”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 47

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 47

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ” TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ”. Em îro beşa sisîyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

K. V. Vêrtyayev

TEVGERA KURDAN A MILETÎYÊ PIŞTÎ PERÇEKIRINA KURDISTANA ÊTNÎKÎYÊ -3

Di destpêka salên 1960î da di nava kurdên Tirkîyê û Îranê da îdêayên çepîtîyê û mêlgirtina komûnîstîyê xurttir bûn.

Di sala 1958an da Partîya kurdan ya şoreşgerîyê hate damezirandin, ku li Tirkîyê ew dihesibandin wek nûnertîya terefdarên general M. Barzanî. Di wê demê da bi sebebên cuda, piranî jî bê bingeh, bi gunehkarkirina cudaxwezîyê çend kurdên navdar hatine mehkemekirinê, wek nivîskar Mûsa Enter, sîyasetmedar Şerefetdîn Elçî, sosîalîst û zanyar Kemal Burkay û gelek kesên din. Bi binçevkirina her dîyarbûneke nasyonalîzma kurdan ra tevayî jimara terefdarên Mustefa Barzanî li Îraqa cînar da jî zêdetir dibû û desthilata welêt ditirsîya, ku cudaxwezîya kurdan wê her zêdetir be.

Salên şêstî yên sedsala buhurî bûne salên hilperîna (Renaissance) xwefemdarîya kurdan li Tirkîyê. Bi saya hereketê Mûsa Enter û ronakbrên kurd yên din zimanê kurdî bere bere ji windabûnê vedigerîya. Zûtirekê nivîsên zanyarî yên derheqa kurdan da hatin weşandinê. Di çapemenîyê da hinek nûçe derketin derheqa rewşa xirab a herêmên başûr-rohilata Tirkîyê da. Berhema zanyarî ya sosîolog û aborîzanê tirk Îsmaîl Bêşikçî ya bi sernavê ”Bingehên aborî û êtnîkî yên Anatolîya Rohilatê” (1969) eşkere dihatine minaqeşekirinê, ku tê da pêwendîyên Tirkîyê yên kolonîalîstîyê di hindava herêmên kurdnişîn da xuya dibin. Îsmaîl Bêşikçî, ku bi esilê xwe va tirk e, cara pêşin guhdarî danî ser wê pirsê, ku li welêt ”pirsgirêka kurdî” heye, a sereke jî ew e, ku kurd li Tirkîyê di hêla aborî û sosîalî da bi tirkan ra ne wekehev in. Ew yekser ji alîyê mehkemeya tirkan da hate sûcdarkirinê bo ”têkbirina bingehên miletîyê” û demeke dirêj di hebisê da ma.

Di nava aktîvîstên, ku di nîveka salên 1960î di cudaxwezîya kurdan da hatine cezakirinê, gelek nûnerên xwedî îdologîyayên çep û komûnîstîyê hebûn. Wana kovara ”Deng” derdixistin, li wir berhemên Yaşar Kemal û Mûsa Enter çap dikirin.

Di eynî demê da li Tirkîyê gencên kurdan, ku bi îdêayên Marksîstîyê va ruhdar bûbûn, tevî karê Komîtêyên çandî yên şoreşgerên Rohilatê (DDKO) dibûn. Di goveka wan komîtêyan da fikirek bi awayekî zelal xuya bû, ku Kurdistan ”kolonîyeke navnetewî ya dewletên kapîtalîst yên mezin û hevalbendên wan yê ji Tirkîyê ye”6. Îdêologîya van komikên çepên radîkal bû bingehê pêla tevgerên kurdan wek bersîva zordestîyan û înkarkirina hebûna kurdan li Tirkîyê. Ji dema destpêka agîtasyona xurt ya hêzên bi îdêologîyayên çepîtîyê û komûnîstîyê tevgera kurdan ya bo azadîyê xurttir bû. Mesele, xudanên bernameya sîyasî ya pêşin ya Partîya Karkirên Kurdistanê sala 1978an îlan kirin, ku ”Kurdistan kolonîyaya klasîk ya çar dewletên cînar e û xeleka zincîra împêrîalîstîyê ya herî sist e li Rohilata Nêzîk”7.

 

* * *

Di dawîya salên 60î li Îranê xwendkarên Zanîngeha Tehranê hevdu girtin û rêxistina xwe ya şoreşgerîyê ”Komala” ava kirin. Navê vê rêxistinê û ya Partîya kurdên welatparêz ku sala 1942an li Mehabadê hate avakirin, eynî ne, ku di paşdemê da bû bingehê Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê (PDKÎ), lê ev gencên nû xwe li bawerîyên çepên radîkal digirtin.

Sala 1968an, dema germbûna şerê şoreşgerîyê li Îraqa cînar ya bi serokatîya Mustefa Barzanî, Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê bangawazîyeke bo şerê partîzanîyê çap kir, ku di wê da şoreşa Kûbayê wek nimûne dihate destnîşankirin. Wê demê piranîya niştecîyên Kurdistana Îranê piştgirîya daxwezên otonomîstên kurd dikirin.

Rola sereke di kar û bare Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê da Ebdulrehman Qasimlo (1930-1989) list, ku sîyasetmedarekî kurd yê berbiçav bû. Ew ji eşîreta Şikakî bû. E. Qasimlo xwendina bilind li Fransayê sitendibû û bûbû doktorê zanyarîyên sosîalîyê-aborîyê. Sala 1973an hatibû hilbijartin wek sêkrêtarê sereke yê Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê. Bi serokatîya wî partîya bû yek ji neyarên tund ya desthilata Şah.

Di destpêka şoreşa dijî Şah ya sala 1979an da rêberê şoreşvanan Ayatolah Xomeynî wisa dida xuyakirin, ku ew piştgirê tevrabûnên kurdan û yên gelên Îranê yên din e. Lê piştî serketina şoreşa ruhanîya şiîyan, dema hukumê welêt kete destê wê, destpê kir rola miletên kêmjimar di serketina şoreşê da kêm kir û keda xwe zêde kir. Yek ji sebebên nerazîbûna kurdan di wê yekê da bû, Destûra (Konstitusyon) Îranê a nû, ku sala 1979an hate qebûlkirin, mafê miletên kêmjimar yên ruhanî nas dikir, lê ne yên êtnîkî. Li ser pêla bilindbûna şoreşê kurdên Îranê biryar kirin pirtir daxweza otonomîya sîyasî bikin. Ji bo nimûne, beşeke mezin ya binecîyên Kurdistana Îranê referenduma derheqa sîstêma dewletê ya bo paşeroja welêt boykot kirin, Tehranê jî di hindava xwe da hebûna şêwrên bajaran, ku ji alîyê niştecîyên kurd da hatibûn hilbijartin, piştî rûxandina desthilata Şah nas ne kirin.

Yek ji rêberên partîya kurdan ya şoreşgerîyê “Komala” li Îranê Fûad Sultanî (1948-1979) bû. Ewî serokatî li tevgera kurdan ya bajarê Merîwanê (ostana Kurdistanê) ya dijî ruhanîya şiîyan kir, ku piştî şoreşa sala 1979an hatibû ser hukum. Di tevgera xwe da Sultanî hêvîya xwe danîbû li ser gundîyên kurd yên bê erd û bi îdêologîya komûnîstîyê va dihate serkarîkirinê. Li Merîwanê bi tevgelîya wî şêwrên şoreşgerîyê hatine sazkirin, ku otonomîya Kurdistana Îranê îlan dikirin. “Komala” bi tesîra xwe va partîya duduyan bû di nava kurdên Îranê da. Lê dû ra nelihevîyên îdêologî di navbera wê û Partîya Demokratîyê ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) da bi hîç awahî nehatine çareserkirinê, ya ku bû sebebê çend pevçûnên di navbera PDKÎ û “Komala” da li Îranê sala 1985an. Di buhara sala 1979an da desteyên çekdar yên PDKÎ û “Komala”yê li ser tevaya axa Kurdistana Îranê kirin bin kontrola xwe. Aktîvîya “Komala”yê piranî li herêma Merîwanê bû, li wir mîtîngên kurdên şoreşger veguhastî pevçûnên çekdarî bûn bi desthilata şiîyan ra. Bona rê nedin kuştina binecîyên sivîl, Fûad Sultanî biryar kir di bin parastina “Komala”yê da hemû binecîyên Mêrîwanê ji warên wan dûr bixin, Hevraxeberdan berdewam dibûn jî, lê di tebaxa sala 1979an da artêşa Îranê dijî terefdarên otonomîyê destbi opêrasyonên çekdarî kir. Şerê navxweyî hemû bajarên mezin hilgirte nava xwe: Pave, Bane, Seqqiz, Mîandoab û yên din. Bi têkbirina berxwedana kurdan li Kurdistana Îranê ra tevayî serekên kurdan, herwiha tevgelên sade yên serhildana kurdan darda dikirin.

Şoreşa Îslamî li Îranê ya sala 1979an, derbeya leşkerî ya sala 1980î li Tirkîyê û hatina leşkeran ser hukum li wî welatî bûne sebebê zordestîyên nebînayî di hindava kurdên berxwedêr li wan welatan, ku Kurdistana êtnîkîyê di nav xwe da perçe kiribûn. Ew hemû gîhandine wê yekê, ku ne tenê beşeke ronakbîrên kurd revîne Awropayê, lê herwiha tevgera kurdan bû ya diha radîkal.

Sala 1984an Li Kurdistana Tirkîyê bi serokatîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) serhildana çekdarî destpê kir, ku di salên pêş da hema bêje tevaya başûr-rohilata Tirkîyê hilgirte nava xwe. Partîya sala 1978an ji alîyê Abdulla Ocelan û çend aktîvîstên kurdan yên bi bawerîyên çepîtîyê da hate sazkirinê û armanca wan ew bû, ku hemû perçeyên Kurdistanê bikin Kurdistana serbixwe ya yekgirtî ya sosîalîstîyê. Terefdarên PKK ser wê bawerîyê bûn, ku bona serketinê lazim e li hemû welatên, ku Kurdistan perçe kirine, dest bi şerê çekdarî bikin. Lê di paşdemê da doktrîna sîyasî ya PKKê êpêceyî guhêrî. Li Tirkîyê PKK tê hesibandinê wek rêxistineke têrorîstîyê.

Sala 1984an desthilata Tirkîyê rind fêm ne kirin ka çavkanî û sebebên serhildana kurdan a çekdarî çi ne. sala 1980î li welêt dîsa derbeya leşkerî bû û leşkerên ku hatine ser hukum, zordestîyên di hindava cudaxwezan dubare zêde kir. Sala 1982an li welêt bi zordayîna leşkeran Destûra nû hate qebûlkirin, ya ku dewleta bi cûrê multietnikîyê tam înkar kir. Di salên dîktatûra leşkerî (ji sala 1980î heta sala 1983an) 170 hezar kes hatine girtinê, heftsed kes di dema opêrasyonên cezakirinê hatine kuştinê. Desthilata Tirkîyê bi destî mehkemekirina agîtatorên miletçîyên kurd hewil da bide xuyakirin, ku ewê pêşî li her cûre hewildanên cudaxwezîyê bigire. Û nûnertîyên Awropayê yên rêxistina ”Amnîstiya Navnetewî” (”Amnesty International”) bala civaka hemcihnê kişandine ser kirinên hovane himberî girtîyan. Wisa xuya bû, ku desthilata Tirkîyê dixwest wek desthilata kemalîstan ya di salên 20-30î yên sedsala 20î şerê hovane di hindava berxwedana kurdan da pêk bîne.

Mezlum Dogan (1955-1982) yek ji bingehdarên PKK û endamê komîtêya wê ya rêvebir bû. Bi serokatîya wî organa weşanê ya wê partîyê – rojnameya ”Serxwebûn” dest bi weşana xwe kir. Roja Newrozê 20ê adarê sala 1982an ewî li hebisxaneya Diyarbekirê wek nîşana şikyatê dijî kirinên hovane di hindava kurdan da xwe şewitand. Piştî şehîdbûna wî berxwedana kurdan dijî sîyaseta asîmîlyasyonê, ku piştî derbeya dewletê ya sala 1980î zêdetir bûbû, xurt bû. Gelek kurd Mazlum Dogan wek Mêrxasê gelêrî dihesibînin.

Di rojên me da di jîyana sîyasî ya Tirkîya nûdemê da çend partîyên kurdan yên sîyasî yên legal hene, yên ku terefdarê bi aştî çareserkirina berxwedana çekdar in li başûr-rohilata welêt. Hêza sereke ya kurdên Tirkîyê anaha Partîya Demokratîyê ya Gelan (HDP) e, ku partîyaeke prokurdîyê ya bi bawerîya çepîtîyê ye, wê çend caran navê xwe guhart, di rûyê wê yekê da ku Mehkemeya Tirkîyê ya Konstîtûsyon bi gunehkarkirina karê cudaxwezîyê ew qedexe dikir. Li Tirkîyê herwiha partîyake kurdan ya bi navê “Huda-Par” jî heye (ku jê ra “Hur Dava” jî tê gotin), ku terefdarên wê îslamîstên milahîm in.

Di wêne da: Girê Miraza, dîroka şaristaniya miletê kurd ya 13.000 salan

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev