurdan ji hêla gelek rêberan ve hatiye avêtin. Ji wan rêberan yek jî Gaûmata ye. Ji nav û hunerên wî jî diyare ku ew rewşenbîrekî kurd ê wê serdemê bû.

Li nexşeyê Bêstûnê, Daryûs Gaûmata kuştiye û pêlî cendekê wî dike. Di rastiya xwe de ew wêne diyardeka tirsa Daryûs a ji Gaûmata ye.

Çavkanî: http://dirokakurdistan.com/krd/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev