Kongreya Revenda Kurdistanî û encama wê

Kongreya Revenda Kurdistanî û encama wê

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Bi daxwaz û di pêşengiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî demeke ji bona ku Dîasporaya (Revenda) Kurd lobîyeke xûrt ava bike xebat li gelek welatên dinyayê didomand. Piştî ku li welatan xebata dîasporaya kurd encam da, li Hewlêrê “Kongreya Konfederasyona Revenda Kurd”, di 04-05.12.20021an de du rojan hat li dar xistin.

Kongre ya Dîasporayê, li Hewlerê bi organîzasyoneke gelek xurt û serrast û bi pergeleke baş hatibû amade kirin. Amadekariya kongreyê di pêşengiya Barêgeha Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de pêk hatibû. Du rojên kongreyê de jî hemû kar û xebatên kongreyê yên teknîkî ji aliyê Barêgeha Serokê Kurdistanê ve hat meşandin. Ez dikarim bibêjim ku barêgehê di amadekarî û rêvebirina xwe ya teknîkî de tu kêmasiyek nekir. Berpirsiyar û xebatkarên Barêgeha Serokê Kurdistanê gelek jêhatî û fedekar bûn. Loma ez berpirsiyar û xebatkarên Barêgeha Serokê Kurdistanê pîroz dikim.

Kongreyê di 04.12.2021an de dest pê kir. Ji 15 welatan şand (nûner) beşdarî kongreyê bibûn. Hejmara şandên kongreyê 120 bûn. Di kongreyê de grûbek mêvan jî beşdarî kiribûn. Ez jî wek mêvan ji Bakûrê Kurdistanê beşdarî kongreyê bûm.

Roja kongreyê dest pê kir, Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgehê Hewlerê, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Xalo Hecî Mehmûd, Şandeke fireh ya YNKê (Mele Bextiyar, Salar, Adnan Muftu û çend kesên din), berpirsên gelek partiyên siyası yên Başûrê Kurdistanê beşdarî kongreyê bûn.

Dema ku Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî hat salonê, hemû beşdarên li salonê rabûn ser piyan û çepik lêdan. Ji Serokê Kurdistanê re pêşwaziyeke gelek xurt nîşan dan.

Kongreya bi dirûşmeya ji şehîdên Kurdistanê re bi rêzgirtin û sirûda (merşa) neteweyî ya Kurd hat vekirin.

Parêzgehê Hewlerê axivtin kir.

Piştî axivtina parêzgehê Hewlerê Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî axavtineke kurt, lê gelek xûrt û naverok dagirtî pêşkêş kir.

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ragihand: “Endamên Kongreyê, ez pîrozbahiya germ li we dikim ku we biryar da li Paytexta Kurdistanê li Hewlêra dijminbezîn kongreya xwe girê bidin. Hêvîdar im kongreya we serkeftî be û bigihe armancên xwe.

“Armanc ew e, revenda Kurdî li derve were birêkxistinkirin, erkên wê bên diyarkirin û hemû bi hev re hewl bidin xizmeta gelê xwe bikin. Em revenda Kurdî li derve bi samaneke neteweyî ya gelekî girîng dizanin. Hûn dikarin roleke mezin di piştevanîkirina li miletê xwe bikin. Hûn dikarin xwe birêk bixin û lobiyeke bihêz ava bikin û di hemû waran de roleke sereke ji bo doza gelê xwe yê rewa bibînin.”

“Em daxwazkar in, doza gelê Kurd li her perçeyekê bi awayekî aştî û demokrasî bê çareserkirin. Şer ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê me û her pirsgirêkek din, ne çarerserî ye.

“Em weke Kurd divê baldar bin ku nabe nakokiyên bi rejîman re, bibe nakokiya di navbera gelan de.

“Kurdistan nimûneyeke ciwan ji bo pêkvejiyana olî û netewî ye. Her dem em şanaziyê bi vê ferhengê dikin ku ev çand gelekî kevin e û divê were parastin, divê cîhan jî bizane ku Kurdistan landika pêkvejiyanê ye.

“Em ji bo parastina pêkhateyan û mafên wan berdewam dibin.

“Pêwîst e revenda Kurdî karekî cidî ji bo xwebirêkxistin û komkirina dilsozan û welatparêzan di bin sîbera Ala Kurdistanê de bike. Rêzê li yasayên welatên ku tê de jîn bike û xwe dûrî karên neyasayî bigire. Ciwanan li ser xwendin û perwerdeyê han bide û ziman û kultura gelê xwe ji bîr nekin û pêwendiyên dostane bi hemû revendên netewên din ên li welatan dijîn bikin.

“Hewlên cidî bidin û dostên zêdetir ji gelê Kurdistanê re dirust bikin, ji bo ew piştevaniyê li nasandina jenosayd û hemû tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatin kirin bikin. Pêwîst e parlamento û xelkê wan welatê fişarê li welatên xwe bikin, ji bo ew mafên gelê Kurdistanê nas bikin. Heta niha gelek hewl hatine dayîn, lê ew hewl wek pêwîst nebûne. Divê ji niha û pê ve xelk û parlametoyên wan welatan hevkar bin.”

Serok Barzanî derbarê êrîşa pêr a DAIŞê li Mexmûrê de ragihand: “Mixabin hîn metirsiyên mezin li ser ezmûna Herêma Kurdistanê hene. Mixabin berî çend rojan li Germiyanê û duhî jî li Mexmûrê teroristan çend welatî û Pêşmerge şehîd kirin. Ev jî wê rastiyê nîşan dide ku metirsiya mezin li ser Herêma Kurdistanê heye. Ji vir ve ez hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikim, xwîna şehîdan vala naçe û em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Dema ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî axevtina xwe qedand, ew kesên li salona kongreyê bi tevayî rabûn ser piyan û bi kelecanî pêşwaziya serok Mesûd Barzanî bi çepikan kirin.

Piştî axivtina Serok Barzanî çend video hatin pêşkêş kirin. Mêvanan salona kongreyê terk kirin. Di terkirina salonê de dîsa bi çepikan pêşwaziyeke gelek xurt ji bona Serokê Kurdistanê hat kirin.

Piştî ku Serok Barzanî û mêvanên din salona kongreyê terk kirin, şand û mêvanên kongreyê filmekî zarokekî êzîdî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin temaşa kirin.

Bi baweriya min hewcedariyek bi fîlmî tune bû. Şandên Kongreyê dikarîn li derve ew fîlma temaşa bikirina. Temaşa fîlm wext wenda kirin bû.

Roja yekem ji bona xebata gruban navber hat dayin ji bona kongreyê.

Hezar mixabin Grubên xebatê roja yekem xebata xwe neqedandin, li ser projeyên wan tu gengeşiyek nebû. Ew roj bi vî avayî derbas bû.

Roja yekem derfeta min bû ku di Telewîzyona Kurdistan24 û Kurdistan TVê de nêrînên xwe di derbarê kongreyê û armanca kongereyê û karên bên kirin de anî ser zimên. Bi taybetî jî di vî karî giringiya pêşengiya Serokê Kurdistanê çiye, min ew bi awayekî fireh diyar kir.

Hezar mixabin piştî ku Grubên Xebatê dest pê kir, roja yekemîn kongre nemeşiya. Di kongreyê de nûneran derfet nedît ku nêrînên xwe pêşkêş bikin.

 

*****

Roja duyemîn ya kongreyê (05.12.2021) jî hemû wext heta saet 17.30yî vala derbas bû. Di vê seatê de dîwan teşkîl bû.

Rastî roja yekemîn çima dîwan ava nebû, kesî di derbarê vê mijarê de îzahatek nekir.

Heta ku di seat 17.30yî de kongre dest pê bike tevliheviyeke mezin û nerehetiyeke mezin hat holê. Lê di vê rewşê de kî/kê berpirsiyar bû, ne diyar bû.

Piştî ku dîwan ava bû, destûr bi awayekî hat gengeşî kirin û hat pejirandin.

Di pejirandina destûrê de navê kongreyê û xebata pêş hat guhertin. Kongre bû “Kongreya Konfederal ya Revenda Kurdistanî”. Kongreyê bi navê “Kongreya Konfederal ya Revenda Kurd” dest pê kiribû. Serok Barzanî û hemû axevtevanan jî li ber vî navî axivtin kiribûn.

Piştî ku destûr hat pejirandin jî, tu gengeşî derbarê raman, xebat, xebatên gruban de pêk nehat. Di kongreyê de dengên nûneran ji derveyî gengeşiya destûrê nehat bihîstin.

Piştî ku destûr hat erê kirin, hilbijartina organê dest pê kir..

Gor baweriya min ji kongreyê armanc her çiqas lobiyeke xûrt bû jî, ew encama pir diyar derneket holê.

Ji bona lobiyeke xûrt bê ava kirin kongreya dîasporê hatibû li darxistin. Birêz Serokê Kurdistanê jî ev yeka gelek aşkere di axevtina xwe de diyar kir.

Rêxistinek ava bû, ev rêxistina gelo rêxistina lobiyê an rêxistinek dîaspora ya siwîl e, pir diyar nebû. Hîç şik tune ye ku lobî jî xebateke neteweyî, siwîl e. Lê di esil de siyasî ye.

Min encama derketî holê wek avakirina lobiteyekê nedît.

Hêvîdar im. Di nav xebatê ev kêmasî ji holê rabe.

Ez di roja duyemîn de bi Kevneseroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan û bi bûka Nadîr Nadîrov Narîn xanimê ve beşdarî bernameya Kurdistan TVê bûn. Gor baweriya min bernameyeke baş bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev