TOVAV

TOVAV

Kurê Reşîd

 

Tovav, avik an jî tuxmav (bi înglîzî: seminal fluid / semen) têkilek lînceyî û herikbar e ji sperm û şileye pêk tê.

 

Beşa şileya tovavê ya bêsperm, wekî plazmaya tovavê (bi înglîzî: seminal plazma) tê navkirin. Tovav şileyek tîr a bi rengê spî an jî gewr e, spermên nav tovavê ji gunan tê, çavkaniyên plazmaya tovavê jî çikildana tovavê, rijênê prostat û rijênê Cowper in. Rengê tovavê ji ber derdana rijênê prostatê ye. Di nav mîzerê de bi girjbûna masûlkeyan, tovav ber bi serê çûk ve diherike û ji çûk dipijiqe, ev kar wekî avêtin (bi înglîzî: ejaculation) tê navkirin. Di dema avêtinê de girjbûna masûlkeyan dibe sedama peydabûna hestê kêfxweşiyê.

 

–Erkên serekî yê tovavê–

  1. Tovav xurek (xwarin) dabîn dike bo sperman.
  2. Tovav bi rêkxistina pHa hawirdorê, di nav mîzerê û endamê zaûzêya mêyan de sperman ji bandora neyînî ya hawirdora asîdî diparêze.
  3. Sperm di nav plazmaya tovavê de hê bi hêsantir dilivin û ber bi coga hêkê diherikin.
  4. Prostaglandîna nav tovavê girjbûna masûlkeyên malzarokê rêk dixe ko sperman ber bi coga hêkê pal bidin. .

 

–Pêkhateya tovavê–

Di her avêtinek de bi qasî 3 heta 5 mL (mîlîlître) tovav ji laşê mirov tê derdan. Di nav tovavê de her carê bi qasî 200 heta 500 mîlyon sperm tên derdan.

 

Bi eslê xwe dema avêtinê de tovav şileyek piçek ron û herîkbar e, lê di demek kurt de dimeyîne. Guhertina fîbrojenê bo fîbrîn dibe sedema rûdana meyînê. Fîbrojen ji çikildanên tovavê tê derdan enzîmên meyînê jî ji prostatê tê derdan. Di nav 30 xulekê de enzîmek din a rijênê prostatê ya bi navê fîbrînolîzîn (Fibrinolysin), tovava meyînî ya tîr hildiweşîne, bi vî awayê tovav dîsa piçek rohn dibe. Sperm di tovava meyînî de nikarin bilivin, lê di nav tovava ron de bi hêsanî dilive.

 

Sperm di aloze û coga guhêzer de dikare bi qasî çend hefte zindî bimîne, lê gava sperm tevlê şileya tovavê dibe, di germahiya asayî ya laş de, herî zêde dikare 24 heta 48 saet bijî. Di bin sermahiya -100oC de spermên di nav tovava cemidî de dikarin bi salan zindî bimînin.

 

Tovav şileyek alkalî ya bi pH a 7.5 e. %5-10ê tovavê ji xaneyên sperm pêk tê. %60 şileya tovavê ji çikildana tovavê, %30yê şileya tovavê ji rijenê prostatad, rêjeyek pir hindik a şileya tovavê jî ji rijênê Cowper tê derdan. Ev hersê rijên wekî rijênên alîkar (bi înglîzî: accessory glands) ên nerekoendama zaûzê tên navkirin.

 

-Çikildanên tovavê-

Çikildanê tovavê (bi înglîzî: seminal vesicle) cotek rijênên cogedar in di laşê nêran de. Li paş mîzdankê li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin. Her çikildanek ji aliyê serê jêr ve bi cogek kurt ve girêdayî ye, ev cog wekî coga avêtinê (bi înglîzî: ejaculatory duct) tê navkirin. Coga avêtinê bi lûleya guhêzer ve girêdayî ye. Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî, tîr û lîncî ye, gellek fruktoz, asîda sîtrîk, prostaglandîn û hin xurekemadeyên din lixwe digire.

 

Fruktoza tovavê ji aliyê mîtokondriyên sperman ve ji bo bidestxistina ATP tên bikaranîn. Prostaglandîn madeyek mîna hormon e, bi sînyalan masûlkeyên malzarokê hander dike, masûlke girj dibin bi vî awayê sperm ber bi coga hêkê tên paldan. Piştê avêtinê, fîbrînojena nav tovavê diguhere bo fîbrîn. Fîbrîn tovavê piçek dimeyîne, tovav hê pirtir tîr dibe.

 

-Prostat-

Rijênê prostat di hewzekelênê de, li bin mîzdankê li pêşiya tortorîkê de cih digire, beşa jorê mîzerêyê dipêçe, ango mîzerê di nav prostatê de derbas dibe. Rijênê prostat derdanên xwe bi navbeynkariya cogikan rasterast der dide nav mîzerêyê. Derdana prostatê şileyek mîna şîr e.

 

Di nav şileya prostatê de hin enzîmên meyînê, dijepeydaker û madeyen alkalî heye. Di dema avêtinê de masûlkeyên guşer (bi înglîzî: sphincter muscle)ên prostat û mîzdankê, coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin,bi girtina coga mîzerêyê rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, masûlkeyên prostatê,cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe. Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade.

 

-Rijênê Cowper-

Rijenên Cowper (bi înglîzî: Cowper’s glands / bulbourethral glands) cotek rijênên biçûk in, di bin prostatê li herdu aliyên mîzerê de cih digirin.

Derdana rijenê Cowper şileyek bêreng, tîr û şor e. Şileya rijenê Cowper, şileyek alkalî ye. Şileya Rijenê Cowper madeyek lîncî ye, di nav zêyê(vajîna) de xilîskîna çûk hêsantir dike.

 

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin: https://ku.wikipedia.org/wiki/Tovav#Rij%C3%AAn%C3%AA_Cowper 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev