Avesta: Gāthā’yên Zarathuštra

Avesta: Gāthā’yên Zarathuštra

Berhemeke kêrhatî ji Weşanxaneya NAyê

Beyhanî Şahîn

 

Di vê berhemê da ev babet hene:

 

  1. Destnivîsên orîjînal yên Gāthā’yan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn, ango kopye kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bi cî kirin.
  2. Di beşa duyem da îcarê tevayiya Gāthā’yan bi fonta Avestî hatiye nivîsîn.
  3. Di beşa sêyem da hemî Gāthā’yên Zarathuştra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

 

Piştî ku ew beşên di nav Gāthā’yan da rêz dike, paşê her sê lawijên/malikên herî pîroz yên di nav Gāthā’yan da vedibêje.

 

Di dawiyê da belgeya herî kevin ya nivîskî ya ku tuşî heyama 9. ya piştî mîladê dike û tê da malikeke Avesta’yê bi elfebeya zimanê Sogdî hatiye nivîsîn, pêşkeşî me dide.

 

Cara yekem zimannasekî Kurd bi metodên akademîk yên zimannasiyî Gātā’yan û Avesta’yê amade dike û pêşkeşî neteweya Kurd dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev