Çand û huner, Nivîsên dawî

Welatê xwe nas bikin: Mûş

Muhemed Şerîf Cilînî

Mûş him parêzgehek e, hem jî bajarek e li Bakûrê Kurdistanê. Li bakurê parêzgehê parêzgrha Erziromê ye, li rojhilatî wê parêzgeha Agirîyê ye, li bașûrê wê parêzgehên Bedlîsê û Êlihê (Batman) ye û li rojava parêzgehên Çewligê (Bîngol) û Amedê (Diyarbekir) ne.

 

Parêzgeha Mûşê ji 6 navҫa pêk tê: Mûş – Kop (Bulanik) – Dêrxas (Hasköy) –

Milazgir (Malazgirt) – Gimgim (Varto) – Têlî (Korkut), bi 28 bajarokan û 364 gundan ve. Hejmara niștecihan 406.500 kes e. Di sala 2016 de ji wan 70.000 niștecihên bajarê Mûșê ne, hemî niștecih kurd in, hinek koҫberên çerkez hene.

 

Rûerda parêzgehê 8.196 km çargoşe ye, ji vê rûerdê 34.9% çiya ne, 37.9% zozan û best in û 27.2% gelî û deșt in.

 

Çiyayê herî bilind li parêzgehê Çiyayê Ziyaret an Vangesor (Bilican tepe) e bi bilindahiya 2.950 metr, ji ҫiyayên parêzgehê jî çiyayê Hamurpet (Akdag ) 2.879metr, çiyayê Kela Awnî (Avni Kalesi Tepe) 2754 metr, çiyayê Şeyhtokum 2300 metr, çiyayê Karaburun 2500 metr, Herwiha ev çiya jî hene: çiyayê Hasan Tepe, Şerafedînê, Haçreş (Karaçavuş, Çavuş), Otluk û Yakupağa.

 

Ji gelîyên parêzgehê yê herî navdar “Geliyê Mûșê” ye, ku dirêj dibe di navbera bakur rojhilatê û bașûr rojavayê parêzgehê di navbera çiyayên rêza Torosê de, bi bilindahiya 1.300 metr.

 

Ji deștên parêzgehê: Deșta Mûșê ya bi nav û deng e, deștên Melazgirê , Lizê û Bolanikê.

Çemên di parêzgehê re derbas dibin, çemê Mûrardê yê ҫavkaniyên wî ji ҫiyayê Aladag, li parêzgeha Wanê ye, çemê Ava Reș (Kara Sû), li bașûrê parêzgehê, ji rojhilat ber bi rojava de û çemên biҫûk weke: Heronek bi dirêjahiyê 24 km, Lizê 32 km û Memanlı 24 km.

 

Ji gola Gola Hamurpet (Akdogan Golu) ya mezin, li navҫa Gimgimê (Varto). Rûerda golê 1,088 km çargoşe ye, bi kûrbûna 21 metr, bi bilindahiya 2.149 metr, bi ava belekîyên berfê ҫiyayên der dorê tije dibe. Herwiha gola Hamirpet, gola Hacilî û Cazê jî hene.

 

Aboriya parêzgehê li ser çandinîyê û xwedîkirina pez û dewaran e. Ji ҫandinîyên sereke genim û ceh in. Hêjayî gotinê ye ku parêzgeh navdare bi ҫandiniya “tûtinê” ve. Li Kurdistanê bi navê “Tûtina Mûșê” ya rengzêrîn û ziravbûna wê deng daye.

 

Ji cihên balkêș û dîrokî li parêzgehê:

1 – Kela Milazgirê bi 137 km dûrî bajarê Mûșê ye. Ev kela di dema Keyîtiya kurdên Urartûyê û Hûrriyên kurd saz kiribûn, ew bi kevirên rêș hatiye avakirin, dirêjbûna Bedena Kelê 1.750 metr e, weke Kela Bedena Amedê (Diyarbekir). Ev kela ku șaristanî hembêz kiribû, gelek caran hatiye hilweșandin û ji nuh ve hatiye avakirin.

2 – Şûnwar û kevneșopên Varto Kayalıdere, yên hatine avakirin di dema desthilatdariya Ûrartûyan de, li derdora salên 764-735 B.Z. Ev șûnwar 20 km dûrî Gimgimê (Varto) û 40 km dûrî Mûșê ye.

3 – Kela Mûșê li navenda bajar de ye, ne diyare di ҫi demê de hatiye avakirin.

Hatibû dagirkirin ji aliyê Ermeniyan, Erebên Misilman, Monxolan, Tirkên Selcoqî,

Osmanî û Ataturkî.

4 – Pira Muradê li bajarê Varto ye, dirêjahiya pirê 143metr, pehneya wê 4.77metr û

bilindahiya wê 19 metr, bi 12 ҫaviyên kevane ve.

5 – Mizgefta Mûșê (Ulu Camii) li navenda bajêr e, di sedsala 14an de hatiye avakirin.

Bi kevirên Moloz ҫarҫikî ye, gelek caran hatiye nuh kirin.

6 – Dêra Arak (Arak Kilisesi) li gundê Arakê, 12 km dûrî Mûşê. Ev dêr di dema Romaniyan de hatiye avakirin.

7 – Xana Stêrkê (Yildiz Hane) di sala 1307an de hatiye avakirin, ji du qatan pêk tê, qatê jêrî firoșgeh in û cihê zîvkeran e – Sifirkeran û Bîrkeran, qatê jorîn ji bo mêvandariyê û razanê. Rûsan di sala 1916an de beșek ji Xanê hilweșandibûn.

 

Riataza

Back to list

Related Posts